Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Sakîne Tunara ku ji Erziromê bo kurê xwe Celal hat: "Ez ji HDPê kurê xwe dixwazim. HDPê kurê min bir. Heta kurê min neyê ez ji vê derê ranabim"

21.02.2020
3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Diyarbakir

3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bûn.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya HDPyê ji revandina zarokên xwe yên çiyê berpirsyar dibînin û di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin dewam dike.

Sakîne Tunar ji Erziromê bo kurê xwe Celal, Medenî Kaya Şemzînana Hekariyê bo xwîşka xwe Rahimeyê û Reşat Kaya jî ji Şemzînanê bo apê xwe Menaf hatibûn li Diyarbekirê tevlî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn.

Sakîne Tunarê diyar kir ku kurê wê 4 sal berê hêj dema 17 salî bû û ji bo xebatê çûbû Stenbolê hat xapandin û ji wê derê birin.

Tunarê got ku mêrê wê 12 sal berê wefat kir û wê bi zor û zehmetî zarokên xwe mezin kir û wiha pê da çû: "Ev 4 sal e tu xeberek ji kurê min tuneye. Kurê min ji bo debara me çû xebatê lê ew xapandin û birin. Ez ji ber tirsa ku wê kurê min ê din jî birevîn nahêlim ew derkeve derva. Ez kurê xwe ji HDPê dixwazim. HDPê kurê min biriye. Heta kurê min neyê ez ji vê derê ranabim."

- "Xwîşka min vegere"

Medenî Kayayê ku ji bo xwîşka xwe hat û tevlî çalakiyê bû jî got ku ji ber hin malbat gihîştin zarokên xwe hêviya wan zêdetir bû û wiha domand: "Bavê min wefat kir û diya min jî nexweş e, ji ber vê jî ez hatim. Ez xwîşka xwe ji HDPê dixwazim. Çawa şandine bila wisa jî bînin. Heta ku xwîşka min venegere ez ji vê derê naçim. Xwîşka min, min pir bêriya te kiriye êdî were. Diya me nexweş e, bavê me mir û te nedît. Diya me te bibîne belkî baş bibe."

Reşat Kayayê ku ji Şemzînanê bo apê xwe Menaf hat û di çalakiyê da cih girt ragihand ku pîra wî pir meraqa kurê xwe dike û di nav cih û nivînan da çavê wê li rêya kurê wê ye.

Kaya got ku ew dixwaze bi mizgîniyekê vegera ba pîra xwe û wiha domand: "Înşeallah ez û apê xwe em ê bigihîjin hev. Ez ê bi mizgîniyê vegerim cem pîrika xwe. Çalakiya li vê derê ji bo me bû hêviyeke mezin."







Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.