Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê bûn

Aydan Arslana ji bo qîza xwe Aysunê ya 5 sal berê revandine çiyê û Halîl Esendemirê ji bo kurê xwe Hacî yê 28 sal berê revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûn

18.02.2020
Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê bûn

Diyarbakir

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê ya ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bûn.

Çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê ya HDPyê ji revandina zarokên xwe yên çiyê berpirsyar dibînin û di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 169emîn da dewam dike.

- "Teslîmê dewletê be"

Aydan Arslana ji Sûra navçeya Diyarbekirê ji bo qîza xwe Aysunê ya 5 sal berê dema ew 15 salî bû revandine çiyê, beşdarî çalakiyê bû.

Arslanê bangî qîza xwe kir ku ew teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û wiha axivî: "Qîza min ji hêla HPyê va hat revandin. Gotibû 'ez diçim seyranê' û çûbû. Ez hatim HDPyê û min qîza xwe ji wan xwest."

Dayika Arslanê got qîza wê piştî 5 salan ji wê ra telefon kiriye û wiha axivî: Qîza min got 'Min revandin çiyê, min dîtirsînin. Dibêjin tu herî wê te bikûjin'. Na, qîza min te nakujin. Ew derewan dikin, ew terorîst in. Teslîmê dewletê be."

- "Ji bo ku ez bigîhijim kurê xwe û piştgiriyê bidim malbatan beşdarî çalakiyê bûm"

Halîl Esendemirê ji Guçlukonaka navçeya Şirnexê beşdarî çalakiyê bûye jî got kurê wî Hacî 28 sal berê dema ew 17 salî bûye çûye Stenbolê ku bixebite, lê ji wir pê va tu xeber ji wî nehatiye.

Esendemir got ew hîn bûye ku kurê wî li Bakurê Iraqê ye û wiha dewam kir: "Ji bo ku ez bigîhijim kurê xwe û piştgiriyê bidim malbatan ez beşdarî çalakiyê bûm."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın