Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê çalakiya xwe ya li ber avahiya HDPyê domandin

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım   | 22.06.2022
Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê çalakiya xwe ya li ber avahiya HDPyê domandin

Muş

 Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe, her hefte roja çarşemê li ber avahiya HDPyê tên cem hev, çalakiya xwe domandin.

Malbatên li ber avahiya HDPyê hatin cem hev, pankartên "Partiya Dijminê Gel", "Çi HDP çi PKK", "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe bilind kirin, bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin û bertek nîşanî HDPyê dan.

Şemsettin Ozcanê bav ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ev 62 hefte ye ew vê çalakiyê didomînin.

Ozcan ji HDPyê zarokê xwe xwest û wiha got:

"HDPyê zarokên me çawa biribe dabe PKKyê, bira wisa jî bîne. Heta zarok neyên em ê vir neterikînin. Tu eleqeya van bi Kurdan tuneye. HDP çi ji me dixwaze. Esker polês zarên min û te ne. Em jî bangî zarokên xwe dikin. Heger dengê me tê we, werin. Werin teslîmî esker û polêsên me bin."

22.06.2022

Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê çalakiya xwe ya li ber avahiya HDPyê domandin

Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin.

Şahinaz Ozcana dayik jî diyar kir ku 5 sal e ew ji kurê xwe xeberê nastîne û wiha dewam kir, "Ez nizanim ka kurê min heye yan na. Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim. Heta kurê min neyê ez ê di çalakiyê da berdewam bim. Atîlla ku tu dengê min dibihîzî were, were teslîmî dewletê bibe. 5 sal e ez vê êşê dikişînim."

Îhsan Demirê bav jî diyar kir ku kurê wî ji navçeya Haskoyê hat revandin û wiha got, "Ev salek e em li vir çalakiyê dikin. HDP û PKK bira zarokên me bi paş da bînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın