Nûçeyên analîzê

Qeyrana av û hewayê û bobelatên "tebiî"

Wekî ku di bîst salên dawîn da berbiçav bû em dibin şahidê afet û bûyerên tebîetê yên ku wek encamên xirakirin û texrîbata mirovahiyê ya dijî tebîetê zêde bûne û her ku diçe şideta wan zêde dibe

Çağla Vural   | 28.07.2021
Qeyrana av û hewayê û bobelatên "tebiî"

Istanbul

 Bi taybetî wekî ku di bîst salên dawîn da berbiçav bû em dibin şahidê afet û bûyerên tebîetê yên ku wek encamên xirakirin û texrîbata mirovahiyê ya dijî tebîetê zêde bûne û her ku diçe şideta wan zêde dibe. Li dinyaya ku ji ber fealiyetên mirovan germ bûye guherînên ku di av û hewaya kurewî da çêbûn tu carî evqas bandor li ser jiyana me ya rojane nekiribûn. Digel delîlên zanistî û qebûla giştî ya di raya giştî ya dinyayê da guherîna av û hewayê ya ku hê jî qismekî hindik a mirovan bi guman dibînin îro bi tesîrên xwe yên neyînî va li cihên cuda yên dinyayê guheriye qeyranekê.

Piraniya karesatên ku di salên dawîn da qewimîn rasterast an jî nerasterast bi qeyrana av û hewayê ra eleqedar e. Şewatên ku di sala 2019an da di daristanên Amazonê da derketin yek ji nîşaneyên qeyranê bûn. Di hezîrana 2021ê da jî li cihên cuda yên herêmê bi hezaran şewat hatin tefandin. Germahiyên ku bi germbûna kurewî ra zêde bûne û av û hewaya herêmî û kurewî ya ku li gor wê guherî bandorê qada jiyana gelek cureyên wekî rewaya axê, daran û hijikan dike û bi bêaviya ra sixletiya şewatên daristanê zêde dike. Digel vê guherîna av û hewayê ya ku ji ber mirovan çêbûye tekane û sedema sereke ya şewatan nîne. Li daristanên Amazonê bêdaristanbûna ku ji ber birîna daran û vekirina qadên çandiniyê ku rasterast çalakiyên mirovan bûne sedem jî ji sedemên bingehîn in ku şewatan zêde dikin. Di vê mijarê da rastiya ku em rû bi rû dimînin ew e ku daristanên Amazonê yên ku peydakerên oksîjenê yên herî mezin ên dinyayê ne û karbona li ser rûyê dinyayê dimijin -ku belavbûna karbonê çavkaniya herî mezin a guherîna av û hewayê ye- dîsa bi fealiyetên mirovan tê texrîbkirin. Bi vî awayî em di têkoşîna dijî qeyrana av û hewayê da yek ji çekên xwe yên herî girîng dîsa bi destê xwe ji holê radikin. Bi vî awayî em pêşiyê lê vedikin ku bandorên neyînî yên tên payîn ku der barê guherîna av û hewayê da di sedsalên li pêş me da derkevin holê gelekî zûtir biqewimin.

Di asta kurewî da şewteke daristanê ya din şewatên daristanên Avustralyayê bûn ku di salên 2019, 2020 û sibata 2021ê da çêbûn û bi mehan mimkun nebû bên tefandin. Şewatên ku bi milyaran giyanwer mirin û gelek mirov bêmal man, bûn sedem ku çendî hektar qada daristanê tune bibe.

Herêmeke din a ku çendî hektar daristan şewitî jî Sibîrya ye ku em bi av û hewaya wê ya sar va nas dikin. Li herêma ku ji ber guherîna av û hewayê germahî zêde bûye û şilî kêm bûye şewat li qadên ku mirov nikarin biçinê zêde bûn û tenê bi dîmenên peykê tên tesbîtkirin. Şewatên navborî di heman demê da dibin sedema belavbûna karbona zêde û pêvajoya guherîna av û hewayê dilezîne û ev yek jî wekî xaleke balkêş derdikeve pêş me.

- Bûyerên hewayê yên gur û giran bêtir diqewimin

Şaşiyên ku car carna guherîna av û hewayê ku bêavî û şewatan fît dikin jî ew in ku wisa tê fikirin pirsgirêk tenê bandorê li ser bêavî û germbûna hewayê dike. Guherînên ku ji ber germbûna kurewî çêdibin tenê encamên ku hatin diyarkirin dernaxîne holê. Guherîna çêdibe di rastiyê da dibe sedem ku şidet û sixletiya bûyerên hewayê biguhere. Bi gotineke zelaltir va bûyerên hewayê yên gur û giran ên wekî germa zêde, şiliya gur û zêde û ba û bahoza giran dibin sedem ku sixletî û şideta afatên wekî bêavî, şewat, lehî û yên wekî wan zêde bibin. Wekî mînak di sala 2017an da Teksak, bahoza Harveyê ya ku li Amerîkayê çêbû bi mirinan, xisarên ku bi hezaran malî da çêbûn, xirabûn û bi milyar dolar zirarî va wekî yek ji bobelatên herî mezin ên din dîroka welêt da hat qeydkirin. Bahoza Marîayê ya ku heman salê li Porto Rîkoyê çêbû jî ji ber mirinên ku di dema bahozê da çêbûn û birîndarbûn û nexweşiyên ku paşê ji ber bahozê çêbûn, ji ber ku dermanên hewcehî pê hebûn negiha mirin zêde bûn û di nav bobelatên herî bişidet da cihê xwe girt. Di vir da xala herî balkêş ew e ku herî zêde aliyên xizan ên ku li herêmên meyldarê lehiyê ne û pirsgirêkên wan ên binesaziyê hene dikevin bin bandora afatên ku bi bahoza gur û şiliyan derdikevin.

Di meh û rojên dawîn da lehiyên ku ji ber bayê gur û şiliya gur a ku ji ber guherîna av û hewayê çêdibin zêde bûne. Lehiya ku hefteyên borî li Japonyayê çêbû bû sedema mirin û windabûna gelek kesan. Ji ber lehiya ku di van rojên dawîn da li Hindistanê rabû ji sedî zêdetir mirov mirin. Tê axaftin ku dê jimara miriyan zêdetir bibe. Bi heman awayî li Ewropaya Rojav li Almanya, Belçîka û Hollandayê lehî rabûn û av rabûn û tê gotin ku jimara kesên ku di van lehiyan da mirin ji hezarî derbas dibe. Ev bobelat hemû dibin sedema zirara madî jî. Lehî û hezaza ku li Rîze û Artvînê çêbû hem bû sedema mirinan hem jî mecbûrî çêbû ku gelek kes ji herêmê bên texliyekirin.

Dibe ku sedemên lehiyê yên cuda hebin û tê diyarkirin ku rewşa ku di mînakên hat destnîşankirin da piranî ji ber barana gur û nişka va tê û rabûna ava çeman, rabûna ava behran ra têkildar e. Lehiyên diqewimin digel ku dibin sedema mirin û xisar û xirabûna malan xisarê dide xetên boriyê, xetên neqilkirina vejenê û belavkirinê û her wiha binesaziya gihandinê jî maliyetên mezin derdixînin holê. Mixabin ku tê gotin ku ev rewş bi van mînakan namîne û afatên manend dê bi zêdebûn dewam bikin û zanyar vê yekê gelek caran tînin ziman.

- Hemû alî divê berpirsyariyê hildin ser xwe

Helbet tevdîrên ku dikarin ji bo bobelatên lehiyê bên hildan hene. Di vê çarçoveyê da hişyariyên meteorolojîk ên der barê şiliya gur da, pêşîlêgirtina îskana li geliyên çeman, çêkirina qenalên ava baranê û bilindgirtina kota rabûna avê û hwd. mirov dikare gelek tevdîran rêz bike. Digel vê ji bo pêşîlêgirtina bobelatan rêbaza herî çalak çandina daran û zêdekirina cihên şîn e. Ji ber ku sedema herî mezin a lehiyên çêdibin beton e. Ji ber zêdebûna betonê ya ku em li bajaran gelekî rast tên û mixabin ku êdî li bajarokan jî zêde bûye kapasîteya axê ya ji bo kişandina ava baranê di şiliyên gur da di demek kurt da tijî dibe. Bi vî awayî di şiliyên gur û giran da ji ber ku kapasîteya axê heye ku wekî sungereke avê bikşîne xwe ya ku zêde dimîne li rûxarê dimîne û dibe sedema herikînê. Dema pirsgirêkên binesaziyê yên der barê newalên çeman û qenalên drenajê jî li serê bên zêdekirin lehî radibin.

Hemû pirsgirêkên hatin behskirin di eslê xwe da ji ber fealiyetên mirovan zêde bûne û ev yek jî aliyê balkêş ê mijarê ye. Ji ber texrîbatên ku mirov li tebîetê dikin, midaxeleyên ku nîzam û ahenga tebiî xira dikin, şaş emilandina eraziyan, bêdaristanbûnê bûyerên wekî erozyon û hezazê zêde bûne û ev yek bobelatên lehiyê û şideta van bobelatan zêde dike. Di tabloya ku derketiya hemberî me da jî bûyerên hewayê yên gur û giran ên ku guherîna av û hewayê ya ji ber mirovan bûye sedem û bobelatên ku di pêvajoya tevlihev a pergalên ekolojîk ên ku dîsa bi fealiyetên mirovan xira bûye çêdibin di dawiya dawî da dibe sedema mirina gelek giyanwerên ku mirov jî di nav da ne, xisara hawirdor û di jiyana mirovan da zirara madî derdixîne holê.

Germbûna hewayê û guherînên av û hewayê dibe sedema gelek pirsgirêkên wekî zêdebûna asta behrê, bûyerên hewayên yên gur û giran, bêavî, lehî û derketina nexweşiyên şewbî û zêdebûna leza belavbûna wan. Pirsgirêkên tên diyarkirin ji bo mirovan dibin sedema gelek pirsgirêkên din ên wekî pirsgirêkên debarê, kêm gihaştina avê, pirsgirêkên tenduristiyê, xizanî, bêewlehiya xurekê û zêdebûna koçê. Dawiya dawîn da jî pirsgirêkên ewlehiyê yên pêkan e bingeha şidet û pevçûnan derxîne holê. Di ser da jî dereceyên pêkhatina van bandorên neyînî li gor asta pêşketin û debara şexsan, herêman û welatan diguhere. Aliyên xizan ên ku di belavbûna xaza serayê ya ku dibe sedema guherîna av û hewayê da hem ji hêla dîrokî va hem jî di roja me da tu berpirsyariya wan tune dema wek welat tê fikirîn jî welatên zehf pêşketî nînin û bi kêmasiyên binesaziyê yên cuda û bi giştî jî kêmasiya adaptasyona şertên nû va hember pêvajoyê bêparastin in. Ji wê jî wêdetir cureyên din ên ji bilî mirovan jî hember pirsgirêkeke ku nebûne sedem zirarê dibînin. Pirsgirêka edalet û heqaniyetê ya ku di vir da derket pêşberî me mijareke din a girîng e ku divê em li serê bisekinin.

Wek encam guherîna av û hewayê hem ji hêla sedeman va hem jî ji hêla encamên xwe va rasterast bi aborî, siyaset, civak û saziyên civakî ra eleqedar e. Ji ber vê jî pêwîst e ku mirov, rêxistinên civakî yên sivîl, şirketên navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û dewlet di têkoşîna dijî guherîna av û hewayê da hem jî di pêvajoya adaptasyona şertên nû da divê di astên cuda da berpirsyariyê hildin ser xwe. Heke di nav hevkariyê da berpirsyariyê hilnedin ser xwe û texrîbata dijî tebîetê dewam bike em ê di roj, meh û salên pêş me da jî bi zêdebûn xeberên lehî, şewat û afatên ku wekî "bobelata mezin" tên binavkirin bibihîzin.

[Çagla Vural di mijarên hawirdor, guherîna av û hewayê, ewlehiya hawirdorê da bûye pispor û di Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Îstanbul Medeniyetê da xebata xwe ya doktorayê didomîne]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.