Nûçeyên analîzê

Tevgera Biden hevkêşeya Îranê xirab dike

Dema Joe Biden piştî Donald Trump wek serokê Amerîkayê hat hilbijartin ji bilî kesên ecele şîroveyan dikin û yên xweşbîn in li Tehranê her kesî dizanibû ku têkiliyên rageşî pê ra heye wê neguherin

Türkan Tosun,Abdullah Tel,Haydar Şahin,Elif Irmak,Önder Beyter   | 05.03.2021
Tevgera Biden hevkêşeya Îranê xirab dike

Istanbul

 SERHAN AFACAN- Dema Joe Biden piştî Donald Trump wek serokê Amerîkayê hat hilbijartin ji bilî kesên ecele şîroveyan dikin û yên xweşbîn in li Tehranê her kesî dizanibû ku têkiliyên rageşî pê ra heye wê neguherin. Rewş wiha be jî bi taybetî Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf li ser medyaya civakî û cihên din peyam weşandin ku rêvebiriya Amerîkayê dîsa li peymana nukleerê vegere, mueyîdeyan betal bike. Ji ber van peyaman hêvî zêde bûn. Di vê rewşê da wisa xuya dike ku rêvebiriya Bîden di mijara Îranê da wê rêyên dîplomasiyê vekirî bihêle, bi gotina Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken navê Îranê di rojevê da heye, lê dîsa jî zêde hewesa rêvebiriyê tune ku têkiliyên bi Îranê ra baştir bike. Ewê demekê bendê be ku ev jî êdî ne pêşbîniyek e, nûçeyek e. Mijara pêşbîniyê ew e ku rêvebiriya Amerîkayê wê çawa benda dema "baş" bisekine. Di vê mijarê da geşedanên dawîn hinek agahiyan nîşan didin.

- “Ha ji we ra Joe”

Di 19ê Sibatê Konferansa Ewlehiya Munîhê da Bîden axivîbû, peyama "Amerîka vegeriya" dabû û ji bilî mijarên din behsa Îranê jî kiribû. Peyamên hatibûn dayîn bi taybetî ji bo Îranê wek peyamên hesas hatibûn hilbijartin. Serokê Amerîkayê gotibû li aliyekî Îran, li aliyê din jî Amerîka, Çîn, Rûsya, Îngiltere, Fransa û P5 ya ku Almanya jî di nav da ye dikarin li mizakereyan vegerin. Lê peyama sereke a Bîden di vê hevokê da veşartî bû: "Divê em çalakiyên Îranê yên li Rojhilata Navîn bêîstiqrar dike jî bînin ziman. Bila dem derbas be em ê di vê mijarê da bi hevkarên xwe yên Ewropayî û yên din ra bi hevkariyê va bixebitin."

Di Tîrmeha sala 2015an da P5+1 hat îmzekirin û di Rêbendana sala 2016an da ket rewacê lê Trump di sala 2018an da welatê xwe ji peymanê vekişand û ew peyman bû P4+1 û peymana nukleerê ya bi navê xwe yê fermî "Plana Çalakiya Hevpar a Berfireh (KOEP) tê zanîn lê pirsgirêk ev e ku Îran li meydanê di formata P5+1î da "nîqaşê" qebûl nake dibêje ku peymanek heye. Lewra Zerîf di daxuyaniya 21ê Sibatê da Press TVyê da diyar kir ku Bîden jî polîtîkaya Obama dimeşîne û wiha got: "Ji nû va nîqaş tuneye û ev qediya."

Heke em daxuyaniyên Zerîf û rêvebirên Îranî bi meneyên zelal qebûl bikin tê dîtin ku Îran di vê mijarê da wê paşve gav neavêje. Lê herkes dizane ku pêvajoyên dîplomatîk di nav xwe da gelek guherînan da dihewînin. Selefê Bîden di daxuyaniyên xwe da her tim digot ku "çalakiyên Îranê yên ji bo bêîstiqrarkirinê" hertim li pêş çavan bû û Tehran jî ji vê yekê gelek aciz bû û lê wî jî xwe ji van gotinan dûr nexist. Li ser wan daxuyaniyên Joe Bîden, rojnameya Watan-i Îmruzê ya li Îranê bi sernava xwe ya "Ha ji we ra Joe" (Befermayîd Joe!) va mîna ji bo tiştên li Tehranê tên gotin berdevkî kir.

Tiştên heta niha qala wan hat kirin dibe ku wek niqaşên dîplomatîk ên hev hêrskirinê û wek pirsgirêkek di navbera Îran û Amerîkayê da be bê hesibandin. Lê du roj berî axaftina Bîden Rêberê Şoreşa Îranê Elî Hamaney ji bo Amerîkayê got ku "Ew ne li gotinê li benda kirinê ne." Di rojên dawîn da bi rastî jî Amerîka ji bo kirinan gavan diavêje. Lê ew gavên tên avêtin li gorî bendewariyên Îranê nînin û ev yek jî li pêş çavan e. Di 25ê Sibatê da hêzên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê êrîşa hewayî birin serî û di daxuyaniya Pentagonê weşand da bi bîr xistin ku di 16ê Sibatê da li hemberî baregehên Amerîkayê êrîş hatin kirin û ev operasyon jî li hemberî "milîsên Îran piştgiriyê dide wan" hat kirin.

- Îran çima aciz dibe?

Di 28ê sibatê da di xeberan hat gotin ji ber ku Îrec Mescîdiyê Balyozê Bexdayê yê Îranê di daxuyaniya xwe da got Tirkiye desthilatdariya Iraqê binpê dike piştî vê ji bo bertekê Mihemed Ferazmendê Balyozê Enqereyê yê Îranê gazî Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê kirin. Di 10ê sibatê da li Garayê 13 welatiyên me bi destê terorîstên PKKyî hatin şehîdkirin, Tirkiyeyê li herêmê herekata Pencik Qertel-2yê li dar xist û îhtimal heye ku li Şengalê jî operasyon were kirin. Di demeke wiha da mimkûnata wê tune ku xwe ji daxuyaniya Mescîdî ra kerr bikin. Wekî mayîn dîplomatekî bi tecrube yê Îranê yê li Bexdayê daxuyanî da Rudawê û got, "Dibê Tirk vegerin pozîsyona xwe ya navneteweyî li herêmê bimînin û ewlehiya Iraqê jî bi destê Iraqê were pêkanîn." Derket holê ku ev nêrîna wî nîne. Mescîdiyê beşdarî Şerê Îran-Iraqê bibû ji sala 1982yan hetanî sala 2017an 35 salan di nav Artêşa Mihafizên Şoreşê da cî girt, ji Qasim Silêmaniyê ji fermandarên sereke yên Artêşa Qudsê ra jî şêwirmendî kir, dibê bala xwe bidin ser vê meseleyê jî.

Ya rastî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 21ê sibatê da bi Hesen Rûhaniyê hemtayê xwe yê Îranê ra bi têlefonê axivîbû, li gor daxuyaniya çavkaniyên Serokomariya Îranê wekî dewama parvekirina fikr û ramanan a berê li ser hêzdarkirina têkiliyên dualî, hevkariya herêmî, helwesta rêveberiya nû ya Amerîkayê ya di mijara KOEPê da axivîbûn. Lêbelê daxuyaniyên ji ber têkoşîna dijî terorê tê meşandin Tirkiyeyê tehdîd dikin ên komên bi Îranê ra têkildar ên li Iraqê û helwesta Îranê ya ji bo têkoşîna Tirkiye dijî PKKyê didomîne nîşan dide tê dîtin ku heke operasyon dewam bikin aciziya Îranê ew ê zêde bibe. Rayedarên Îranê wekî kevneşopî operasyonên Tirkiyeyê bi endamtiya NATOyê ya Tirkiyeyê ra têkildar dinirxînin û dibêjin ev rê vedike ku hêzên derva midaxilê herêmê bibin, ev jî balkêşiya mijarê derdixe holê. Ji ber têkoşîna dijî PKKyê bi taybetî ya dijî PYD/YPGyê di navbera Tirkiye û Amerîkayê da regeşî heye, Îran di vê helwesta xwe da piyê xwe dikute erdê ev jî manîdar e. Amerîka van demên dawîn kêm midaxilê herêmê dibe ya rastî rageşiya di van demên dawîn da li aliyê Îranê tê dîtin jî bi vê ra eleqedar e. Ev rewşa paradoksal jî dengeya polîtîkayên herêmî yên Îranê xirab dike.

- Îran ji Amerîkayê çi hêvî dike?

Mijara herî rojane ya di xeta Amerîka-Îranê da herçiqas wek dosyeya nukleerê û peyman xuya bike jî di rastiyê da ev tenê yek ji parçeyên (çiqas mezin jî be) pazilê ye. Di sala 2015an da dema KOEPê îmze kir tekane rojeva Obamayê Serokê Amerîkayê yê heyamê bernameya nukleerê ya Îranê nebû û serokê Amerîkayê wisa difkiriya ku dê bi hêsantir çalakiyên li herêmê yên Îrana pêşî lê tê girtin ku bigihêje kapasîteya nukleer bê sînordarkirin. Bêguman rayedarên Îranî jî haj bi vê nexşerêya Amerîkayê hebûn. Dibe ku aliyê herî girîng ev bû ku ew jî haj pê hebûn. Salên 2000î bû heyameke ku di navbera Amerîka û Îranê da têkiliyên di formatên cuda da zêde bûn. Amerîka di heyama Bush da bi hemû xirabkeriya xwe va bû midaxilê Rojhilata Navîn û ji hêla xwe va jî xetereyên ji ber Îranê derdikevin pîvabû. Wisa bû ku hin ji van xetereyan veşartî be jî ewqas berbiçav bibûn ku dê bibûya sedem ku Amerîka berdêlên diyar bide. Lêbelê berdêlên ku Îranê bi taybetî li Iraqê ji Amerîkayê hildan bi baldarî hatibûn eyarkirin ku wê bide pêş çav. Paşê Amerîka li herêmê bêtir angaje bû û bi awayekî paradoksî lê dibe ku bi awayekî tebiî têkiliyên wî yên bi Îranê ra zêde kir. Herçiqas dûrî mantiqê be ku mirov bibêje polîtîkayên Amerîka û Îranê yên bi taybetî wek qadên pevçûnê li Iraq, Sûriye û Yêmenê heta mijara PYD/YPGyê da bi temamî hevkêş be jî dê zêde mezin be ku mirov bibêje bi temamî dijî hev in. Bi gotineke din pozîsyonên Amerîka û Îranê yên mijarên ku wan "rasterast" eleqedar dikin da wek mînak ji pozîsyona Îran û Tirkiyeyê bêtir nêzî hev in. Heke wiha nebe di heyameke ku pevçûn û xirabûnên li herêmê dewam dikin da ne Amerîka ne jî Îranê xwe ne dida berê ku KOEPê îmze bike. Geşedanên din yên diqewimin jî di ser da.

Îran li bendê ye ku Biden dawiyê bide rageşiya nukleerê û vegere ser zemîna ku wê serdemê hat avakirin. Gelek peywirdarên Îranê wisa difikirin ku dewamkirina rageşiya bi Amerîkayê ra ne di berjewendiya welêt da ye. Rewşeke bi heman awayî ji bo rayagiştî ya welêt jî derbasdar e. Ji ber vê çendê polîtîkayên Îranê yên herêmê her çiqas bi tenê girêdayî peywendiyên bi Amerîkayê ra nebe jî, helwesta heyî ya Biden, hemû hevsengiya Îranê têk dibe û wisa dixuyê ku ev yek dê hê jî bidome. Li Îranê meha hezîranê hilbijartina serokomariyê dê were kirin û lewma jî Biden xwe giran digire. Biden heger piştî Rûhaniyê miyanrev, Hezîrana 2021an li hemberî xwe serokomarekî Îranê yê mihafezekar bibîne, dibe ku zêde ji vê aciz nebe. Lewra dibe ku ev, rê li wê yekê ra xweş bike ku bi nîzama rûniştî peymaneke hîn mayînde û edilî îmze bike. Di hevpeyvîna navborî da Zerîf dema mijarên herêmî nirxandin, ji bo pirsa "Peyama me ya ji bo cîranên Îranê çi ye?" wiha bersivandibû, "Vegerin taxê! Li vê taxê dîrok, erdnîgarî û baweriya me yek e. Qedera me ji hev cuda nabe." Di serdema pêş me da ew yek dê ji bo hemû "taxê" zehf girîng be ku ev gotin di retorîkê da nemînin. Ji bo vê yekê jî divê hevsengî bên parastin.

[Dr. Serhan Afacan ku xebatên xwe yên lîsansa bilind û doktorayê li beşa Xebatên Îranê ya Zanîngeha Leidenê temam kirin, li Enstîtuya Lêkolînên Welatên Rojhilata Navîn û Îslamê ya Zanîngeha Marmarayê endamê hîndekariyê ye]


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın