Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê da jî çaverêyî zarokên xwe ne

Aziz Aslan   | 22.07.2021
Dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê da jî çaverêyî zarokên xwe ne

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, di Eyda Qurbanê da çaverêyî zarokên xwe ne.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 689em.

Nîhal Çîftçiya ji Hekariyê hatiye Diyarbekirê û ji bo kurê xwe yê Emîrcan yê ku 9 sal berê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê çalakiya rûniştinê dike got ku 10 sal berê kurê wê di Eyda Qurbanê da hat xapandin û revandin.

Çîftçiyê wiha xeberda, "Kurê min ji hêla HDPyê hat revandin. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Heta kurê min nedin, ez ê ji vir neçim. Ez vê eydê bêtir bi êş û jan im. Kurê min vegere, ez ê wisa kêfxweş bim mîna ku nû hatime dinyayê."

Guzide Demira ku ji Baglara Diyarbekirê di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku eyda wê bi hesreta kur derbas dibe.

Demirê bal kişand ku wê zehf bêriya kurê xwe kiriye û wiha got, "Kurê min berî bimrî, were û ez te bibînim. 12 eyd e ez kurê xwe nabînim. Ez hesretî rûyê wî me. Heke vê eydê kurê min bihata, ez ê pir kêfxweş bûma, dinya dê bibûya ya min."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın