Nûçeyên analîzê

Li Piyaseya pereyê krîpto pêlên xurt

Prof. Dr. Elif Nuroğlu   | 09.06.2021
Li Piyaseya pereyê krîpto pêlên xurt

Istanbul

 Bîtcoînê ku di nîsana 2021ê da derket asta herî bilind û bû 64 hezar û 895 dolar heta wê demê tu carî evqas zêde nebibû, di meha gulanê da gelekî daket. Bêîstiqrariya di piyaseya pereyên krîpto da diqewime ne tenê li ser Bîtcoînê bandorî hemû piyaseyên pereyê kir.

Di 20ê gulanê da Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dayînên ku bi pereyên krîpto tên kirin jî tevî plana ahengdariya bacê kir û ragihand dê bixwaze ku transferên pereyên krîpto yên ser 10 hezar dolarî ragihînin Daîreya Bacê. Di heman demê da Bankaya Navendî ya Amerîkayê jî bal kişand ser rîskên ku yekîneyên pereyên krîpto ji bo îstiqrara fînansî derdixîne holê û bal kişand ser xetereyên pereyên krîpto.

Di 21ê gulana 2021ê da Lîu Hiyê Alîkrê Serokwezîrê Çînê eşkere kir ku dê di mijara kankeriya Bîtcoînê da tevdîrên xurt hildin. Bîtcoînê ku dora 58 hezar dolarî kete meha gulanê heta 34 hezar û 500 dolarî ket. Ji hêla din va Çînê qedexe kir ku saziyên fînansî û pergalên dayînê yên li nav welêt bi pereyên krîpto xizmetê bidin. Li gor vê veberhênerên pereyên krîpto yên li Çînê dê êdî nekarin ku li borseyan miemeleyê bikin. Vê qedexeyê di rojekê da ji sedî 30 nirxa Bîtcoînê daxist. Her wiha ev qedexe ji ber ku ne tenê ji bo Bîtcoînê ji bo hemû pereyên krîpto derbasdar e Ethereuma ku ew jî pereyê krîpto ye di rojekê da ji sedî 45 bêqîmet bû. Lêbelê kirînên bertekê yên di nav rojê da piçek jî be ez zirar telefî kir û di dawiya rojê da kêmbûna qîmeta Bîtcoînê ji sedî 11,4 di Ethereumê da jî wek ji sedî 26,2 ma. Piştî daxuyaniyên ji Çînê hatin di 27ê gulanê da Îranê jî ragihand ku ji bo maweyeke 4 mehî kankeriya pereyên krîpto hat qedexekirin.

Di sibata 2021ê da Teslaya şirketa teknolojî û otomotîvê ya Amerîkayî eşkere kir ku bi bihayê 1,5 milyar dolarî Bîtcoîn kiriye û ji adara 2021ê vir va dest bi qebûlkirina dayînên bi Bîtcoînê kiribû. Lêbelê Elon Muskê jî di 12ê gulanê da derbeyek li Bîtcoînê xist û Elon Musk eşkere kir ku dê ji ber zêdayiya vejena ku di dema hilberîna Bîtcoînê da tê emilandin dê di firotina erebeyên Teslayê da dayînên bi Bîtcoînê qebûl neke. Ya rast herkesê hê di serî da dizanibû ku kankeriya Bîtcoînê bi xerckirina vejena zêde tê kirin. Di vê mijarê da wek pirsek di hişê mirovan da ma ka Elon Musk bi kîjan armancê biryara xwe guherand. Ev biryara Musk bihayê Bîtcoînê ji dora 58 hezar dolarî daxist 46 hezar dolarî. Piştî van daxuyaniyan CEOyê Teslayê eşkere kir ku bi kankerên Bîtcoînê yên Amerîkayî ra ji bo ku di fealiyeta kankeriyê da bêtir vejena xwe nû dike bê emilandin hevdîtin kir û hat ragihandin ku dê Konseya Kankeriyê ya Bîtcoînê bê avakirin.

Bîtcoîn dê dê firotina Teslayê da neyê emilandin û vê yekê jî rexneya giştî ya ku aborînas ji bo pereyên krîpto dikin cardin dubare kir: Pereyên krîpto wekî amûrekî guherîna pereyê her dem li herê derê ne mimkûn e bê emilandin, ji ber vê yekê jî di rastiya xwe da mirov nikare wekî pere binirxîne.

- Çima ji bo trasnfera pereyên krîpto qedexe tên anîn?

Yekîtiya Fînansmana Înternetê ya Neteweyî, Yekîtiya Bankavaniyê û Platforma Takas û Dayînê ya Çînê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ketin û derketina ji nişka ve ya di pereyên krîpto da miemeleyên kropto yên spekulatîf zêde kirin. Li gor vê daxuyaniyê ewlehiya samanan bi miemeleyên pereyê krîpto va dikeve bin xetereyê, wek encam jî zirarê dide nîzama aborî û fînansî. Dema mirov li paşerojê binêre tê dîtin ku ev fikarên Çînê di sala 2017an da ku Bîtcoîn gelek biqîmet bibû û hêdî hêdî populer dibû da jî hebûn. Ango di penc salên dawîn da pozîsyona Çînê ya hember Bîtcoînê neguheriye. Otorîteyên Çînê ji serî va hewl dida hişyarî bide gel dibe ku piyaseyên pereyên krîpto yên nayên kontrolkirin ji bo meşrûkirina pereyê reş, bazriganiya hişbirê, qaçaxçîtî û fealiyetên dereqanûnî da bên amilandin. Çînê her dem diyar kiribû ku di prensîbê da dijî Bîtcoînê û teknolojiya zincîra blok a li paş wê nîne lêbelê dixwaze ku piaseyeke krîpto ya ku dewlet dikare bi rê va bibe ava bike.

Di gulana 2021ê da ji ber daxuyaniyên ku ji Çîn, Amerîka, Îran û Teslayê hatin bûn sedem ku di piyaseyên pereyê krîpto da bêqîmetê çêbe û tengbûn çêbe. Ev volatîlîteya ku di bihayên Bîtcoînê da derket holê ango ketin û derketina bihayan a li gor daxuyaniyekê divê wekî bêewlehiya hember pereyên krîpto û sedema bingehîn a tevdîrên dewletê yên ku dijî wan hatine hildan bê şîrovekirin. Guherînên ji nîşka va yên di qîmetê da dibe sedem ku kesên ku bi hêviya bêtir qezenc bikin qismekî pereyê di destê xwe da razandin pereyên krîpto û hemû pereyên xwe razandin bikevin rewşeke gelekî dijwar; dibe sedemên pirsgirêkên hem malî hem jî civakî û derûnî. Wekî ku otorîteyên Çînê jî got bi taybetî daketina ji nişkava ya bihayan dibin sedem ku mirovên di van piyaseyan da verbehênan kirine gelekî zirar bikin.

- Sewdaya dewlemendbûna bi pereyên krîpto

Pereyên krîpto ji hêla tu bankayên navendî va nayên derxistin û navendparêz nînin. Pereyên krîpto heta niha bi awayekî cidî hilnedan bin kontrolê û ji dayînên ku bi navbeynkariya wan jî tên kirin jî bac nayê hildan. Ev rewşa nekontrolkirinê bû hêmaneke wisa ku firsendê dide pereyên krîpto di karên nefermî da û heta yên tarî da bên emilandin. Ev rewş her çiqas ji hêla hin aliyên diyar va wekî avantajekê bê emilandin jî dewlet ji serî va difikirin ka dê pereyên krîpto çawa kontrol bikin û jê bacê bistînin. Ji aliyekî va kes û fîrmayên ku îştahê qezenca zêde ya mirovên dixwazin veberhênanê bikin diguherînin firsendê pereyên krîpto ji bo sextekariyê diemilînin û eyva "coîn" diemilînin û pereyên krîpto yên nû îcat kirin û pereyên veberhêneran distînin. Li gor daneyên di dest da 300 an 500 hezar mirovên ku li Tirkiyeyê li piyaseyên pereyên krîpto miemele kirine mexdûr bûne.

Daxuyaniya ku Saziya Kontrolkirin û Verastkirina Bankavaniyê (BDDK) li Tirkiyeyê di sala 2013an da da car carna ji hêla dewletên din va jî hat dayîn. Çendî caran hat eşkerekirin ku dewlet nikare pereyên krîpto kontrol bike û heke di encama miemeleyan da zirarek çêbe berpirsyariya vê dê ya "şexsê ku ev rîsk hilda" be. Lêbelê van daxuyaniyan nekarî ku îştahê mirovên rîskê hildidin û dixwazin ku bêtir qezenc bikin hilde bin kontrolê. Bîtcoîn û pereyên krîpto yên din ên ku ji hêla otorîteyên fînansê va wekî samana spekulatîf an jî pifik tê binavkirin ne wekî pereyê amûrekî veşartina nirxê ne jî amûrekî guherînê ye û kesên vê dikirin û difroşin jî ya rast haj bi van hemû rîskan hene.

- Gelo dibe ku Bîtcoîn bibe zêrê dijîtal?

Di serê sala 2021ê da gotinên îdia dikirin ku Bîtcoîn "zêrê dijîtal" e bi pêşbîniya JPMorgan a wekî dê Bîtcoîn bibe reqîbê zêr piştgirî dîtibû. Lêbelê zêr wekî Bîtcoînê ji nişka va zehf zêde nabe û yan jî qîmeta wê ji nişka va zehf zêde nakeve. Bi qasî Bîtcoînê bêîstiqrar nîne. Ji ber vê yekê jî gotinên ku Bîtcoînê û pereyên krîpto yên din dişibînin zêrê dijîtal bi hereketên bihayê yên di meha gulana 2021ê da girîngiya xwe winda kir. Li gor Nourel Roubînê aborînasê navdar Bîtcoîn û pereyên krîpto yên din ji ber volalîteya bilind nikarin bibin amûrekî veşartinê ya nirxekî sabît û samanek, ji bo ku Bîtcoîn wekî pifikê bê binavkirin jî divê bihayê wê ya sereke diyar bibe, zêdebûn û daketina ji nîşka va diyarkirina qîmeta sereke nepêkan dike.

Wek encam tiştên ku di meha gulana 2021ê da bi taybetî di Bîtcoînê da û di piyaseya pereyên krîpto da qewimîn surprîz nebûn, ev geşedan ku wekî di salên 2017 [1] û 2018an [2] da hat destnîşankirin heke ji bo pereyên krîpto kontrola dewletê bê anîn yan jî ji ber sedemekê daxwaz kêm bibe normal bûn ku biqewimin. Digel vê şûna ku wekî Çînê pereyên krîpto ên ku rastiyeke roja me û dahatûyê ye bi temamî qedexe bikin, heke bikarin bînin asteke pêkane ku bê kontrolkirin û regulekirin dibe ku rasteqîntir be.

[Prof. Dr. Elîf Nuroglu, Seroka Beşa Îqtisadê ya Zanîngeha Tirk-Almanê ye, li ser mijarên aboriya navneteweyî, modêla erdkêşiyê, bazirganiya navneteweyî ya ampîrîk, modêlên navneteweyî, makroekonomiya ampîrîk û helwestên fuzzy dixebite]

[1] https://www.aa.com.tr/tr/analiz-haber/nedir-bu-bitcoin/1002081

[2] https://www.aa.com.tr/tr/analiz-haber/dunya-bitcoini-tartisiyor/1028051


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın