Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Guger: Ji ber ku HDPê ewladê min revand ez hatime ber derê wan sebiyê xwe ji wan dixwazim

Ahmet Kaplan   | 13.04.2021
 Guger: Ji ber ku HDPê ewladê min revand ez hatime ber derê wan sebiyê xwe ji wan dixwazim

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku bi revandin birine serê çiyê, li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştina Dayikên Diyarbekirê ku HDPê wek berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 589an da dewam dike.

Sultan Guger a ji bo kurê xwe Dogan Gugerê 6 sal berê birin serê çiyê nobeta xwe didomîne got ku ew bi hêviya bigihîje ewladê xwe di nobetê da ye û wiha pê da çû: "Ji ber ku HDPê ewladê min revand ez hatime ber derê wan sebiyê xwe ji wan dixwazim. Heta ewladê min neyê ez ji vê derê naçim."

Gugerê got ku wê pir bêriya ewladê xwe kiriye û dixwaze ku ewladê wê bê û teslîm bibe.

Necmettîn Bîçer ê ji bo qîza xwe Gulcanê dest bi çalakiyê kiribû jî got: "Qîza min ji alî HDPyiyan va hat revandin û teslîmî PKKê kirin. Ez ji bo ewlada xwe heta dawiyê li vê derê me. Ji bo hemû zarokan wê liberxwedana me dewam bike. Mesele bi tenê qîza min nîne mesele pêşeroja welêt e. Ji bo xatirê vê mehê em ê hemû bibin yek. Ji bo xatirê vê meha bimbarek bila kes li serê çiyê nemîne. Qiza min tu jî were û teslîm bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.