Nûçeyên analîzê

Operasyona Şengalê, PKK/YBŞ û milîsên ku Îran piştgirê wan e

Ekip   | 20.02.2021
Operasyona Şengalê, PKK/YBŞ û milîsên ku Îran piştgirê wan e

Istanbul

ÇAGATAY BALCI- Hereketa Pencik-Qertelê ya ser hedefên PKKyê yên li herêma Garaya bakurê Iraqê di 10ê Sibata 2021ê da dest pê kir û di 14ê Sibata 2021ê da temam bû lê ji ber tesîr û dengvedanên xwe yên li herêmê hê jî di rojevê da cî digire. Hereketa Pencik-Qertel-2yê li gor hereketên berê zêdetir xwedî tesîr bû lewra dihat hêvîkirin ji bo bendewariyên ber bi alî Iraqê va wê bibe gavek û ev yek raxist pêş çavan. Di vê çarçoveyê da ev herekat ji bo operasyona Şengalê wek gava pêşî dihat hêvîkirin û bendewarî jê zêde bûn.

Li herêmê gelek aktorên heyî bi eleqeya herî zêde hereketa Pencik-Qertel 2yê şopandin û bi taybetî jî li alî Iraqê bala du aktoran zêdetir bû û wan bi baldartir di heman demê da jî bi fikar ev mesele şopandin. Ji wan aktoran yek PKK/Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û ya din jî hin komên milîs ên di nav Heşdî Şebiyê da ku Îran piştevaniya wan dike bû. Ev herdu aktor jî xwedî wê nêrînê bûn ku ev operasyon ji bo operasyoneke li ser Şengelê gavek bû û bi wê baweriyê derdiketin pêş. Vê rewşê çavê herdu aktoran jî tirsand û aktorên li herêma Şengalê bi cî bûbûn dijî Tirkiyeyê daxuyaniyên gefxwarînê dan. Di vê çarçoveyê da ji komên rêxistina Bedîr û Tevgera Nucebayê daxuyanî hat dayîn ku heke Tirkiye li hemberî Şengalê dest bi operasyonekê bike ew ê jî dest bi liberxwedanê bikin û van daxuyaniyan bal kişand. Tevlî vê Heşdî Şebiyê hin yekîneyên xwe sewqî herêma Şengalê kir û ev jî nîşan dide ku ji ber îhtimala operasyoneke ser Şengalê qisaweteke çawa çêbûye. Vê yekê nîşan da li herêma Şengalê dibe ku PKK/YBŞ û milîsên Îran piştgirên wan e li dijî Tirkiyeyê hevkariyê bikin û ev yek jî niha di rojevê da ye.

- PKK/YBŞ û milîsên li Iraqê ku Îran piştgirên wan e: Derfeta hevkariyê û şibandinên rêxistinî

Ji ber bendewariya operasyona ku Tirkiye li hemberî Şengalê bibe serî nêrînek belav bû û herî zêde jî PKK/YBŞ û milîsên piştgirên wan Îran e li hember vê nêrînê derketin. Ji bo van aktorên kontrola Şengalê hildane dest xwe dema hereketeke eskerî bê kirin ev tê wê meneyê ku wê serdestiya wan a li wê derê biqede. Ev rewş jî berê herdu aktoran ji bo hevkariyê dide hev. Bingeha hevkariya van aktoran ji çend merheleyî va dibe bê vekolîn.

Berî ewil divê meriv li xalên hevkar ên herdu aktoran ku dişibin hev mêze bike. PKK/YBŞ û milîsên Îran piştgirê wan e di mijara hincet û îdiayan da ji bo hebûna xwe ya li Şengalê parve dikin pir dişibin hev. Meriv bi kurtî dikare bibêje him PKK/YBŞ û him jî milîsên Îran piştgirê wan e îdia dikin ku ew "li Iraqê civakê ji terora DEAŞê diparêzin" û ev yek tevlî îdiayê ji alî herdu aliyan va jî wek planek tê dîtin. PKK/YBŞ ji bo gelê Êzdî yên li Iraqê dijî xwe wek parêzvan dihesibîne û ev yek ji xwe ra kiriye kar. Lê dema ji hêla stratejiya PKKya rêxistina terorê va ev yek bê nirxandin tê dîtin ku PKK/YBŞ rêxistineke bi plan û bername ye û ji berê va hatiye çêkirin.

PKKyê di kongreya 4an a 1990î da cara ewil bal kişand ser Êzdiyan, di kongreya 5an a 1995an da jî wekî şaxa rêxistinê qal kir. Di vê çarçoveyê da di kongreya 5an a PKKyê da şaxeke bi navê "Yekîtiya Ezdiyên Welatparêz a Kurdistanê" derdikeve pêşiyê, bi vê ra ji bo Êzdiyên li Iraqê mobîlîze bikin pêşniyaz û biryar tên dayîn. Wekî mayîn komên milîs ên li Iraqê yên Îran piştgiriyê dide wan jî dema tên nirxandin rastiyeke ji îdia û gotina "li dijî DEAŞê parastina gelê Iraqê" cuda xuyê dike. Ji wan koman hinek îro li Iraqê di bin banê Heşdî Şebiyê da çalakiyan dikin. Tê dîtin ku ev koman demên dirêj li Iraqê wekî hêza wekîl a Îranê xebitîne. Ev jî hevkarî û şibandina PKK/YBŞyê û milîsên Îran piştgiriyê dide wan nîşanî me dide.

Ya duduyan jî ew e ku konsîldasyona siyasî ya gef-parastinê ya PKK/YBŞyê û milîsên Îran piştgiriyê didinê dişibe hevdu. Ev koman li dijî gefa DEAŞê wekî parêzvanê gel xwe dibînin dema gef ji holê rabû jî ketin pêvajoya konsîldasyona siyasî. PKK/YBŞyê di vê pêvajoyê da li Şengalê saziya bi navê "Meclisa Xweser a Demokratîk ya Şengalê" ava kir, milîsên Îran piştgiriyê dide wan jî di bin banê Heşdî Şebiyê da statuya hêza fermî bi dest xistin û bi navbeynkariya partiyan va tevlî hevkêşeya siyasî bûn.

Wekî mayîn paradigmayên diguherin ên PKK/YBŞyê û milîsên Îran piştgiriyê dide wan jî dişibin hevdu. Piştî ku DEAŞ têk çû van aktoran konsîldasyona siyasî ji xwe ra wekî armanc eşkere kirin. Di 9ê cotmeha 2020î da hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) peymana Şengalê çêkirin, piştî vê ev aktorana derbasî paradîgmaya "parastina hebûnê" bûn. Xêncî peymana Şengalê ya hedefa wê ew e ku li Şengalê hebûna PKK/YBŞyê bi dawî bike texmîna operasyona dibe ku Tirkiye bibe ser Şengalê jî paradîgma qewîn kir. Ev jî dibe sedem ku aktorên li wê derê Tirkiyeyê wekî "hedefa hevpar" bibînin û ji bo wan dibe bingeh.

Piştî peymana Şengalê PKK/YBŞyê hewl da têkeve bin banê Heşdî Şebiyê. Helwestên dijî herekatên Tirkiye li bakurê Iraqê dibe ser PKKyê, pirsgirêkên bi hikûmeta Iraqê û HKIyê ra derdikevin holê jî vê bingehê berfireh dikin. Di vê çarçoveyê da îhtimala operasyona bibin ser Şengalê PKK/YBŞ û milîsên Îran piştgiriyê dide wan ew ê bi hev ra tevbigerin. PKKya rêxistina terorê wekî teqdîqa rêxistinê teqdîqa "eniya yekbûyî" û îtifaqên pragmatîk ava dike, milîsên Îran piştgiriyê dide wan jî teqdiqa "parastina hebûna xwe" û helwesta dijî Tirkiyeyê bi kar tîne. Dema em li vê mêze dikin potansiyela hevkariyê derdikeve holê. Di vê gavê da tê dîtin ku wekî aktor tesîra Îranê gelekî girîng e.

- Bandora Îranê

Bandora Îranê ya li ser hevkêşeya siyasî ya li Iraqê di salên dawîn da wek dînamîkeke herêmî ya girîng xwe nîşan dide. Îrana bi wesîleya komên milîs bandorê li ser rewşa eskerî û siyasî ya li Iraqê dike di reqabeta xwe ya herêmî ya bi Amerîkayê ra Iraq kiriye qadeke xwe. Operasyonên ku Tirkiye li Iraqê dijî PKKyê dike û hêviyên ji bona operasyona Şengalê ji bo Îranê girîngiya herêmê zêde kir. Lewra qada Iraqê ji bo Îranê ji bo temasa PKKyê û komên milîs erdnîgariyeke navendî ye.

Ji bo Îranê li tevahiya Iraqê û bi taybetî jî li herêma Şengalê hebûna PKK û komên milîs zehf krîtîk e. Îrana bi wesîleya komên milîs bandora xwe li Iraqê mihafeze dike di heman demê da PKKyê jî dikare ji bo vî tiştî biemilîne. Berevajiyê qinaeta ku heye, Îran PKKyê tenê dijî Tirkiyeyê wek firsendê nabîne, di heman demê da li qada Iraqê bi taybetî jî ji bo Herêma Kurdistana Iraqê rêxistina terorê wek amûr diemilîne. Loma jî di vê çarçoveyê da di xwepêşadanên ku 8ê Kanûna 2020î da li Herêma Kurdistana Iraqê derketin îdiayên ku Îran bi saya hucreyên PKKyê û komên milîs tevlî vê pêvajoyê bûye bal kişandibûn. Di vê pêvajoyê da êrîşên dijî avahiyên Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) ku di hedefa PKKyê û komên milîs da bûn îdiayên navborî xurt dikin.

Ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li ser Şengalê bandora helwesta Îranê wê zehf girîng be. Heger Îran PKKyê û komên milîs ku wek aktorên amûr dibîne dijî operasyonên Tirkiyeyê biparêze wê derfetên hevkariya di navbera PKKyê û komên milîs da zêde bike. Rewşeke wiha ji bona Îranê li gor qîmet û nirxên ku PKK û komên milîs temsîl dikin wek îhtimaleke mezin li ber me disekine. Di heman demê da ji bona PKKya ku li qada Iraqê di nav tengasiyeke mezin da ye ji bona li ser xwe bimîne rêya tekane hevkariya bi Îranê ra ye. Wek mayîn heger Îran bi Tirkiyeyê ra bikeve nav hevkariyê wê komên milîs bên kontrolkirin û PKK bêparastin bimîne.

[Çagatay Balciyê di Bernameya Terorîzm û Ewlehiya Navneteweyî ya Zanîngeha Parastina Neteweyî da namzedê doktorayê ye li Kordînatoriya Xebatên Ewlehiyê ya ÎRAMê wek lêkolîner dixebite.]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.