Nevzat Umut Uzel
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Li Wanê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê vê hefteyê jî domand.
Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.
Dê û bavên ku bi salan e çalakiya xwe didomînin, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Nazli Sancara ku beşdarî çalakiyê bû, ji mensûbên çapemeniyê ra got ku ew ji bo keça xwe çalakiyê dike.
Sancarê daxuyand ku ew ê dev ji çalakiya xwe bernede û wiha dewam kir, "Bi destûra Xwedê û hêza dewleta me, em ê bigihêjin ewladên xwe. Bila her kes alîkariyê bike. Em ewladên xwe dixwazin. Ez li ser navê dayikên Diyarbekir, Wan, Hekarî û Mûşê jî diaxivim. Em zarokên xwe dixwazin."