Nûçeyên analîzê

NÊRÎN - Şeva ku sibeha wê tune: Qetlîama Xoceliyê

Dîroka dinyayê heta roja me şahidiya gelek şeran kir. Lêbelê komkujiya Xoceliyê yek ji mînakên nadir ên di sedsala 20emîn ya kirin û helwestên ku ne li gor rêbazên hiqûqa navneteweyî ye ku divê di dema şer da guh bidinê û nirxên mirovî binpê dike

Elif Irmak,Önder Beyter,Türkan Tosun,Haydar Şahin   | 26.02.2021
NÊRÎN - Şeva ku sibeha wê tune: Qetlîama Xoceliyê

Istanbul

 Dema mirov tiştên wê şevê qewimîn guhdar dike mirov diheyire. Digel ku ji ser ra 29 sal derbas bûn jî kesên ku komkujiya li Xoceliyê qewimî guhdar dikin dikarin vê êşê hîs bikin. Kesekî ku bû şahidê tiştên wê şevê qewimîn wekî "Min lava kir û got ku 'Alîkariya min neke, min bikuje' û feryad dike. Deme mirov vê hevokê dibihîze bixwe ji xwe dipirse "Ma evqas jî dibe?" Bi vê fikrê mirov dikare piçek din mezinahiya zilma ku li Xoceliyê dijî Azerbeycaniyan hat kirin dikare bîne pêş çavê xwe.

Dîroka dinyayê heta roja me şahidiya gelek şeran kir. Lêbelê komkujiya Xoceliyê yek ji mînakên nadir ên di sedsala 20emîn ya kirin û helwestên ku ne li gor rêbazên hiqûqa navneteweyî ye ku divê di dema şer da guh bidinê û nirxên mirovî binpê dike. Dem amirov li jimara sivîlên zarok, jin, îxtiyar ên ku di şevekê da bi destê yekîneyên çekdar ên Ermenistanê va bi wehşetî hatin qetilkirin dinêre dikare vê yekê bi awayekî eşkere tesbît bike.

Xocelî cihekî li Qerebaxa Çiyayî ye ku 2 hezar û 500 malbat bi tevahî 7 hezar kes lê dijîn. Bajarekî biçûk e û mirovên bêzerar lê dijîn. Hêlîn û mala mirovên mutewazî ye ku bi çandinî û ajalvaniyê ra mijûl in. Wê şeva sar a sibatê ya ku 25ê sibatê xilas dibû û dikete 26ê sibatê dîrok dê biguheriye, li ser rûpelên tarî komkujiyeke nû bihata zêdekirin yekîneyên çekdar ên Ermenistanê bi piştgiriya Lîwaya Peyadeyan a Motorîze ya 366emîn a heyamê ya Yekîtiya Sovyetan a ku li Xankendiyê bî cî bûye va Xoceliyê dorpêç dike. Ketin û derketina ji bajêr tên girtin û ji çar aliyan va guleyên tankan berdidin bajêr. Yekîneyên eskerî yên girêdayî Ermenistanê ku ketin bajarê bêparastin ma bêyî ku ferqa esker an jî sivîlan bikin mirovan didin ber guleyan.

Jin û zarokên ku ji wan wetrê stargehên malan dê ewle be jî tûşî heman qederê dibin wê şevê. Wê şeva sar a zivistanê piraniya şêniyên Xoceliyê ku ji daristan û çemên qerisî derbas bûn, gava hindik mabû bigihîjin parêzgeha Axdamê ji hêla eskerên Ermenî bi komî hatin kuştin û hinek jê jî dîl hatin girtin. Aqûbeta piraniya dîlan hê niha jî nayê zanîn. Eskerên Ermenî guh û pozên dîlan jêkirine, çavên wan derxistine, li ber çavê diya wan zarok kuştine, jin û pîrejin bi wesayîtên bizirx girê dane û xişikandine, jinên hemle dane ber singûyan. Ev şerma mirovahiyê bi hefteyan ajotiye. Hezar û 275 kesên dîl hatin girtin bi rojan hatin êşkencekirin, hinekan teyax nekir mirin û hinekan jî xwe kuşt.

Di vê komkujiyê da 613 Azerbeycanî hatin kuştin. Ji van 63 zarok, 106 jin, 70 jî kal û pîr bûn, heşt malbat bi temamî hatin kuştin. Bi qasî hezar kesî jî birîndar bûn. Îro 150 kes hê jî wenda ne û xeber ji wan nayê sitandin.

Li Xocaliyê qetlîameke eisa çêbû ku Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) vê yekê qetlîama herî mezin a ku di şerê Qerebaxa Çiyayê da çêbû bi nav kir. Di biryara Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) da jî bûyerên li vir qewimîn wek sûcên şer û yên li hemberî mirovahiyê tên kirin hatin qebûlkirin.

Parlamentoya Azerbeycanê di sala 1994an da bûyerên li Hocaliyê wek "komkujî" îlan kir. Ewil serokê neteweyî Heyder Eliyew û paşê jî Serokomar Îlham Eliyew destûr nedan ku komkujiya Hocaliyê bê jibîrkirin. Komkujiya Hocaliyê bi hemû şahidên xwe va li ber çavê dinyayê hat raxistin ku ew komkujiyek e.

Yên demekê li ber rastiyên tahl bêdeng man jî di nav demê da vê rastiyê qebûl kirin. Hewl hat dayîn ku bûyerên li Xocaliyê çêbûn di bin şahidiya dîrokê da ronî bibin. 17 welatên dinyayê û ji 20î zêdetir eyaletên Amerîkayê biryarên komkujiya Xocaliyê şermezar dikin dan. Bi vê wesîleyê ez dixwazim spasiya Komara Tirkiyeyê bikim çawa ku her tim di her mijarê da bi me ra ye, di vê mijarê da jî vê êşa me parve kir.

Serj Sarkisyanê Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê yê wê demê û yê ku heta sala 2018an serokomarî kir dihevpeyvîneke xwe ya ku sala 2001î da hatibû kirin da wiha gotibû: "Beriya Xocaliyê Azeriyan wisa bawer dikirin ku Ermenî wê têkilî sivîlan nebin. Me ev hişmendî têk bir."

Dema difikirin ku kesên xwedî fikrên wiha li rêveberiya Ermenistanê cî gidrin fehm dikin ku çima faşîzm dibe polîtîkaya dewletê ya Ermenistanê. Di Şerê Wetanê yê di 27ê îlona 2020î da dest pê kir û 44 rojan dewam kir da jî Ermenistanê bi fuzeyên menzîldirêj va êrîşî sivîlên li Gence, Berde û Tertera bajarên Azerbeycanê yên ji herêma şer dûr kiribû, di êrîşan da 12ê wan zarok, 27ê wan jin ji 100î zêdetir sivîlên ji Azerbeycanê kuştibûn, û 423 sivîl jî birîndar bibûn. Di encama Şerê Wetanê da erdên Azerbeycanê yên di dagiriya Ermenistanê da bi destê artêşa me ya bi rûmet hatin azadkirin, ev jî ji bo malbatên kesên di komkujiya Xocaliyê da hatibûn kuştin hinekî bû teselî. Kesên wê şevê li Xocaliyê hatin kuştin îro di nav me da nînin, ji bo kesên sax man jî jiyan tu carê wekî berê nebû.

Birîna Xocaliyê û şehîdên me ew ê her tim di dilê me da bijîn.

Rijma Xwedê li wan be!

[Narmina Mustafayeva Serkonsolosa Stenbolê ya Azerbeycanê ye]

Fikrên makaleyên bi sernavê "Nêrîn"ê tên weşandin aîde nivîskarê nivîsî ne û polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nadin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın