Li Wanê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandin serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand.
Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.
Dê û bavên ku bi salan e çalakiya xwe didomînin bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Nazli Sancara beşdarî çalakiyê bû ji endamên çapemeniyê ra daxuyand ew ê ji bo qîza xwe çalakiyê bidomîne.
Sancarê anî ziman ew bi salên dûr û dirêj e ku hesreta ewlada xwe dikşîne û wiha axivî: "Bi salan e çavên min li rêya qîza min e. Bi îzna Xwedê û hêza dewleta me, înşallah em ê bigîhêjin ewladên xwe. Di nav vê mehê da 2 ewladên me vegeriyan. Her ewladek ji bo me hêvîyek e. Em jî pir bihêvî li benda zarokên xwe ne. Em li cem Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan û Birêz Devlet Bahçelî ne."