Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji Dayikên Diyarbekirê Ayşegul Bîçer gelek kêfxweşe ku wê piştî 3 salan bigihîje ewladê xwe

Ömer Yasin Ergin, Ahmet Kaplan, Osman Bilgin   | 29.07.2021
Ji Dayikên Diyarbekirê Ayşegul Bîçer gelek kêfxweşe ku wê piştî 3 salan bigihîje ewladê xwe

Diyarbakir

 Ji Dayikên Diyarbekirê Ayşegul Bîçer bi kelecane ku wê piştî 3 salan bigihîje kurê xwe yê ji rêxistina terorê reviya û hat teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Serokomar Erdogan digel Ayşegul Biçer a ji Dayikên Diyarbekirê ku kurê wê teslîm bû axivî

Bîçer ji 3 dayikên ku di 3yê Îlona 2019an da li pêş avahiya serokatiya bajêr a HDPê bi armanca bigihîjin ewladên xwe dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn yek e û tevlî mêrê xwe Rauf Bîçer ew di têkoşîna xwe da biserketin.

Kurê wê Mustafa di sala 2018an da hêj 18 salî revandibûn serê çiyê û ew niha li bendê ye ewladê xwe hembêz bike û ji nûçegihanê AAyê ra qala kêfxweşî û şabûna xwe kir.

Dayika çavê wê li rêya ewladê wê got: "Dema kurê min ewilî têlefon kir dinya li min tarî bû û ez xeriqîm. Paşê ez bi ser xwe da hatim û dema dengê wî hat min mîna ez nû hatibim dinyê ewqas şa bûm. Kurê min ewilî ji min tolmeyê îsotan xwest. Min jê ra niha çêkiriye. Min odeya wî jî amade kiriye. Ez gihîştim ewladê xwe û Rebbê min bike para herkesî. Dayîk biserdikevin û wê biserkevin jî. Ev têkoşîn wê dewam bike. Heta ewladek û terorîstek hebe wê ev têkoşîn dewam bike."

- "Rebbê min bi îzna Xwedê û qeweta dewletê va ez biserxistim."

Bîçerê got: "Di dema nobeta ji bo ewladên xwe me digirt da gelek caran em rastî gefan hatin, du caran agir avêtin mala min, xwestin du qîzê min bikûjin lê min paşve gav neavêt. Min gote ez heqê xwe dixwazim. Min gote ez ê heqê xwe ji PKKya rêxistina terorê ya taşeron ra nehêlim. Rebbê min bi îzna Xwe û qeweta dewletê va ez biserxistim. Ji roja ku kurê min çû heta îro Ajansa Anadoluyê li cem min bû û ji bo dengê min bigihijîne çar aliyê welêt hewl da."

Dayika bi kelecan got ku di vê pêvajoyê da dayîk biserketin û PKK têk çû û ewladên wan êdî cot bi cot tên û teslîm dibin.

Bîçerê destnîşan kir ku PKKya rêxistina terorê ji bo dawî li çalakiya wan bîne dîmenên ewladên wan di qanalên televizyonên nêzî xwe da weşand lê wan dev ji çalakiya xwe berneda.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî bi peywendiyeke telefonê digel Bîçer a kurê xwe teslîmî hêzên ewlekariyê kir, axivî û bû hevparê kêfxweşiya wê.

Bîçerê ji ber tevgera Serokomar Erdogan jî gelek şa bû û got ku heta ewladek li serê çiyê nemîne ewê têkoşîna xwe bidomînin û ji hemû dayikan xwest ku bila piştevaniyê bidin çalakiya Dayikên Diyarbekirê û ewladên xwe ji nav lepên PKKya rêxistina terorê derxin û bila ewladên wan nebin qurbana PKK û HDPê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın