Nûçeyên analîzê

Li Iraqê êrîşên DEAŞê çima zêde dibin?

Digel ku ji ser ra 4 sal derbas bû ku temamiya herêmên ku li Iraqê di destê DEAŞa rêxistina terorê da bûn paşda hatin sitandin jî rêxistin hê jî êrîşan dibe ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê.

İdiris Okuduci, Bekir Aydoğan   | 29.07.2021
 Li Iraqê êrîşên DEAŞê çima zêde dibin?

Istanbul

 Digel ku ji ser ra 4 sal derbas bû ku temamiya herêmên ku li Iraqê di destê DEAŞa rêxistina terorê da bûn paşda hatin sitandin jî rêxistin hê jî êrîşan dibe ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê. Digel hemû operasyonên hêzên ewlehiyê yên Iraqê, hêzên Pêşmergeyan ên Herêma Kurdistana Iraqê (HK), hêzên koalîsyona di bin serkêşiya Amerîkayê da û milîsên şiî yên Iraqî êrîşên DEAŞê yên ji herêmên çolwar ber bi navendên navçeyan û êrîşên wê yên bibombe yên ku bi taybetî li bakur, rojava û rojhilatê welêt xetên ceyranê hedef digirin zêde dibin.

- Di sala çaremîn a serkeftina dijî DEAŞê da êrîş zêde bûn

Piştî ku Amerîkayê di sala 2003yan da Iraq dagir kir li welêt bandora Îranê zêde bû û bi taybetî ji ber polîtîkayên mezhebparêz ên Nurî el-Malikiyê serokê şiî yê nêzî Tehranê ye sunî ji birêvebiriyê hatin dûrxistin û bi destê hikûmetên şiî hatin dûrxistin, ev yek jî bibû sedem ku DEAŞ di av civakê da ji xwe cihekî bibîne. DEAŞê di sala 2014an da temamiya wilayetên Mûsil, Selahaddîn û Enbar û qismekî bajarên Diyala û Kerkûkê bi dest xistibû û seranserê 3 salan li wir bibû serdest. Serokwezîrê Iraqê yê heyamê Heyder el-Îbadî di 9ê kanûna pêşîn a 2017an da ragihandibû ku dijî DEAŞê bi ser ketin. Digel ku ji ser ra 4 sal derbas bû ku Iraq ji DEAŞê hat paqijkirin li herêmên çolwar ên wilayetên navborî tê dîtin ku di demên dawîn da êrîşên rêxistinê hem zêde bûne hem jî cureyên wan zêde bûne. Li welatê ku gel ji ber sedemên wekî kêmasiya xizmetê û gendeliyê protestoyên dijî hikûmetê didomîne digel ku mehên havînê germahiya hewayê gelekî zêde dibe di temînkirina ceyranê da kêmasî heye û ceyran demên dirêj tê birîn. Êrîşên ku ji serê salê va dijî 160 qule û xetên veguhaza ceyranê hatin kirin û hat diyarkirin ku piraniya wan ji hêla DEAŞê va hatine kirin hêrsa gel bêtir rakir û bû sedem ku protestoyên li welêt gur bin.

Li Iraq ku ji ber dagiriya DEAŞê û pevçûnan xira bû di serî da Mûsil ji bo avakirina gelek herêman hem ji bo ku bibin alîkarê ku gelên li wan herêman hînê jiyana piştî DEAŞê bibin hem jî ji hêla kêmkirina tesîra rêxistinê ya li sehayê girîng e. Pêwîst xuya dike ku berî hilbijartinên pêşwext ên ku dê di cotmehê da bên kirin têkiliya bi komên sunî yên li herêmên di bin kontrola DEAŞê da bê xurtkirin û piştgiruya suniyan bê hildan. Li welatê ku bûye wekî navenda pevçûna Amerîka-Îranê balê dikşîne DEAŞ ji bo ku êrîşên xwe zêde bike ji firnsendên konjonkturel ên wekî nelihevkirinên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Hewlêrê da, valahiya ewlehiyê ya li herêmên binîqaş, hemleyên welêt bêîstiqrar dikin ên komên milîs ên ku dervayî kontrola dewletê tevdigerin û êrîşên dijî xetên ceyranê dinirxîne.

- Di têkoşîna dijî DEAŞê da astengî

Piştî rageşiya ku di sala 2017an da di navbera Hewlêr û Bexdayê da ji ber referanduma serxwebûnê derket holê pêşmerge ji herêmên binîqaş vekişiya. Êrîşên DEAŞê piranî di serî da Kerkûk li van herêman gur bûne. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Heşdî Şabiya rêxistina mezin ya komên çekdar ên ku piraniya wan ji milîsên şiî yên Îran piştgiriyê dide wan pêk tê li herêmên ku pêşmerge vekişiyan bi cî bûn lê ji ber valahiya ewlehiyê ya ku piştî referandumê derket holê di çalakiyên DEAŞê da zêdebûneke berbiçav çêbû. Îro jî di nav cihên ku milîtanên DEAŞî herî zêde lê êrîşan dikin da herêma di navbera Kerkûk-Selahaddîn-Diyalayê da ya ku wekî sêgoşeya mirinê tê binavkirin hene. Tê zanîn ku DEAŞ jî her tim êrîşan dibe ser gundên milîsên şiî, sunî û Kurdan û li van deran tehdîdeke mezin e.

Hêzên Iraqê, hêzên pêşmerge û koalîsyona navneteweyî dijî DEAŞê hin operasyona dikin. Lêbelê berberiya hêzê ya ji ser axa Iraqê ya ku di navbera Amerîka û Îranê da ji sala 2018an vir va dewam dike dibe sedem ku DEAŞ nebe hedefa esil û bê paşguhkirin. Digel ku rêxistin di sala 2017an da hat paqijkirin jî du hêzên biyanî yên girîng Îran û Amerîka şûna ku hêzên ewlehiyê yên li welêt bi awayekî baştir verast bikin ji ser şaxên ewlehiyê ketin nav pêşbaziya hêzê. Ji ber vê yekê jî Amerîka piştgiriya tam dide hêzên antî-terorê, Îran jî hewl dide ku nifûza xwe ya li ser Heşdî Şabiyê xurt bike, pêşî lê bigire ku komên milîs ji ewlehî û burokrasyiê bê tasfiyekirin û qabîliyetên eskerî yên li sehayê yên van koman zêde bike. Berberiya herdu welatan a ji ser saziyên Iraqê seranserê çar salan ji bo ji nû va verastkirina van saziyan, xurtkirina wan û ji bo pêşerojê amadebûna wan astengiyeke mezin derxist holê.

Ji hêla din va li Iraqê bi taybetî ji sala 2011an vir vaxwepêşandanên dijî hikûmetê tên lidarxistin lêbelê ji sala 2014an vir va ku DEAŞ derket holê xwepêşandanên girseyî piranî ji hêla şiiyan va tên lidarxistin. Ji bo tepeserkirina van xwepêşandanan hêzên ewlehiyê şandin başûr, milîsên şiî ji bo tepeserkirina xwepêşandêran herêmên xwe terikadin û têkoşîan dijî DEAŞê ji bo demekî kurt be jî ket rêza duyem, ev yek jî firsendê dide ku rêxistin ji nû va saz bibe û qada fealieyetên xwe zêde bike.

Digel van wekî li hemû dinyayê ji ber ku li Iraqê jî ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) girtina tam çêbû, hêzên ewlehiyê jî di vê çarçoveyê da navber dan fealiyetên xwe û hêzên koalîsyonê demekê operasyon li dar nexistin ji bo DEAŞê qada hereketê û derfeta bi awayekî serbest gerînê derket. Rêxistinê bi vî awayî ji valahiya ewlehiyê îstifade kir û karî ku bigihêje herêmên berê nikaribû bikevê.

Digel ku dijî DEAŞa rêxistina terorê serkeftin hat îlankirin jî li gor çavkaniyên vekirî û çapemeniya herêmî rêxistin hê jî xwedî hêzeke malî ya mezin e. Hemû Iraqî dizanin ku li welêt bi taybetî li Mûsil, Selahaddîn û Enbara ku gelekî xira bûne ji gelek projeyên ji nû va avakirinê bi navê "bac"ê xerac tê berhevkirin, ji malbat, dikan û kargehan di bin navê zekatê da dîsa pere tê berhevkirin. Di ser da jî rayedarên Iraqî gelek caran anîn ziman ku rêxistin ji bo şixulandina pereyê xwe, transferkirina wê û ji bo ku derxîne dervayî welêt toreke hêzdar ava kiriye. Ji holê ranekirina çavkaniyên malî yên rêxistinê jî yek ji wan sedeman e ku derfetê dide qabîliyeta DEAŞê çêbe ku operasyonên nû li dar bixe.

DEAŞê çav berdaye sektora ceyranê ya ku van rojên dawîn li welêt bûye wekî qeyraneke kronîk a mezin. Çûna ceyranê ya ku 30 sal e li welêt diqewime bi taybetî mehên havînê dibe pirsgirêkeke mezintir. Çûna ceyranê bi taybetî li herêmên başûr ên welêt hêmaneke zextê ye ku dibin sedema xwepêşandanên girseyî û ketina hikûmetê/îstifakirina hikûmetê. DEAŞ jî ji bo nehêle ku welêt ji nû va rabe ser xwe û firsendê nede ku hikûmeta Bexdayê xwe bide hev tim û tim binesaziya vejenê ya xwedî girîngiyeke heyatî ye hedef digire. Her wiha hedef dike kesên ku li herêma sêgoşeya mirinê ji bo sektora vejenê veberhênanê bikin ji vê daxwazê vegerîne.

Wek encam DEAŞa rêxistina terorê bi êrîşên xwe yên bi rêbaza lêxe-bireve ya ku li herêmên sunî jî lê dijîn dike va bêmemnûniyeta gel a hember hikûmetê zêde dike û wê çavdêriyê dide ku li sehayê çalak e û hedef dike ku ji valahiya ewlehiyê ya li welêt sûd wergire û peydakirina elemanên xwe xurt bike. Ev hemû nîşan didin ku DEAŞ hedef dike ku di salvegerên hezîrana 2014an ku Mûsila duyemîn bajarê mezin ê Iraqê bi dest xistibû û tîrmeha 2017an ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê Mûsil paş da sitandin da ji ser hucreyên xwe yên li çolwarê êrîşên xwe zêde bike û ji nû va bibe hakimê qada ku bi demê ra ji dest derketibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın