Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji ber ku li Diyarbekirê 3 malbatên din jî gihîştin zarokên xwe hêviya dayikên ji Hekariyê zêde bû

Sayim Harmancı   | 01.08.2021
Ji ber ku li Diyarbekirê 3 malbatên din jî gihîştin zarokên xwe hêviya dayikên ji Hekariyê zêde bû

Hakkari

Ji ber ku 3 malbatên din yên li pêşiya serokatiya bajêr ya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikirin jî gihîştin ewladên xwe yên ji PKKya rêxistina terorê revîn û teslîmî hêzên ewlekariyê bûn, ev ji bona malbatên din jî bû hêvî.

Ji dayikên ku ji bona zarokên wan yên revandine çiyê li ber serokatiya bajêr ya HDPyê ya Diyarbekirê di 3yê Îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dane destpêkirin 3 malbatên din jî gihîştin zarokên xwe.

Mustafayê kurê Ayşegul Bîçerê, Aleva qîza Gullu Turana çalakî dikir û Ensariyê birayê Hayriye Akyuzê di encama xebatên qanîkirinê yên Fermandariya Cenirmeyan yên Diyarbekir û Tunceliyê û Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê da li Şirnexê telîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Malbatên ku li Hekariyê ji 8ê Çileyê vir va li ber avahiya serokatiya HDPyê ya Hekariyê carcaran çalakiyê rûniştinê dikin, ji ber ku 3 malbatên din jî di 29ê Tîrmehê da gihîştin zarokên xwe kêfxweş bûn û hêviya wan zêde bû.

Malbatên ku dixwazin mîna dayikên din bigihîjin zarokên xwe bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê didin û ji dê û bavên din jî destekê xwestin.

Malbatên li bendê ne ku rojekê bigihîjin zarokên xwe bang kirin ku zarokên wan vegerin û teslîm bibin.

Necîbe Çiftçiya ji bona kurê xwe tevlî çalakiyê bûye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "8 sal e kurê min li çiyê ye. Kurekî min jî ji ber ku li birayê xwe digeriya bi destê terorîstan hat kuştin.."

Çiftçiyê diyar kir êşa du ewladên xwe dikişîne û wiha axivî, "Vegere, êdî bes e. Li wir nemîne. Heger venegerî şîrê min li te heram be. Me ji vê êşê xilas bike. Înşellah em ê ewladên xwe ji wan xilas bikin. Ez ê bi destê dewletê ewladê xwe bistînim. Ez li Diyarbekirê bûm, 3 kes teslîm bûn. Em kêfxweş bûn. Bi îzna Xwedê em ê wisa bigihîjin ewladên xwe. Em ê jî bi dahol û zirneyê tevî zarokên xwe ji çadirê derkevin."

- "Ji ber ku malbat digihîjin zarokên xwe em kêfxweş dibin"

Esmer Koça ji bona keçika xwe tevlî çalakiyê bûye diyar kir ku zhef hewl daye lê tu agahî hilnedaye.

Koçê destnîşan kir heya keça xwe hilnede wê çalakiyê bidomîne û wiha peyivî, "Înşellah em ê zarokên xwe ji destê wan zaliman xilas bikin. Zarok bere bere vedigerin. Înşellah wê hemû vegerin. Ez bangî keçika xwe dikim. Were û teslîm bibe, ew der ciyê te nîne. Îşê me bi wan zalima tuneye. Were û xwe bispêre dewlet û eskerên me. Te tu xerabî nekiriye. Ez dizanim te revandine. Ji ber ku malbat digihîjin zarokên xwe em kêfxweş dibin. Înşellah wê zarokên me jî vegerin."

- "Ji ber ku malbat digihîjin zarok xwe hêviya me zêde dibe"

Medenî Kaya jî destnîşan kir xwîşka wî xapandine û birine çiyê û wiha got, "Em dixwazin vegere. Me heya niha tu agahî jê hilnedaye."

Kaya diyar kir berê li Diyarbekirê tevlî çalakiyê bûye û niha jî li Hekariyê bi malbatan ra çalakiyê didomîne û wiha pê da çû, "Em dixwazin her kes destekê bide me. Rêya wan rast nîne. Heya agahî jê hilnedim ez ê çalakiyê bidomînim. i ber ku malbat digihîjin zarok xwe hêviya me zêde dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın