Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Em her roj hêstiran dibarînin û kezeba me peritî"

Guzîde Demir: "Ev 5 sal e ku em vê êşê dikişînin. Em her roj hêstiran dibarînin û kezeba me peritî. Ji bo me mirin her roj e"

16.09.2020
"Em her roj hêstiran dibarînin û kezeba me peritî"

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bo ewladên wan ên revandine serê çiyê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 380yî.

Guzîde Demir a ku ji bo Azîzê ewladê xwe yê 4 sal berê hêj 16 salî revandin serê çiyê, tevlî nobetê bûbû got ku ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Demirê diyar kir ku ew ji HDPê kurê xwe dixwaze û wiha domand: "Ev 5 sal e ku em vê êşê dikişînin. Em her roj hêstiran dibarînin û kezeba me peritî. Ji bo me mirin her roj e. Em heta ewladên xwe hilnedin ji vê derê naçin. Ewladê min tu li kê derêyî were û teslîm bibe. Me bêriya te kiriye."

Latîfe Odumluya ji Orduyê bo kurê xwe tevlî çalakiyê bû ragihand ku kurê wê Ozgur dema li Zanîngeha Dîcleyê xwendekar bû bi xapandin birin serê çiyê.

Odumliyê destnîşan kir ku wê ji bo kurê xwe bibîne bi salan hewl da û wiha domand: "Ez heta kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Em hesreta ewladê xwe ne. Di mala min da hizûr tuneye. Ewladê min bireve were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın