Nûçeyên analîzê

Pirsgirêka mezin a li Iraqê: Kêmasiya pêbaweriyê û lihevnekirin

Bilgay Duman   | 30.11.2021
Pirsgirêka mezin a li Iraqê: Kêmasiya pêbaweriyê û lihevnekirin

Istanbul

Kordînatorê Lêkolînên Iraqê ya ORSAMê Bîlgay Duman êrîşa esmanî ya dijî avahiyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa El Kazimî û geşedanên ku piştî hilbijartinan li welêt çêbûn ji AA Analîzê ra nirxand.

Li Iraqê di 10ê Cotmeha 2021ê da hilbijartinên parlamentoyê çêbûn, ji ser ra mehekî zêdetir dem derbas bû, lê hê jî encamên fermî nehatin eşkerekirin. Komîsertiya Hilbijartinê ya Bilind a Xweser a Iraqê (KHBXI) rojek piştî hilbijartinên ku bi dengdayîna elektronîk çêbûbûn encamên ewil eşkere kiribû. Lê ji ber îtirazan di gelek sandiqan da jimartina dengan a bi destan va tê kirin dest pê kiribû. Lê ev jî hê temam nebûye.

Ji hêla din jimartin temam bibe jî encamên fermî eşkere nabin. Divê encamên ku KHBXIyê eşkere kir ji hêla Mehkemeya Bilind a Federal a Iraqê va jî bên qebûlkirin. Ev pêvajo hê dewam dike, lê bi taybetî komên milîs ên Şiî yên alîgirên Îranê û tevgerên siyasî yên ku ew piştgiriyê didin dest bi protestoyan kirin. Xwepêşandan û çalakiyên rûniştinê kirin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di van çalakiyan da bi tundî midaxeleyî xwepêşandêran kirin, ji ber ku kuştî û birîndar çêbûn rageşî zêdetir bû.

Piştî ku dijî avahiyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa El Kazimî êrîşa esmanî çêbû rageşî zêde bû. Ji ber vê rewşê li Iraqê mizakere û ewlehî jî zehmettir dibe. Bûyeran derûniya civakî jî xirab kir.

- Li Iraqê pirsgirêka bingehîn: Kêmasiya pêbaweriyê

Piştî dagirkeriya Amerîkayê em dikarin bibêjin ku li Iraqê pirsgirêka bingehîn kêmasiya pêbaweriyê ye. Piştî dagirkeriya Iraqê û bûyerên li dû wê qewimîn di nav însanan da xwebarî û jihevbawerikin kêm kir û bû sedema bêhêvîbûnê. Qismekî mezin yê welêt bi taybetî ciwanên temenê wan ji 35an biçûktir yên ji sedî 75ê civakê pêk tînin ji dahatûya xwe bêhêvî ne. Bêhêvîbûnê di xwepêşandanên di 2019an da dest pê kirin da xwe da der.

Protestoyên hatin kirin her çiqas nîşan bidin ku civaka Iraqê ji halê xwe ne razî ye û bo guherîna wê hewl dide jî di dawiyê da rewşa welêt heta niha bo vê yekê destûr nedaye. Li Iraqa ku ji hêla nijadî û mezhebî va parvekirî ye bi dagirkeriya Amerîkayê va nêrîna rêvebirineke di qada civakî, siyasî da li halê welêt nayê, hat sepandin. Şêniyên welêt di kar û barên xwe yên rojane da jî gorî vê nêrîna xwe tevdigerin.

Li Iraqê rêvebirin bi nêrîna otorîteya navendî ev bi dehan sal e tê kirin lê li welêt xwe bi nijad, ol, mezhep, eşîr û axekê va girêdan serdest e û digel vê yekê pergaleke federal a sist li welêt tê sepandin. Ji ber vê pergalê ji hev bawernekirin di civakê da belav bû û ji ber rageşiya nijadî û mezhebî di nav civakê da mirov ji hev bawer nakin û ev yek ji beşa herî biçûk a civakê bigre heta ya herî mezin a civakê tê dîtin. Ev yek jî nîşan dide ku ji hev bawernekirin serdest e û ev yeka di nav civakê û nêrînên siyasî da jî xuya dike.

Partiyên siyasî di hevdîtinên ji bo hikûmetê da di mijarên rêvebirina saziyên dewletê û operasyonên ji hêla hêzên ewlehiyê va tên kirin da ji hev bawer nakin. Lewra li welêt hêl û komeke dema di nav dewletê da bû xwedî meqamekî di şûna berjewendiyên welêt da ewilî kom û alîgirên xwe diparêzin û ev yek jî dibe sedema ji hev bawernekirinê.

- Rîska pevçûna zêdetir dibe

Li Iraqê civak baweriya xwe bi partiyên siyasî, dewlet, rêveberî û rêvebiran nayîne û di heman demê da ev jihevbawernekirinekê derdixe holê. Ji ber vê yekê jî li welêt pergala birêvebirinê naçe serî. Li gor îndeksa bertîlgirtinê ku ji hêla Rêxistina Zelaliya Navneteweyî va hatibû kirin Iraq di nav 180 welatî da di rêza 12mîn da cî digire. Çavkaniyên li welêt her ku diçe kêm dibin û civak jî wekî ji agir çi xelas bikin kar e tevdigere û herkes dixwaze ji tiştên heyî îstifade bike û ji ber vê yekê jî car caran rîska pevçûnê zêde dibe.

Li welêt kîjan girse bixwaze qada xwe berfireh bike, têkilî qada girseyeke din dibe. Ev têkilîbûn hem dibe sedema pevçûnan hem jî valahiya hêzê û ewlehiyê jî bi xwe ra tîne. Bi vî hawî rêxistinên terorê ji xwe ra qadeke ku tê da rihet tevbigerin, dibînin. Her wiha welêt tûşî midaxeleya hêzên dereke jî tê. Lewra ji ber ku pergala Iraqê di serî da bi midaxeleya hêzên dereke va ava bûye, jixwe bingeha wê xerab hatiye çêkirin. Ji 2003yan heta niha hemû kesên ku li Iraqê bûne serokwezîr, digel welatîbûna Iraqê, di heman demê da welatiyê welatekî Rojava (bi taybetî Îngiltere) ne. Bi heman awayî gelek rayedarên ku di qedemeya rêvebiriyê da cih girtine jî ji welatê dinê ne. Bi vî hawî ji dêvla kesên xwecî kesên din jî dibin hakimê rêvebiriya dewletê. Di encamê da pevçûnên ku di navbera welatan da seba berjewendiyê dertên jî li Iraqê deng vedidin.

- Li Iraqê pirsgirêk wê çawa werin çareserkirin?

Li welatekî ku pirsgirêkên ev qas tevlihev hene, ne pêkan e ku pirsgirêk di demeke nêz da werin çareserkirin. Lewra meriv bîne pirsgirêkên li Iraqê bi girseyekê va girê bide yan jî bi grubekê va têkildar bike, ew jî ne durist e. Tenê hikûmetek an jî girseyek nebû sedem ku li welêt pirsgirêkên ewlehiyê an jî pirsgirêkên binesaziyê çêbibin. Heta ku li welêt nasnameyeke neteweyî û rêvebiriyeke li gor welêt neyê avakirin, hizûra civakî peyda nabe. Ji bilî van jî li Iraqê gelek nediyarî hene ku zelal bibin.

Li Iraqê pêdiviya hemû aliyan bi şirîkatî û yekîtiyekê heye. Heke ev yekîtî çênebe, belanebûna Iraqê pir dijwar e.

Ji aliyê din va divê neyê jibîrkirin ku hemû dînamîkên Rojhilata Navîn girêdayî Iraqê ne. Wekî ku di mijara DEAŞê da jî hat dîtin ku heke ku li Iraqê agirek derkeve, dipeke derên din jî. Ji ber vê yekê hêzên kurewî û herêmî divê seba îstiqrar û aştiya Iraqê gavan bavêjin, ne ku ji bo perçebûna wê. Ev pir girîng e."

[Bîlgay Duman ji Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) Kordînatorê Xebatên ser Iraqê ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.