Nûçeyên analîzê

NÊRÎN- Li Siûdiyê 'game of thrones'ê bi şêwaza şerqê

Piştî ziyareta Serokê Emrîkayê Trump li Rojhilata Navîn, ji aliyekî ve krîza Qeterê dewam dike, ji aliyê din ve jî "şoreşe bêdeng" di sîstema rêveberiya Siûdiyê de çêbû û hukimê ji xeynî zarokên bin Siûd, neviyên wî jî dikarin bibin melik hat danîn.

Muhammet Kurşun   | 29.06.2017
NÊRÎN-  Li Siûdiyê 'game of thrones'ê bi şêwaza şerqê

Istanbul

ÎSTANBUL

Piştî ziyareta Serokê Emrîkayê Donald Trump li Rojhilata Navîn, ji aliyekî ve krîza Qeterê dewam dike, ji aliyê din ve jî "şoreşe bêdeng" di sîstema rêveberiya Siûdiyê de çêbû û hukimê ji xeynî zarokên Ebdulezîz bîn Siûd, neviyên wî jî dikarin bibin melik hat danîn.

Li Siûdiyê bi hukimê nû hat danîn kurê melikê niha Mûhemmed bin Selman bû welîehdê yekemîn. Ev guherîn xwedî wê potansiyelê ye ku pêşeroja Siûdiyê ku yek ji welatên li Rojhilata Navîn mîhwer e û hemû herêmê biguherîne. Tê axaftin ku dê Melik Selman di demeke nêzîk de cihê xwe ji kurê xwe re bihêle. Bi vê guherînê re bala herkesî li ser sîstema siyasî ya Siûdiyê kûr bû ku gelekî girtî û veşartî ye.

- Sîsttema siyasî ya Siûdiyê

Siûdî, bi monarşiyeke ku melik serokê dewlet û hikûmetê ye tê birêvebirin. Bi destûreke ku îstînadî hiqûqa Îslamê (şerîet) tê kirin birêve diçe. Ev rewş, nayê wê me'neyê ku hemû biryarên di asta bilind de ji aliyê melik ve tên dayîn. Lewra polîtîka, di çarçoveya kevneşopiya qedîm a qebîleyên ereban de bi îstişareya alimên payebilind ku li Siûdiyê sîstema dîni pêk dîtin, emîrên bitesîr, şehzade û endamên malbata melîkiyê tên diyarkirin. Meclisa Şûrayê (Meclisa Şêwrê) ku ji 150 endamî pêk tê û hemû jî ji aliyê melik ve tên tayînkirin, tenê pêşnûmayên qanûnan ên di asta tewsiyeyê de amade dikin. Wek tê zanîn emîrên ku jimara wan digihê 15 hezaran tenê çend ji wan li ser siyaset û aboriya welat bibandor in. Di serdema dawîn de welatiyên ji derveyî malbata melik, yên perwerdeyeke baş dîtibin û zanyariyeke wan a kûr hebe jî di asteke bala de wezîfeyên wek wezîrtî, walîtî û balyoziyê werdigirin. Warisê (welîehdê) textê Siûdiyê jî ji aliyê kurên avakarê melîkiya Siûdiyê Ebdulezîz bin Siûd ên li heyatê, ji dêvla kurên wefatkirî her yekî neviyek û 2 emîrên ku ji aliyê melikê mewcûd hatine tayînkirin û Heyeta Bîetê ya ji 34 kesan pêk tê û bi fermana Melik Ebdullah a 19ê Çiriya Pêşîn a 2006an hatibû îhdaskirin ve tê diyarkirin.

Berî ku Melik Ebdullah qaîdeyên weraset û întiqalê biguherîne, li Siûdiyê sazûman wek monarşiyên din ên Rojhilata Navîn li gor sîstema "kurê mezin" (primogeniture) birêve nediçû. Dema ku melikê yekem ê Siûdiyê Ebdulezîz bin Siûd mir, kurê wî yê mezin bû Melikê Siûdiyê û biçûkê wî Feysel jî hê di saxiya bavê xwe de wek welîehdê duyemin hatibû tayinkirin. Piştî wê welat, heta roja îro, ji 60 salî zêdetir e, bi sîstema ji dêvla "kurê mezin", li gor formula "birayê mezin" tê birêvebirin. Yanî dema melik mir, birayê wî yê herî mezin ê li heyatê dibû melik. Loma jî melikên hemû yên heta îro hatin ser text ji kurên Ebdulezîz bin Siûd hatin hilbijartin. Ev pergal dibe sedem ku welîehd pir pîr bin û rê li ber probleman vedikir. Ebdullahê ku di navbera salên 2005-2015an de meliktî kir ev problem dît û Heyeta Bîetê ava kir. Ew jî ji sala 2006an ve dixebite. Guherîna herî dawîn der barê welîehd de jî li gor vê sîstemê hat kirin û armanca vê guherînê ew e ku xanedaniyê genc bike. Lê Mûhemmed bin Nayifê ku ji welîehdiyê hat ezilkirin 57 salî ye û li gor standardên melikiya Siûdiyê genc e, loma jî ji derveyî sedema gencîtiyê tiştine din jî hene ku bûne rêgir.

Ev guherîn 2 sal in dihat çavnêrîkirin. Piştî Selman bû melik biraziyê xwe Mûhemmed bin Nayif wek welîehdê duyem yekem tayîn kir. Piştre birayê xwe Mukrinê ku welîehdê yekem bû ezil kir û Nayif kir welîehd, kurê xwe Mûhemmed jî kir welîehdê duyem. Bi hemleya dawîn Nayif jî ezil kir, kurê xwe li şuna wî wek welîehd îlan kir. Bi vî awayî xanedaniya xwe ya ku dê ji vir pê de lineer dewam bike ava kir.

- Du kevirên giran: Mûhemmed bin Nayif û Mûhemmed bin Selman

Welîehdê berê Mûhemmed bin Nayif wek dostê herî baş ê Emrîkayê li malbata melikiya Siûdiyê dihat zanîn. Piştî ziyareta Trump bo Siûdiyê demek zêde derbas nebû û ji wezîfeya xwe hat ezilkirin, Bin Selman ket şûna wî. Ev yek elametê rêveberiyeke nû ye di sîstema Siûdiyê de. Herwiha peyama polîtîkayeke genc û aktîftir e jî. Kevneşopiya melikbûna kurên Bin Siûd jî guherand. Mûhemmed bin Nayif ji bo wezareta navxweyî ji aliyê bavê xwe bi taybet hat perwerdekirin. Li FBI û Scotland Yardê di vê mijarê de perwerde dîtibû. Nayif, salên dirêj ev wezîfe meşand û Emrîka bi taybetî di mijara terorîzmê de pê bawer bû. Wezareta navxweyî jî yek jî saziyên herî muhîm ên nîzama muesses e. Ji ber pisporiya wî ya der heqê terorîzmê de û mucadeleya wî ya li dijî terorê gelek caran rastî sûîqesdên El Qaîdeyê hatiye. Hewldanên rêxistinê yên ji bo guherandina rejima Siûdiyê jî berteref kiribûn di qada xwe de bilind bûbû.

Nayif ji çavan dûr bû û wek kesekî profîla wî nizim derket pêş, lê welîehdê nû Mûhemmed bin Selman tan berevajiyê wî çalak, li pêş çavan, di nav xelkê de populer û wek kesekî "baz" hat naskirin. Wek kurê berbiçav ê bavê xwe yê 81 salî di serdema dawîn de polîtîkaya Siûdiyê ya hundir û derve tayîn dikir. Wezîrtiya berevaniyê, şêwirmendiya taybet a melik, cîgiriya serokwezîr û wezîfeya serokatiya konseya geşedan û aboriyê meşand. Par vîzyona 2030î ku guherînên radîkal û reformîst di polîtîkaya navxweyî de dihewîne amade kir.

Şerê Yemenê jî ji aliyê wî ve tê îdarekirin. Eblûqeya Qeterê jî tê gotin ku roleke wî ya giring digel şehzadeyê welîehd ê Îmaratê Mûhemmed bin Zayed heye. Têkiliyên wî bi zavayê Trump Kushner re baş in. Li dijî Îranê bêtawîz e. Lewra 2ê Gulanê bi destpêkirina şerekî nû di axa wê de Îran tehdîd kiribû.

Eger problemek dernekeve dê welîehdê nû yê 31 salî salên dirêj li ser text bimîne. Lê şerê nav malbatê bi dawî nehatiye. Lewra 3 endamên Heyeta Bîetê li dîjî Bin Selman deng dane. Lê eger ji krîza Qeterê bigire heta şerê li dijî Îranê, yê Yemenê, rola Misirê û gelek mijarên din ji bo Bin Selman nebin rêgir dê ev wisa bimeşe. Sedema ku Emrîkayê li şûna Nayifê ku di siyasetê de gur e Bin Selmanê bêtecrube tercih kiriye jî dibe ku elametê şerê Siûdî û Îranê be.

[Prof. Dr. Cengiz Tomar, Mamosteyê Zanîngeha Marmarayê, pisporê Rojhilata Navîn]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın