Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî ji bo zarokên xwe çalakiya li ber HDPyê didomînin

İbrahim Yaldız   | 24.11.2021
Malbatên Mûşî ji bo zarokên xwe çalakiya li ber HDPyê didomînin

Muş

Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin.

20 malbatên piştgiriyê didin dayikên Diyarbekirê û bi hêviya bigihêjin zarokên xwe, her hefte roja çarşemê li ber avahiya HDPyê tên cem hev.

Malbatên li pêş avahiyê kom bûn pankartên "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, li dijî HDPyê durişm berz kirin.

Şemsettîn Ozcanê di sala 2016an da kurê wî hatiye revandin daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew 32 hefteye tên û li pêş Serokatiya Bajêr a HDPê nobetê digirin.

Ozcan ragihand ku havîn û zivistan ferq nake ewê çalakiya xwe bidomînin û wiha pê da çû: "Em zarokên xwe ji HDPê dixwazin. Ev doza miletê Kurd nîne. Heke wisa bûya wê bihatina û li derdê me bipirsiyana. Derdên wan tiştek dine. Zarokên wan li kê derê ne. Em vê derê terk nakin. Em ji HDPyê ra dibêjin ji me dûr bisekinin. HDP tu alîkarê Îsraîl û Amerîkayê yî û here cem wan. Tu zarokên me hildidî û dibî ji kê ra? Te em perîşan kir û Xwedê jî we perîşan bike."

- "Lenet li HDP û PKKê be"

Dayîka bi derd û kul Gulbahar Tekerê jî got ku heta hemû zarok ji serê çiyê bên ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha domand: "Hewa sare lê em ê çalakiya xwe bidomînin. Lenet li HDP û PKKê be. Dê û bav li vê derê perîşan bûn. HDP li derdê me napirse. Ez natirsim û li vê derê me û ezê çalakiya xwe bidomînim."

Ji dayikan Ayten Koçhanê jî got: "Emê çalakiya xwe bidomînin. Vegerin ewladê min. Werin xwe bispêrin dewletê. Zarokên wan li malên di nav kêfê da ne û hûn li serê dax û çiya ne. Ew li avahiyên HDPê di cihên germ da ne û em di vê sermayê da li benda we ne. Heta hûn werin em li vê derê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın