Sabri Yıldırım
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her hefte roja çarşemê li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê dicivin, bang li zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Ayten Koçhana ku beşdarî çalakiyê bû daxuyand ev 11 sal in ku ew tu xeberê ji kurê xwe nastîne.
Koçhanê bangî kurê xwe kir û wiha got: "Hûn li ku bin bicivin û werin. Êdî tu meneya bendêmayînê tune. Me jî li bendê nehêlin. Werin teslîm bibin. Bes e, bila êdî dayik û bav negirîn. Êdî em li ber hesreta ewladan nikarin li ber xwe bidin."
Naciye Sonmez Yildizê jî wiha got: "Kurê min Osman, heke tu dengê min dibîhîzî û min dibînî, vegere. Ev 5 sal in ku ez li vir benda te me. Ez ji bo te tême li vir. Ez li dû ewladê xwe me."