Nûçeyên analîzê

Êrîşa Amerîkayê ya li dijî milîsên Îranê pêşxebera çi ye?

Mehmet Alaca, Haydar Karaalp, Abdullah Tel   | 01.07.2021
Êrîşa Amerîkayê ya li dijî milîsên Îranê pêşxebera çi ye?

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Amerîka, milîsên Iraqî yên alîgirên Îranê wekî berpirsê wan êrîşan dibîne ku van dawiyan li Iraqê bi firokeyên bêfirokevan li dijî leşker û navendên lojîstîk ên wan tên kirin. 28ê Hezîranê destê sibehê di êrîşa Amerîkayê ya li ser sînoê Iraq-Sûriyeyê da herî kêm 5 milîs hatin kuştin. Depoyên çekan û navenda operasyonê yên milîsan ên dudu jê li Sûriyeyê û yek jê jî li Iraqê bûn armanc. Her wisa ji Rêbendanê vir va ku Serokê Amerîkayê Joe Biden dest bi wezîfeyê kir ev êrîş, êrîşa duyemîn a dijî milîsên alîgirên Îranê ye. Dîsa meha Sibatê jî di êrîşa asîmanî ya Amerîkayê ya dijî milîsên alîgirên Îranê yên li Sûriyeyê da herî kêm 20 kes hatibûn kuştin.

Ev êrîşa dawîn ji êrîşa yekemîn a ku bi tenê li dijî milîsên li Sûriyeyê hatibû kirin, cudatir e û vê carê baregehên milîsan ên hem li Sûriyeyê û hem jî yên li Iraqê bûn armanc. Ev yek nîşaneyên pozîsyona Amerîkayê ya li herêmê nîşan dide. Lewra Amerîkayê bi vê êrîşê va ew yek selimand ku çavên wê hem li Sûriyeyê û hem jî li Iraqê li ser Îranê ye. Demek e ku Amerîkayê biryara vekişîna bi temamî ya ji Efxanistanê da û her wiha nîqaşên bi wî rengî hene ku Amerîka dê beşek ji bataryayên parastina asîmanî ji Rojhilata Navîn vekişîne, loma ev êrîşa dawîn di xwe da peyamên li ser polîtîkaya Amerîkayê ya herêmê dihewîne.

- Iraqa ku bi firokeyên bêfirokevan ên Heşdî Şebiyê tengav bûye

Bi kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê General Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebî Ebû Mehdî el-Mihendisî ku Rêbendana 2020î hatibûn kuştin va rageşiya Amerîka û Îranê li qada Iraqê ji ser milîsên nêzîkî Îranê ra xwe bi formên cudatir nîşan da. Komên siyasî yên Iraqî yên nêzîkî Îranê li parlamentoyê zexta xwe zêdetir kirin ku hêzên Amerîkayê ji welêt vekişin û her di heman demê da jî milîsan li qadê êrîşên xwe yên dijî eskerên Amerîkayê û baregehên wan zêdetir kirin. Ji xeynî van milîsên nêzîkî Îranê yên di nava Heşdî Şebiyê da zêdeyî 20 komên "milîsên xeyalet" ku cih û fermandarên wan ne diyar e, ava kirin da ku nekevin radara Amerîkayê û her wiha da ku hesab ji wan neyê pirsîn.

Mînak ji van koman Usbet es-Saîrîn (Lîga Şoreşvanan) dîmenên ÎHAyê yên baregeha eskerî ya Eyn El Esedê ya ku Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê û eskerên Amerîkayê lê bi cih bûne weşandibû û peyama "Em we dişopnin" dabû.

Ji Çileya Paşîn a 2020î vir va li dijî van baregehan an jî konvoyên hêzên biyanî êrîşên moşekan tên kirin û niha jî êrîşên bi ÎHAyan va tên kirin çêdibin ku ev ji bo Amerîkayê hişyarî ye. Îsal li dijî hêzên Amerîkayê ji 40î zêdetir êrîş hatin kirin. Ji Adara 2021ê vir va milîsên alîgirên Îranê li dijî tesîsên koalîsyonê û Amerîkayê yên li Iraqê herî kêm 10 êrîşên ÎHAyê kirin. Rayedarên koalîsyonê jî daxuyandin ku ev êrîş dibin sedema fikarê ku Amerîka van êrîşan ji xwe ra dike hincet.

Hêza Heşdî Şebî di 2014an da bi fetwaya Ayetullah Elî Es Sîstaniyê serokê Şiiyan ê li Iraqê va hat avakirin ku li dijî DEAŞa rêxistina terorê hêzeke eskerî ye. Rêxistin ji bilî hêza eskerî li Iraqê di qada civakî, siyaset û aboriyê va jî xurt e. Di 26ê hezîranê da ji ber 7emîn salvegera Heşdî Şebiyê merasimeke eskerî hat kirin û di merasimê da cureyên ÎHAyan hatin pêşandan. Piştî vê êrîş hatin kirin ku ev ne tesaduf e. Lewra tevgera Heşdî Şebî ji bilî têkiliyên bi hikûmeta Iraqê ra, di rageşiya bi Amerîkayê ra da jî bi eşkere îlankirina reqabetê ye.

Di êrîşan da Ebû Mehdî el Mihendisiyê di bin banê Heşdî Şebî da li Iraq û Sûriyeyê çalakiyan dike û navê wî ji 2009an vir va di lîsteya rêxistina terorê ya Amerîkayê da heye jî hedef hat girtin. Ji bilî vê Hizbullaha Ketaîbê ya ku Ebû Fedekê Sererkanê Heşdî Şebiyê pê ra têkildar e û koma Ketaîb Seyîd eş Şuhedayê ya ku di 2013an da ji hêla Ebû Mistefa eş Şeybanî va hatiye avakirin û di lîsteya "Terorîstê Kurewî yê Bi Taybet Hatiye Diyarkirin" ya Amerîkayê da cih digire jî hedef hatin girtin.

Hizbullaha Ketaîbê li Iraqê hêzeke milîsên alîgirên Îranê ye, tê texmînkirin ew êrîşên moşekan û ÎHAyê pêk tîne.

Seraya Ewliyau’d-Dem a koma milîs piştî êrîşê daxuyanî da ser Hewlêrê ra balafirên Amerîkayê tehdîd kir ku ew ê têxe hedef. Vê komê di 16ê sibata 2021ê da êrîşa dijî baregeha Amerîkayê ya li Balafirgeha Hewlêrê hildabû ser xwe. Kesekî îstixbarata Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) girtibû îtiraf kiribû ku endamê Ketaîb Seyîd eş-Şuhedayê (Ketaîb Hîzbilah) ye, ev jî hedefên êrîşên dijî Amerîkayê îzah dike.

Ji hêla din va di merasima eskerî ya Heşdî Şebiyê da tu dibê êrîşan hildidin ser xwe ÎHA hatin pêşandan û Mistefa Kazimiyê Serokwezîr beşdarî merasimê bû û ket milê Ebû Fedekê Sererkanê Heşdî Şebiyê û wêne kişand. Dibe ku ev jî sedemeke li pişt êrîşên dijî Amerîkayê be. Her çiqasî Kazimî wekî nêzî Amerîkayê were zanîn jî eşkere ye ku Kazimî ket milê Fedek û wêne kişand ev ê li Washîngtonê baş neyê dîtin. Wêne li Iraqê jî wekî ku Kazimî di zorê da ye û bêçare ye hat şîrovekirin. Ligel hewlên Kazimî yên ji bo Heşdî Şebiyê hilde kontrola xwe rêxistin ji sala 2016an vir da parçeyekêÎ mekanîzmaya ewlekariya Iraqê ye, hem ji aliyê eskerî hem jî ji aliyê siyasî va çalakbûna wê heye ev jî manewraya hikûmeta Iraqê kêm dike. Amerîka ji ber milîsan zorê dide Iraqê ku aliyekî bigre. Ebû Elî Eskeriyê ji fermandarên Ketaîb Hizbullahê ji bo Kazimî gotibû 'Em ê guhê te jî wekî yê bizinan jê bikin' û milîs li kuçeyên Bexdayê li dijî hikûmetê xwepêşandanan li dar dixin. Di vê atmosferê da Iraqê diyar kir ku êrîşa Amerîkayê "binpêkirina desthilatdariya welêt" e, lêpirsînê were vekirin. Ev jî îşaret dike ku pêkanîna hevkêşê ji bo hikûmeta Iraqê gelekî zor e. Piştî êrîşên dawîn Ebû Elî Eskeriyê ji fermandarên Ketaîb Hizbullahê û Ekrem el-Qabiyê Sekreterê Giştî yê Hekerket en-Nûceba ya koma milîs a ji Iraqê ya li Sûriyeyê gelekî çalak e bangî hêzên ewlekariyê yên Iraqê kirin ku bira bi komên berxwedanê ra hevkariyê bikin. Ev mînak e ku Bexda di navbera milîsan û Washîngtonê da asê maye.

- Ji Sûriyeyê peyama ji Îranê ra

Piştî ku Îbrahîm Reîsiyê got bernameya fuzeya balistîk a Îranê nabe mijara bazariyê û ew ê bi Bîdenê Serokê Amerîkayê ra hevdîtinê neke di 18ê hezîranê da wekî Serokomar hat hilbijartin êrîş hatin kirin, meriv nikare vê wekî tesaduf binirxîne.

Lewra di dewra Pêşengê Ruhanî Elî Xameney û Hesen Ruhaniyê xelefê Reîsî ku gelekî nêzî Artêşa Mihafizên Şoreşê (AMŞ) ye da îzafî be jî ferqa Xameney-Serokomar hebû. Dema meriv bala xwe dide yekbûna wan û nîqaşên ku dibêjin bandora Îsmaîl Qaanî bi qasî Silêmanî tuneye, meriv dikare bibêje ku Reîsî wê li Iraq û Sûriyeyê siyaseteke têkoşertir bişopîne. Meriv dikare bibêje ku di demên dawîn da zêdebûna êrîşên Heşdî Şebî seba vê siyasetê û seba mizakereyên ku Îran li ser dosyeya nukleerê bi Amerîkayê ra dike, wekî hevsengî tê xebitandin. Di vê çarçoveyê da wisa dixuyê ku milîs wê li hemberî Amerîkayê wekî koza bazarkirinê werin bikaranîn.

Lêbelê Reîsiyê ku nû hatiye hilbijartin jî tê da, rayedarên Îranî naxwazin ku ev êrîş di navbera wan û Amerîkayê da bibe sedema pevçûneke eskerî. Heta eşkere ye ku Îran dixwaze ku ew û Amerîka li hev rûnên. Her çend tê zanîn ku Amerîka seba lihevrûniştinê deriyan nagire jî, helwesta Amerîka ya li ser milîsên alîgirê Îranê wê neguhere, li Iraq û Sûriyeyê hebûna milîsan wê timî Amerîkayê aciz bike. Di vê çarçoveyê da meriv dikare bibêje ku heke navbera Washîngton û Tehranê normalîze bibe jî, milîs ne tê da ne. Her çend rêvebiriya Bîden seba komên paramîlîter li gor Trump zêde tehdîd nebe jî, wê misamahayê nîşanî mîsyona AMŞyê nede.

Amerîka ji bo ku Sûriyeyiyan dijî DEAŞê perwerde bike û ji bo ku seba fealiyetên Îranê yên li Sûriyeyê bibe hevsengî, baregeha el-Tanfê ava kir. Ev baregeh dikeve başûrê Sûriyeyê û di navbera Urdun, Iraq û Sûriyeyê da ye. Lewra ev der seba Îranê destpêka rêya ku diçe Behra Spî ye. Loma ev der ji bo êrîşên Washîngtonê cihê motîvasyonê ye. AMŞ li herêma sînor a navborî ji her alî va piştgiriyê dide milîsên wek Ketaîb Hizbullah, Asaîb Ehlî'l Heq û Ketaîb Seyîd eş-Şuhedayê û wan perwerde dike. Bi taybetî di dema dawîn da milîsên alîgirê Îranê li Iraqê êrîşî koalîsyon û hêzên Amerîkayê kirin. Ji ber vê yekê hatibû îdiakirin ku milîs wê van êrîşên xwe bişiqitînin Sûriyeyê jî. Di vê çarçoveyê da dibe ku Amerîkayê seba pêşîlêgirtina vê îhtimalê êrîşeke wiha kiribe. Lewra piştî êrîşên Amerîkayê ji navçeya Meyadînê herî kêm 5 fuze avêtin El Omerê ku ev der ji sehayên herî mezin ê neftê yê Sûriyeyê yek e û hêzên Amerîkayê jî li vê derê ne. Dema meriv bala xwe dide van yekan, wisa tê fêmkirin ku Amerîka û Îran wê hê gelek caran li Sûriyeyê pev biçin û li vê derê jî kapasîteya çalakiyê ya milîsên alîgirê Îranê xurt e.

Pêşdîtineke zor nîne ku wê milîsên piştgirên wan Îran e çalakiyên xwe li Sûriye û Herêma Kurdistanê jî tev wê li qadeke berfireh belav bikin. Berê li Hewlêrê bi wesayîtên hewayî yên bêmirov va êrîşî ser baregeha Amerîkayê û Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Amerîkayê kiribûn û dema li wan tê mêzekirin jî îhtimal heye êrîşên bi cureyên nû bên kirin.

Di navbera Iraq, Misir û Urdunê da lûtkeyeke sêalî ya ku Serokwezîrê Iraqê Kazimî wek "Levanta Nû" binav dike li Bexdayê kom bûbû û êrîşa Amerîkayê jî rastî wê demê hat û ev lê rasthatineke xerab bû lê nîşan da ku welat divê ji wê hewla milîsbûnê xwe xilas bike. Li hemberî çalakiyên bêkontrol ên Heşdî Şebiyê û tesîra Îranê ya li ser, Kazimî û pêşewarê wî Adil Ebdilmehdî hin hewl dan lê bi kêr nehat. Bi taybetî jî Amerîka dixwaze ku bila Iraq Heşdî Şebiyê hilde bin kontrola xwe û komên milîs ên alîgirên Îranê û pêşengên wan hildide nav lîsteya teror û mueyîdeyan meşrûbûna wan dixe hedef lê ji ber ku Bexda jî gavên li pêş çavan navêje û êrîşên milîs dibin serî şermezar nake nîşan dide ku wê rageşiya di navbera Îran-Amerîka-Iraq-Heşdî Şebiyê da wê dewam bike. Bi taybetî jî milîsên alîgirên Îranê bi stratejiya "milîsê dizî" va rê li çareseriyê digirin û bi vê yekê va jî dest û piyê Bexdayê girê didin.

Dema li daxuyaniya Wezareta Parastina Amerîkayê ya "Wek ku ev êrîş jî nîşan didin Serok Bîden di mijara parastina xebatkarên xwe da wê gavê biavêje û ev yek teqez e." tê mêzekirin wisa xuya dike Amerîka di mijara pozîsyona xwe ya li Iraqê da wê paşve gav neavêje û li hemberî êrîşên îhtimal hene bên kirin wê zêdetir bersivê bide. Di vê çarçoveyê da heke li hemberî komên alîgirên Îranê yên ku di nav Heşdî Şebiyê da ne polîtîkayeke berbiçav û tund neyê sepandin wê rageşiya Iraqê ya bi Amerîka û Îranê ra zêdetir bibe. Ji hêla din va heke li Sûriyeyê jî milîs û Amerîka zêde bên hemberî hev îhtimal e ku wê Sûriye jî tevlî vê rageşiya heyî bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.