Nûçeyên analîzê

Nivîsbariya dinyayê tehdîd dike: Pegasus

Ersin Çahmutoğulu   | 27.07.2021
Nivîsbariya dinyayê tehdîd dike: Pegasus

İstanbul

 Pegasusa nivîsbariya sîxuriyê ku hema bêje serdestê bazara çekên sîber ên navneteweyî ye bi îdiayên balkêş va dîsa di rojeva cîhanê da cî girt. Îdiayên ku Guardian, Washington Post, AFP, CNN û Reuters jî di nav da 16 saziyên çapemeniyê yên cuda anîn ziman bûn sedem ku Pegasusa ku ji hêla Îsraîlê va hatiye çêkirin di qada navneteweyî da dijî kî bi kîjan armancan tê emilandin.

Piraniya îdiayên navborî yên der barê Pegasususê da di rastiyê da bi salan e tên axaftin. Pegasus cara ewil di sala 2016an da di raporên lêkolînên teknikî da derket holê, hatibû îdiakirin ku Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE), Fas, Pakistan, Hindistan, Sûdan, Meksîka, Îspanya, Fransa, Macaristan jî di nav da li 50 welatan hatiye tesbîtkirin, li welatên navborî siyasetmedarên payebilind, rojnamevan, aktîvîst, hiqûqnas û nûnerên SCSyan hatine şopandin. NSO Groupa fîrmaya navenda wê Herzliya ye û hilberînerê Pegasusê ye wê heyamê hemû îdiayên navborî derewandibû.

Di pêvajoya ji 2016an heta roja me da di nav îdiayan da bû ku Pegasus li Tirkiyeyê jî hatiye tesbîtkirin û hin kes hedef hatine girtin. Cemal Kaşikçiyê ku di cotmeha sala 2018an bi hovane hat qetilkirin demekê bi Pegasusê hatibû şopandin û hedef hatibû girtin, piştî vê yekê mijara Pegasusê bû mijara nîqaşê. Di sala 2019an da Omer Ebdulezîzê hevalê nêz ê Kaşikçi çendî caran gotibû ku pêşî ew paşê jî Kaşikçi ji hêla birêvebiriya Mihemed bîn Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî va hedef hatin girtin. NSOyê eşkere kiribû ku ev îdia rast nînin, tu rola berhemên wan di kuştina Kaşikçi da tune.

Şirketê gelek xeberên ku di çapemeniya navneteweyî da derketin û digotin ku nivîsbariya Pegasusê bi vî awayî xirab hatiye emilandin derewand û heta îro jî di vê gotina xwe da israr dike. Bi taybetî îdiayên "Pegasus li tevahiya dinyayê belavî 50 hezar têlefonî bûye ya ku Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî (REN) û Forbîdden storîesê konsorsiyuma rojnamevanên navneteweyî amade kir û ji 16 saziyên çapemeniyê bi 80 rojnamevanan ra parve kir bi daxuyaniyên pey van ên şirketê va tên redkirin. Di qada navneteweyî da tê nîqaşkirin ku bersivên didin îdiayan mirov qanî nakin. Baş e lê ev îdia çiqas rast in? Berê ku bersiva vê pirsê bê dayîn divê mirov behsa şirketa NSO Group û Pegasusa nivîsbariya sîxuriyê bike.

- Navdariya xirab a ku bi pegasusê ra hat

NSO Groupa şirketa teknolojî û sîxuriya sîberê ya herî tê zanîn a Îsraîlê di sala 2010an da li bajarê Herzliyayê ji hêla sê Îsraîliyan va hat avakirin. Şirketa ku ev 11 sal in hatiye avakirin navdariya xwe ya kurewî bi saya Pegasusa nivîsbariya sîxuriyê bi dest xist. Lêbelê ji bo NSOyê ku navê wê di skandalên cuda û dozên wekî îxlalkirina mafên mirovan da derbas bû ji Pegasusê ra navdariyeke xirab anî.

NSO ji hêla sê kesên ku ji teşkîlata Unît8200 a ku di AMANa serwêsa îstixbarata eskerî ya Îsraîlê da rola bingehîn a fealiyetên îstixbarata teknikî dike hatin va hat avakirin. Navê şirketa ku ji hêla Niv Carmi, Shalev Hulio û Omri Lavie va hat avakirin ji herfên pêşî yên navê avakarên xwe pêk tê. Niv Carmi paşê ji ekîbê veqetiya û Novalpina Capitala şirketa veberhênanê ya navenda wê Îngiltere ye di sala 2019an da NSOyê kirî. Novalpina Capital ket şûna Niv Carmi. Shalev û Omri wek birêvebirên payebilind ên şirketê hê jî peywira xwe didomînin.

NSOya ku em ji sala 2016an va bêtir navê wê dibihîzin îro ji hêla nirxa ku xwedî wê ye va dibe ku wekî şirketa teknolojiya sîber a herî mezin a Îsraîlê bê wesfandin. NSO her çiqas li gelek cihan wekî şirketeke ku berhemên sîxuriya sîberê yên wekî Pegasusê çêdike bê zanîn jî pergaleke “counter-drone”yê ya ku navê Eclîpse dayê jî pêş dixe. Şirketê serê sala 2020î Convexuma ku dîsa fîrmayeke din a Îsraîlê ye û teknolojiyên antî-droneyê çêdike bi 60 milyon dolarî kirîbû. NSO piştî vê kirînê tenê di 6 mehan da Eclîspseya ku bi temamî berhema wê ye çêkir.

Ji xeynî Pegasus û Eclîspeyê du berhemên din ên şirketê hene. Pixcella ku cîhaza teqîba teknîk û guhdarîkirina têlefonê ye û Landmarka ku di warê îstixbarata coxrafî (GEOINT) da ji bo teknolojiyên eskerî mînak e jî di nav berhemên şirketê da ne. Der barê berhemên bi navê Pixcell û Landmarkê da tenê di hevdîtinên "taybet" da agahî tên dayîn.

Pegasusa berhema NSOyê ya herî navdar û muhtemelen herî biha ye li gor belgeya fermî ya ku îfşa bû wekî berhema herî stratejîk a şirketê tê zanîn. Li gor reqamên 2021ê Pegasusa ku li 45 welatan tê emilandin piranî ji hêla serwêsên îstixbaratê yên dewletê va hatiye kirîn. Nirxa wê tam neyê zanîn jî di çavkaniyên cuda da behsa reqamên di navbera 30-50 milyon dolarî da tê kirin.

Dijî NSOya ku ji sala 2016an vir va li raya giştî baş nayê axaftin di qada navneteweyî da gilîdariyên cuda çêbûn. Ji van ya herî tê zanîn ew doz e ku di sala 2019an da ji hêla WhatsAppê va hat vekirin. Şirket di roja me da jî bi dehan dozên ku şirket û dewletên cuda vekirine ra têkoşînê dide.

- Tiştê ku Pegasusê ji yên din vediqetîne çi ye?

Pegasusa nivîsbariya sîxuriyê ya ku mirov dikare wekî çekê sîber ê stratejîk bi nav bike ji bo şexs yan jî şirketan nayê firotin, tenê ji bo serwêsên îstixbaratê û hêzên ewlehiyê yên dewletan tên firotin. Firotin û hemû hevdîtinên din rasterast bi pisporên NSOyê ra tên kirin. Ev firotin jî divê teqez ji hêla Wezareta Parastinê ya Îsraîlê va bê pesendkirin. Ango Pegasusê tenê dikarin bifroşin dewletên ku birêvebiriya Tel Avîvê destûrê didê.

Tê gotin ku Pegasus li 45 welatan tê emilandin û dîsa bi daxwaza birêvebiriya Tel Avîvê tenê nafroşin 5 welatan; Amerîka, Rûsya, Çîn, Îsraîl û Îran. Heta li gor agahiyeke din Pegasus dema dikeve nav sînorên pênc welatên navborî xwe îmhe dike. Ev taybetmendî ji bo berhemeke teknolojiyê ya ku fonksiyona wê ya îstixbaratê heye mijareke stratejîk e. Yek ji taybetmendiyên herî mezin ên Pegasusê jî ev wesfa “self-destruction”ê (xwe îmhekin) ye. Ji aliyê din va NSOyê heta niha daxwaza kirîna Pegasusê ya 90 welatî red kiriye. Tê dîtin ku vir da jî berjewendiyên Tel Avîvê derdikevin pêş.

Pegasus bi du metodên cuda belavî nav hedefê dibe. Ya ewil tikandina bikarhêner hewce dike, ya din jî ji ser sepanên wekî WhatsAppê ku wekî "zero clîck" tê zanîn jî rêbaza enfektebûnê ye. Pegasusa nivîsbariya sîxuriyê bi van herdu rêbazan dikarin bikevin hemû cîhazên mobîl ên li dinyayê tên zanîn (yên herî ewledar tên zanîn jî di nav da) û dikarin wan bi temamî kontrol bikin. Tenê xwe nagihîne kamer, mîkrofon û sepanan, mesajan dixwîne û di heman demê da dikare bi temamî hikûm li cîhazê bike.

Li gor agahiyên ku me ji belgeya NSOyê ya ku çendî sal berê îfşa bû dîtin daneyên ku Pegasus ji cîhazeke dikevê bi dest dixe ev in:

Bangewaziyên têlefonê (axaftinan demildest guhdar dike û qeyd dike)

Kamera û mîkrofon (di demê da ji hawirdor deng û dîmenê hiltîne)

Peyamên metnê (digihêje temamiya SMSan, dixwîne)

Sepanên chatê (nivîsên di bernameyên wekî WhatsAppê da dixwîne)

E-posta (e-postayên tên û diçin û pêvekên wan dixwîne)

Agahiyên derawayê (di demê da teqîba derawayê dike, cihên diçinê qeyd dike)

Taybetmendiyên cîhazê, eyar û agahiyên şebekeyê

Kesên di rêberê da qeydkirî ne

Qeydên Webê (her cure sepanên înternetê demê da dişopîne)

Çalakiyên salnameyê

Transferên dosyayê (dosyeyên tên şandin û hildan dixwîne)

Ev hemû nîşaneyên wê yekê ne ku Pegasus nivîsbariyeke sîxuriyê ya basît nîne, çekeke sîberê ye ku bi eqlekî stratejîk hatiye çêkirin. Divê bê destnîşankirin ku Pegasus ji hêla pisporên Îsraîlî va wekî "nivîsbariya sîxuriyê ya di asta eskerî" da tê penasekirin. Herî dawîn ev gotina ku ji bo Pegasusê tê gotin kurtasiya wesfê wê ye: "Heke Pegasus bikeve cîhaza we ew cîhaz êdî ya we nîne."

- Gelo Pegasusê 50 hezar kes şopand?

Piştî ku me behsa NSO û Pegasusê kir em tên ser mijara esil a ku bû mijara vê analîzê. Mijara herî balkêş a di xebera ku bi sernava "pegasus Project"ê gelek saziyên weşanê va di heman demê da anî rojevê ew îdia bû ku Pegasus li tevahiya dinyayê belavî ji 50 hezarî zêdetir têlefonê bûye û muhtemelen temamê wan şopandiye. Forbîden Storîes û REN wekî çavkaniyên van îdiayan tên zanîn. Îdiayên ku Forbîden Storîes û RENê sipartin analîzên teknikî paşê ji hêla saziyên çapemeniyê yên navneteweyî yên din va wek nûçe hat belavkirin û bala raya giştî ji nişka va ket ser vê mijarê.

Saziyên navneteweyî ji lîsteyeke ku 50 hezar nimreyên têlefonê tê da cî digirin dikin û eşkere nekirin ka lîste ji ku û çawa hatiye bidestxistin. Dema îdia derxistin holê jî agahî/daneyeke ku ka destê wan da delîlekî çawa heye pêşkêş nekirin.

Tê gotin ku di lîsteyê da gelek peywirdarên dewletê yên payebilind ên wekî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan, patronên holdîngan, rojnamevan, aktîvîst û akademîsyen hene û 50 hezar kes tê da hene û di rastiyê da wekî hedefên potansiyel tên binavkirin. Agahiyên der barê lîsteyê da her çiqas kêm bên eşkerekirin jî rapora teknikî ya ku der barê van da hat pêşkêşkirin û belgeyên derketin holê bi vê halê xwe va mirov qanî nakin.

Di vê mijarê da Shalev Hulioyê CEOyê NSOyê û şirîkê damezrîner jî daxuyaniyeke ku îdiayan derewand da. Hulio dibêje ku ji wan ra ji cihekî ewledar îxbareke wekî lîsteyeke 50 hezar kesî belav bûye hat. Destnîşan dike hîn bûne ku cîhazên wan ên li Qibrîsê hatine hackirin û paşê lîsteya navborî hatiye bidestxistin lêbelê piştî lêkolînan der barê hebûna lîsteyeke wiha da rastî tu daneyê nehatine.

Di vir da divê xalek jî bê vekirin: Tê gotin ku ji xeynî Îsraîlê li Qibrîs û Bulxaristanê jî ofîsên NSOyê hene. Cîrclesa ku fîrmayeke din a Îsraîlî ye şirketeke îstixbarata sîberê bû ku li Qibrîsê fealiyet dikir. Damezrînerê wê Tal Dîlîan piştî ku li Unit8200î wek birêvebirê payebilind peywir kir paşê veqetiyabû û Cîrclesê ava kiribû.

Tal Dîlîanê ku di sala 2019an da bi navê "Panelvanê Sîxur" bû mijara xeberan dema hat tesbîtkirin ku ji ser şirketa xwe li Qibrîsê fealiyetên îstixbarata teknikî dike bi sê kesan ra hatibû girtin. Piştî ku şirket tevê NSOyê bû hemû fealiyetên wê jî ji hêla pisporên NSOyê va hatin kirin. Lêbelê piştî pirsgirêkên ku şirket rû bi rû ma NSOyê par hemû xebatkarên Cîrclesê ji kar derxistibûn û ofîsa li Qibrîsê jî girt.

Hulioyê CEOyê NSOyê gelek caran hemû îdiayên der barê lîsteya 50 hezar kesî da derewand. Hulio got "Hûn hemû rabirdûya NSOyê hildin jî ji avakirina şirketê vir va nikarin bigihêjin lîsteyeke hedefa ji 50 hezar kesî pêk tê" û wiha axivî: "45 mişteriyên Pegasusê hene û serê mişteriyî salane biqasî 100 hedef hene. Lîsteyeke NSOyê ya ku hemû hedefên Pegasusê dihewîne tune. Ji ber ku şirket bi wextê rasteqîn nizane ka mişteriyên wê pergalê çawa diemilînin."

Hulio digel van daxuyaniyan vê jî diyar kiribû: "Heke hûn wekî Bîn Ladîn terorîstek nebin Pegasus we hedef nagire. "Lêbelê di heman demê da di daxuyaniyên Hulio da hevokeke ku bi yên din ra li hev nake heye: "Em di demê da nizanin ka mişteriyên me kî hedef digirin. Lêbelê piştî ku jêpirsînê dest pê kir em dikarin lêkolînên hewce bikin. Heke rewşeke nelirê hebe em dikarin pergalê bigirin..." Em dikarin ji van gotinan vê fehm bikin: NSO di dawiya dawî da teqez dizane ka operatorên (dewletên) Pegasusê kî hedef digirin û dema bixwaze dikare midaxele bike û pergalê bigire.

Ji hêla din va RENa ku yek ji wan çavkaniyan e ku lîsteya 50 hezar kesî ya tê îdiakirin ku Pegasusê hedef girtiye daxuyaniyên ku ji hev nagirin. Nûnerê RENê yê Îsraîlê bi belgeyeke fermî eşkere kir ku lîsteya navborî bi tu awayî bi NSOyê ra têkildar nekirine. "Dema me ev îdiaya ku di malpereke nûçeyan a Îsraîlê da hat weşandin ji ser Twîtterê parve kir li tevahiya dinyayê reaksiyoneke derasayî çêbû." Ofîsa navneteweyî ya RENê NSO sûcdar kir lêbelê ofîsa Îsraîlê bereksê wê dibêje. Wekî ku dê ji vir jî bê fehmkirin ji ber daxuyaniyên ku serê mirov tevlihev dikin mijara gelo NSOyê bi tevahî 50 hezar kesî hedef girtiye yan na wek mijareke binîqaş ma.

- Ji Tirkiyeyê kî hene?

Xeberên der barê kesên ku Pegasus li tevahiya dinyayê hedef digire da ji sala 2016an vir va di raporên teknikî da tên eşkerekirin. Tê zanîn ku heta îro bi dehan rojnamevan, aktîvîst, siyasetmedar, serokên rêxistinên sûcê û terorîst hedef hatine girtin. Birêvebirên NSOyê dibêjin ku Pegasu tenê ji bo têkoşîna dijî teror û sûcên navneteweyî hatiye pêşxistin lêbelê der barê ka çima rojnamevanên mixalif, siyasetmedar yan jî komên pîşeyî yên din hedef tên girtin da nikarin daxuyaniyeke mirov qanî dike bidin.

Dema em bên ser lîsteya pêncî hezar kesî jî em bi heman rewşê ra rû bi rû ne. Tê gotin ku yek ji kesên di lîsteyê da cî digirin endamên tu rêxistinên terorê/rêxistinên sûcê nînin. Tê gotin ku di lîsteya ku serokdewlet, siyasetmedar û burokratên payebilind cî digirin da ji Tirkiyeyê jî hin kes hene.

Piştî ku di sala 2018an da Cemal Kaşikçi bi hovane hat kuştin hatibû eşkerekirin ku digel Kaşikçi têlefonên rojnamevan Omer Ebdulezîzê hevalê nêzîk ê Kaşikçi, hevsera wî ya berê El Atr û dergistiya wî Hatîce Cengîzê jî bi Pegasusê hedef hatiye girtin. Ebdulezîzê ku li Kanadayê dijî gelek caran ev îdia piştrast kiribûn. Hulio wekî îdiayên din temamiya van îdiayan jî red dike.

Îdiayên ku li dinyayê tên axaftin piştî ku çend roj berê hin kesên di lîsteyê da hatin eşkerekirin bala raya giştî ya Tirkiyeyê jî kişand. Îrfan Fîdanê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê yê berê yê ku li ser cinayeta Kaşikçi jêpirsîn dikir, Şêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partyiê Yasîn Aktay û rojnamevan Turan Kişlakçi di lîsteyê da wek kesên tên zanîn derdikevin pêş.

Tekane merciyê ku bi awayekî zelal dizane ka îdia rast e yan na NSO bi xwe ye. Lêbelê muhtemel e ku kesên navên wan derbas dibin jî der barê mijarê da xwedî agahî bin. Ji hêla din va wisa tê fikirîn ku saziyên îstixbaratê jî der barê aktîvîteyên Pegasusê yên li welatê me da xwedî agahiyê ne.

Asta bazara çekên sîberê ya dinyayê gelekî dibe sedema fikaran. Hem ji bo kesan û dewletan hem jî ji bo şirket û rêxistinên navneteweyî xetereyên mezin hene. Ji ber ku bi awayekî zelal nayê zanîn ka amûrên sîxuriya sîberê ji hêla kî va ji bo çi armancê tên bikaranîn bi taybetî dewletên mezin di bin xetereyeke mezin da ne.

Çekên bi vî awayî yên ku mirov dikare wekî mijara ewlehiya neteweyî bibîne dibe ku bibin wekî çekeke ku du dewletên dijmin dijî hev bi kar tînin. Heta di heyamên aşitê da jî dewlet ji ber ku pratîk û lez in dibe ku ji bo berhevkirina îstixbaratê serî li van "sîxurên dijîtal" bidin.

Tiştên ku me heta vir qise kirin ne tenê ji bo Pegasusê dibe ku ji bo nivîsbariyên sîxuriyê ên din jî derbasdar bin. Ev rewş nîşan dide ku boçûna endustriya çeka sîber gihaştiye asteke xeternak û yên ku dê ji vê rewşa xeternak ra bibêjin "raweste" jî tenê dewlet in.

[Ersîn Çahmutoglu di warê ewlehiya sîberê da di mijarên îstixbarat û aktîvîteyên sîberê yên dewlet piştgiriyê didê da xebatan dike, di maseya Lêkolînên Ewlehiyê yên Navenda Lêkolînên Îranê (ÎRAM) da peywirê dike]​​​​​​​


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın