Nûçeyên analîzê

Vekişîna Rûsyayê ya ji Sûriyeyê û tesîrên wê yên muhtemel yên navneteweyî

Dr. Emine Çelik   | 31.05.2022
Vekişîna Rûsyayê ya ji Sûriyeyê û tesîrên wê yên muhtemel yên navneteweyî

Istanbul

Dr. Emine Çelikê îhtimala ku Rûsya ji Sûriyeyê vekişe û tesîrên wê yên li ser hevsengiyên herêmê pêk bên ji AA Analîzê ra nivîsand.

***

Ji ber kêmasiya koordînasyona di navbera yekîneyên eskerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê, xweparastina Ukraynayê ya nedihat payîn, piştevaniya cebilxane û eskerî ya Amerîka û Ewropayê wisa kir ku Kremlînê di polîtîkaya xwe ya karên derva da hemleyên stratejîk ên nû kir rewacê. Tê gotin ku Rûsya wê yekîneyên xwe yên eskerî û xebatkarên şirketa eskerî ya taybet a Wagnerê ku li Sûriyeyê ne ji wê derê vekişîne û ev jî wisa tê nirxandin ku Kremlîn hêzên xwe berhev dike û bi ser xwe da tê. Lewra tê gotin ku yekîneyên Ûris ji Îdlib, Hama, Lazqiye, Minbic, Til Rifat û Eyn el-Eraba ser Sûriyeyê ne vekişiyane. Di heman demê da tê gotin ku hinek ji wan yekîneyên Ûris li herêma Arîme ya Sûriyeyê ku yekîneyên Ûris lê ne hatine bicîkirin û ji wê derê jî ber bi Ukraynayê va hatine sewqkirin.

Ev hemleya stratejîk a ku rejima Esed di nav zorê da dihêle di halê niha da hewla qewetê ya li Sûriyeyê ku şer hêj lê dewam dike ber bi aliyekî din va dibe. Li herêmê Rûsya bi hêzên proksyê ra tevdigere û tevlî Amerîka û Îranê Îsraîla ku qebûl nake bi sedan êrîşên hewayî û bejayî li Sûriyeyê biriye serî di qeyrana nû ya li Sûriyeyê da cî digire. Lewra rayedarên Îsraîlî di dawiya meha nîsanê da gotin ku ew li Sûriyeyê destûrê nadin ku Îran zêdetir bi cî bibe û bi vê daxuyaniyê li Sûriyeyê bûn sedema qeyraneke nû.

- Piştî ku Rûsya ji Sûriyeyê vekişiya hemleyên stratejîk ên Amerîkayê

Tê zanîn ku piştî Bihara Ereban a 2011an Amerîkayê bi xebatên îstixbaratê li Sûriyeyê bi cih bû û dest bi xebatê kir. Di 2014an da jî serokê Amerîkayê yê heyamê Barack Obama bi awayekî fermî daxuyand ku ew ê li Sûriyeyê bi DEAŞê ra têkoşînê bidin. Rêvebiriya Biden jî wekî rêvebiriyên beriya xwe li meseleya Sûriyeyê dinihêre. Di vê çarçoveyê da jî rêvebiriya Biden îdia dike ku çar wezîfeyên Amerîkayê li Sûriyeyê hene. Ev kêmkirina tundiyê, li rojhilatê Sûriyeyê bi rêya hebûna eskerî va zêdekirina zexta ser DEAŞê, piştgiriya PKK/YPG/HDSyê di têkoşîna DEAŞê da wekî hêza proxy bi kar tîne, pêşîlêgirtina krîza însanî û ji bo Girên Golanê piştgiriya mafên xweparastina Îsraîlê. Lewra Amerîka dixwaze bi piştgiriya Îsraîlê û peyamê bide hêzên milîs ên ku Îran piştgiriyê dide wan. Lêbelê li Sûriyeyê her ku diçe tesîra DEAŞê kêm dibe. Wekî sedema krîza însanî PKK komkujiyan dike, Îsraîl jî timî êrîşan dike. Digel hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê, piştgiriyên eskerî û fînansal ên ku Amerîka dide PKK û şaxên wê, tê nîqaşkirin û îstîntaqkirin.

Piştî ku Rûsya ji Sûriyeyê vekişiya, qad vala ma û Amerîkayê xwest ku vê qada vala binirxîne. Amerîka îdia dike ku li bakurê welêt fealiyetên bazirganî bike. Li gor daxuyaniya ku ji Amerîkayê hat dayîn, fealiyetên bazirganî wê li ser înşeat û çandiniyê be, lê qet qala navên fîrmayan û projeyan nayê kirin. Amerîka bakurê Sûriyeyê cuda, rojavayê wê cuda dinirxîne û dixwaze ku bakurê wê bi temamî bi rêya hêzên proxy kontrol bike. Niyeta Amerîkayê heye ku bi hemleya projeyên bazirganî hebûna xwe li Sûriyeyê bidomîne.

Wekî encam li qadê çûyîn û hatina yekîneyên Ûris bû sedem ku Amerîka rîska belabûna Îran û mixalifên din li welêt kêm bike û ji bo vê jî hewl dide ku PKKyê li qadê xurt bike.

- Hêza Îranê ya li Sûriyeyê zede dibe

Amerîka zêde fikarê dike ku valahiya hêzê ya ji Rûsyayê maye wê ji hêla Îranê va bê tijîkirin. Wek ku tê zanîn hebûna Îranê ya li Sûriyeyê wek ya Amerîkayê xwedî paşxaneyeke dirêj e. Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îranê (IRGC), Hêza Qudsê û gelek servîsên ewlehî û îstixbaratê yên Îranê ji bo desthilatiya rejima Esed biparêzin ji hêla perwerde, lojîstîk, muhimatên eskerî va piştgiriyê didin artêşa Sûriyeyê. Ji ber şerê Ukraynayê Rûsyayê li Sûriyeyê operasyonên xwe kêm kir ku piştî vê hêza Îranê li qadê zêde bû.

Di serê 2022yan da li Hesekeyê DEAŞê êrîş kiribûn û PKKyê zirarên mezin dîtibûn. Piştî vê hêzên taybet yên Amerîkayê hewl dabû ku DEAŞ ji herêmê vakişe. Bi saya vê milîsên Îranî qadên nû bi dest xistin. Ji Sibat û Adara 2022yan vir va jî li Heseke û dora wê hêzên xwe zêde kirin. Wisa xuya dike ku dema Rûsya ji Sûriyeyê vekişe hêza Îranê wê zêdetir bibe. Jixwe ziyareta Esed ya Îranê ya di 8ê Gulana 2022yan da kiribû jî vê rewşê nîşan dide. Lê divê bê gotin ku tesîra Îranê wê li gor hêzên din ên li herêmê şikil bigire. Wek Amerîkayê Îsraîl jî hêzeke xurt e ku tesîrê li ser stratejiyên Îranê yên li Sûriyeyê bike.

- Hêza Rûsyayê ya li herêmê kêm dibe dijî Îranê destê Îsraîlê xurttir dike

Îsraîl vekişîna Rûsyayê ya ji Sûriyeyê hem wek derfetekê û hem jî wek talûkeyê dibîne. Di 2018an da F-16ên Îsraîlê li Lazqiyeya Sûriyeyê êrîşên esmanî kiribûn. Di vê êrîşê da balafireke Ûris ji hêla pergalên esmanî yên Îsraîlê va hatibû îmhekirin ku ev di navbera Îsraîl û Rûsyayê da bûbû sedema qeyraneke mezin. Lê paşê ev qeyran ji hêla Kremlîn û rayedarên Îsraîlê va hatibû çareserkirin. Ji ber vê Îsraîl baldar tevdigereke ku careke din li jet an jî yeqîneyeke Ûris nexe. Ji ber vê rayedarên Îsraîlê gelek caran gotibûn ku ew nikarin li Sûriyeyê bi rehetî êrîşî hêzên eskerî yên Îranê bikin.

Nebûna bi awayekî aktîf a li qadê ya yekîneyên Rûs, derfeta rihetiyeke psîkolojîk da Îsraîlê ku êrîşên xwe yên dijî unsûrên Îranê bidomîne. Di vê çarçoveyê da di 12 û 27ê Nîsana 2022yan da ji hêla Îsraîlê li Sûriyeyê êrîşên asîmanî hatibûn kirin, 4 eskerên rejimê hatibûn kuştin, lê hatibû destnîşankirin ku êrîş li dijî milîsên Îranê tên kirin. Di serê Gulanê da jî li dijî bajarokê Masyafê yê li rojavayê Hemayê ji hêla Îsraîlê êrîş hatin kirin ku hakimiyeta Îranê ya li vê derê were şikestin.​​​​​​​

- Pozîsyona Tirkiyeyê

Bi Operasyona Pençe-Kîlîtê ya li bakurê Iraqê va rêxistin derbeyên giran dixwe. Dewletên ku di qadên eskerî û fînansî da alîkariyê didin PKKyê jî şûna qanalên dîplomatîk, organên çapemeniyê yên navneteweyî diemilînin û bi helwesteke nakok va pirsan li hereketên meşrû yên Tirkiyeyê dikin. Di vê çarçoveyê da herekatên dervayî sînor ên Tirkiyeyê yên dijî PKK û dûvikên wê, di qada navneteweyî da badoreke zêde pêk tîne.

Piştî geşedanên li Sûriyeyê, sinyala herekateke nû hat dayîn da ku herêmeke ewle ya 30 kîlometre bi ber were avakirin da ku rêxistin xwe cardin organîze neke. Hê hûrgiliyên herekatê eşkere nebûne, lê meriv dikare bêje ku bi herekatê va hebûna PKKyê ya li ser sînorê Tirkiyeyê dê bişikê.

[Dr. Emine Çelik, pispora radîkalbûn, terorîzm û terorîzma sîberê ye]

*Nêrînên di gotarê da yên nivîskara wê ne û dibe ku ne li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın