Nûçeyên analîzê

Hewla Elon Musk ya ji bo Twitterê

Doç. Dr. Ali Murat Kırık   | 29.04.2022
Hewla Elon Musk ya ji bo Twitterê

Istanbul

Ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê Doç. Dr. Alî Murat Kirik hewla Elon Musk ya ji bo kirîna Twitterê ji AA Analîzê ra nivîsî.

***

Elon Muskê ku li gorî kovara Forbesê karsazên herî dewlemend yê dinyayê ye zû da ye dixwest Twitterê bikire. Di dawiyê da gihîşt mirazê xwe û Twittera malpera mîkroblog ya ku ji serokên dinyayê bigire heya hunermend, siyasetmedar, zanist û werzişvanan gelek kes diemilînin bi 44 milyar dolarî kirî.

Muskê ku peymanê ji ser Twitterê ji raya giştî ra parve kir got ku "Azadiya fikr û ramanê xîmê sere yê demokrasiya çalak e û Twitter qadeke bajêr ya dijîtal e ku lê mijarên ji bo pêşeroja mirovahiyê girîng in lê tên nîqaşkirin" û diyar kir ku wê ji bo potansiyela herî ya Twitterê derxe holê hewl bide.

Di rastiyê da lijneya rêvebiriyê ya Twitterê ji bo Musk bi temamî Twitterê nekire dixwest hewl bide û peymana mafên hisedaran qebûl kir, lê Musk got ku wê hemû hiseyan ji destê xwe derxe û çavê hemû hisedaran tirsand. Piştî ku Twitter hat kirîn fikarên xebatkarên Twitterê û raya giştî çêbûn. Li gorî teoriya hin kesan Twitterê rêgezan zehf sist bike û wê ev bibe sedema hin binpêkirinan.

- Musk wê di Twitterê da guherînên çawa çêke?

Muskê ku li Twitterê heyranên wî zêde ne bi şopînerên xwe ra zehf dikeve pêwendiyê û car caran ji bo wan ankêtan çêdike. Loma jî ji ber daxuyaniyên wî meriv dikare bibêje ku wê di Twitterê da guherînên mêzin çêke.

Di van ankêtan da jî "hilbijarteya guherînê" eleqeyeke mezin dîtibû. Wekî tê zanîn gorî medyayên civakî yên mîna Facebook, Instagram û yên din di Twitterê da piştî hat weşandin parvekirin nayê guherandin. Musk dixwaze ku bikarhêner bikaribin tweetên xwe biguherînin. Belkî jî wê di destpêkê da guherîna înovasyona ewil li Twitterê bide entegrekirin.

Ji xeynî vê jî Musk dixwaze rewşa ku li ser Twitterê însan herî zêde çi dibînin û tiştên tên parvekirin çiqas belav dibin ji holê rabe û ev neyê zanîn. Ev jî nîşan dide ku wê guherînên algorîtmayê bên kirin. Piştî guherîna algorîtmayê jî li ser Twitterê wê rewşeke cuda derkeve ber bikarhêneran.

- Trump dibe ku dîsa vegerê Twîtterê

CEOyê Twîtterê yê niha Parag Agrawal ji bo ku biryara kontrolê ya li ser peyaman kêmtir bibe û bikarhêner zêdetir xwedî kontrol bin dixebitî. Piştî ku Musk Twîtter kirî rewşeke çawa wê çêbibe nayê zanîn û ji bo texmîna vê hê zû ye.

Bendê ne ku Musk di qada demokrasî û azadiyê da hin gavan bavêje. Mînak Musk ji bo ku Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump vegere Twîtterê derî vekirî dihêle. Lê hin çavkanî dibêjin Trump wê platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socîalê bi kar bîne, lê der barê vê da hê daxuyanî tune. Dibe ku hesabê Trump yê ku hatibû rawstandin dîsa bê vekirin.

- Ewlehî, danasîn û bikaranîna daneyan

Elon Musk gelemperî Twîtterê ji bo danasîn û firotinê bi kar tîne, ji vir pê va jî dikare wisa dewam bike. Lê der barê ewlehî û bikaranîna daneyan da fikarên cidî hene.

Wek ku tê zanîn peyamên Twîtterê rasterast nayên şîfrekirin, kesên di nav şirketê da jî bi hêsanî peyaman dibînin. Her çiqas peyamên taybet mimkun e bên paqijkirin jî aliyên din dikarin van peyaman bibînin. Yanê peyam di pergala Twîtterê da dimînin. Ji ber vê ev dane dibe ku ji hêla Elon Musk va ji bo armancên cuda bên bikaranîn.

Îdiayên dibêjin Musk wê danasînên li ser Twitterê derxe pêş belav dibin. Ji hêla şirketên medyaya civakî va danasînên Twîtterê li gor cihên din di rêza duyem da cih digirin. Musk wê planên danasînan wê ber bi çavan ra derbas bike.

- Li dijî hesabên sexte şer wê bê kirin

Bendê ne ku Musk li dîjî hesabên sexte şer veke. Jixwe di tweeteke xwe da wiha gotibû: "Heke teklîfa me ya Twîtterê bi ser bikeve em ê hesabên sexte têk bibin an jî di ceribandinê da em ê bimirin." Ji dû vê tweeteke dibêje li ser Twîtterê divê nasnameya hemû însanan eşkere be jî weşandibû.

Ji îfadeya wî ya "Ez dixwazim bi taybetiyên nû berhemê pêşva bibim, ji bo zêdekirina ewlehiyê algorîtmayan bi çavkaniyên eşkere va hel bikim û botên heman rengî ji holê rakim û nasnameya hemû mirovan pesend bikim û Twitterê ji her gav çêtir bikim" jî tê fehmkirin ku êdî di Twitterê da nasnameya xwe divê hûn bidin pesendkirin û ev yek dibe derbikeve pêş me. Weke tê zanîn di qada Twitterê da anonîm mayîn gorî deverên din hêsantir bû û ji ber vê jî gelek bikarhênerên medyaya civakî dihatin vê derê. Niha nayê zanîn ku wê Elon Musk pesendkirina nasnameyê bi çi awayî û çi rengî li ser Twitterê zêde bike lê tê zanîn ku ji bo Twitterê merheleyeke nû dest pê kir.

- Dibe ku lihevkirin pêşdatir be

Elon Musk ji ber gotinên xwe yên der heqê bazara pereyên krîpto da gelek qala xwe dide kirin. Twitter ji vê saetê bi şûn va divê di vê mijarê da zêdetir xesas be û li hemberî hesabên manîpulatîf zêdetir bi tewdîr be.

Weke tê zanîn di navbera Musk û Tirkiyeyê da têkiliyên xweş çêbûbûn û di vê çarçoveyê da Musk bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra jî axivî bû. Ji ber vê jî tê payîn Twitter di mijarên Tirkiyeyê eleqedar dike da erênî be û ew wisa texmîn dikin têkiliyên bi Tirkiyeyê ra jî ji niha bi şûn va wê pêşdatir bibin. Veberhênanên ji bo pêşerojê û pêşvebirina hevkariyê wê bên kirin û di mijara Twitterê da jî çanda lihevkirinê dibe çêbibe.

- Gelo Musk ji bo hilbijartina serokatiyê xwe amade dike?

Herî dawîn mijareke din jî ewe ku kesekî evqas dewlemend pereyê xwe çima ji bo kirîna medyaya civakî ya wek Twitterê evqas xerc dike. Li vê derê mirov dikare bibêje ku hevkariya siyaset û aboriyê heye û ev jî tê dîtin. Hin kes dibêjin ku Musk ji bo serokatiya Amerîkayê xwe ji hilbijartinê ra amade dike û dixwaze ji ser vê derê xwe bi hêsantir bigihîne girseyan.

Ji îhtimalên din yek jî ew e ku Musk ji bo nasandina berhem û saziyên xwe Twittera medyaya civakî kirî wê sermayeya xwe bi vê sayê zêdetir bike. Bi rastî jî nayê zanîn ku wê Musk Twitterê ji bo çi armancê bi kar bîne. Lê bi hemleya Twitterê meriv dikare bibêje ku Musk êdî di qada çapemeniyê da jî xwedî gotin e û wê taybetiyên nû li Twitterê zêde bike û hewl bide ji hevpîşeyên xwe pêşdatir be.

***

[Doç. Dr. Alî Murat Kirik, Zanîngeha Marmarayê]

*Fikr û ramanên di gotarê da yê nivîskar in û dibe ku li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nebin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.