Orhan Sağlam, Muhammed Onur Yavrutürk
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Li Wanê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandin serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê vê hefteyê jî domand.
Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.
Dê û bavên ku bi salan e çalakiya xwe didomînin, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Nazli Sancara ku beşdarî çalakiyê bû, ji mensûbên çapemeniyê ra got ku ew ji bo bigihêjin zarokên xwe, wê çalakiya xwe bidomînin.
Sancarê bangî ewladan kir ku teslîm bibin û wiha got:
"Em têkoşîna xwe ya mafdar havînê û zivistanê didomînin û guh nadin berf, baran, herî û nexweşiyê. Me tu carî dev ji vê têkoşîna xwe berneda, paşve gav neavêt. Ji roja ku me dest bi vê yekê kiriye û heta niha, em bi kefenê xwe va digerin. Ev têkoşîneke ewladan e. Em wekî dê û bav li vê derê tenê ewladên xwe dixwazin û ev mafê me ye. Em hemû li benda ewladên xwe ne. Înşeallah em ê bigihêjin ewladên xwe."