Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayik Turkan Mutlu: "Înşallah ezê qîza xwe hildim û herim"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Türkan Tosun   | 20.09.2020
Dayik Turkan Mutlu: "Înşallah ezê qîza xwe hildim û herim"

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 384emîn.

Turkan Mutluya ji bo qîza xwe Ceylan Tekîna ku revandine çiyê ji Bursayê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye got ew dixwaze bigîhîje qîza xwe.

Mutluyê got HDPyî dibêjin haya wan ji qîza wê tune û wiha axivî: "Qîza min çû kar û êdî nehat. Cihê lê dixebitî pere hilnedabû. Nexwe ev zarok çawa hema wisa dikare here çiyê? Ez sed salî jî li vir bimînim tu hêviyeke min ji HDPyê tune, lewra heke ji HDPyê bê ew rojekê jî me li vir nahêle. Bes e êdî dest bidin wîcdana xwe, me bibînin, me bînin li ser ziman. Dema ev kon li vir be ez nikarim li mala xwe bimînim. Her saniye bi hêvî bendê me û dibêjim 'Gelo tu xeberek wê bê?".

Şevket Bîngolê ji bo kurê xwe Tuncay ê ku dema 14 salî bûye 6 sal berê ji Stenbolê birine çiyê li ber avahiyê HDPyê rûdinê jî wiha got: "Ez têm 3 mehan dimînim. Ez diçim, şûna min jina min tê. Em hevdu diguherînin. Heta em zarokên xwe hilnedin emê neçin. Bila her kes vê bizanibe. Heta Xwedê rûhê min nestîne, ez heta kurê xwe hilnedim ezê ji vir neçim. Tuncay kurê min heke dengê min tê te, tu min dibînî bireve teslîmê eskerên Tirkan be."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın