Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Hetanî HDP kurê min neyne ez ê ji vê derê neçim"

05.03.2021
"Hetanî HDP kurê min neyne ez ê ji vê derê neçim"

Diyarbakir

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 550yî da dewam dike.

Nîhal Çîftçiya ji bo Emîrcanê kurê xwe yê 9 sal berê di 14 saliya xwe da revandin çiyê ji Hekariyê hat beşdarî çalakiyê bû got ku tu xeberekê ji ewladê xwe hilnade.

Çîftçiyê diyar kir ku piştî lêkolînan hîn bûn ku PKKya rêxistina terorê kurê wê revandiye û wiha pê da çû:

"Dema kurê min winda bû ez çûm HDPyê. Lîste rayê min dan. Gotin kurê te tevlî PKKyê bûye. Heke HDPyê piştgirî nedabûya navê kurê min di wê lîsteyê da çi digeriya? HDP ji ku dizane ku kurê min çûyê PKKyê? Tê wê meneyê ku piştgiriyê dide loma dizane. Hetanî HDP kurê min neyne ez ê ji vê derê neçim."

Çîftçiya dayik wiha axivî: "Emîrcan kurê min were. Em li benda te ne. Hingî tu çûyî jiyan li me heram bûye. Were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Dewleta me bi merhemet e."

Aydan Arslana ji bo Aysuna qîza xwe ya 6 sal berê revandin çiyê çalakiyê didomîne jî got ji bo domandina çalakiyê bi biryar in.

Arslanê destnîşan kir ku hetanî qîza xwe hilnede ji pêşiya avahiyê ranabe û wiha got: "Ez qîza xwe ji HDPyê dixwazim. HDPyê ewlada min xapand."

Arslanê bangî ewlada xwe kir û wiha pê da çû: "Qîza min heke min dibihîzî an dibînî were. Teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Dewleta me hêzdar e. Werin teslîmî şewqeta dewletê bibe."​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın