Nûçeyên analîzê

Li Awistiryayê dijberiya misilmanan guherî polîtîkaya dewletê

Dijberiya misilmanan a ku ji 11ê îlona 2001î vir va li Rojava bi lez belav bû li Awistiryayê bi nexşeya bi navê "Islam-Landkarte" ya ku SCSyên misilmanan tên fîşkirin va gihaşt merhaleyeke nû.

Kazım Keskin   | 03.06.2021
Li Awistiryayê dijberiya misilmanan guherî polîtîkaya dewletê

Istanbul

 Di rojên borî da Awistirya dîsa di di rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê da cî girt. Helbet mixabin dîsa bi awayekî neyinî. Bi nexşeyeke dijîtal a bi navê Islam-Landkarte" ya ku Navenda Dokumantasyona Îslama Siyasal a ku Serokwezîr Sebastîan Kurz da avakirin ji raya giştî ra eşkere kir va derket holê ku saziyên civakî yên sivîl ên misilmanên Awistiryayê bi destê saziyên dewletê tên fîşkirin. Bi xebata navborî ji navên nûnerên SCSyên ku jimara wan ji 600î derbas dibe heta têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê ra, ji jimara endamên wan heta têkiliyên di nav organîzasyonên wan da bi kurtasî bi nêrîna disîplîna heyama Naziyan tê fehmkirin ku xebateke "zanistî" hatiye kirin. Wisa ku Prof. Dr. Heinz Werner Englê Rektorê Zanîngeha Viyanayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da mecbûr ma ragihîne ku di xebata navborî da emilandina logoya zanîngehê qedexe kiriye. Rektor Engl bi vê daxuyaniya xwe va digel raya giştî ya Awistiryayê bala xwediyên vê xebatê jî kişand ser wê yekê ku tu carî fîşkirin û zanîstî nikare li ba hev bimîne. Digel vê ev daxuyaniya rektor dê Serokwezîr Kurz ji dijberiya misilmanan dûr nexe û têrî neke ku helwestên hevkar ên Ednan Aslan û Mouhanad Khorchide û ekîbên wan jî biguherîne. Lewra mijar konjonkturel nîne, binyadî ye.

- Gelo armanc zelalî ye yan dijberiya misilmanan e?

Susanne Raaba Wezîra Entegrasyonê ya Awistiryayê dema xebata fîşkirinê pêşkêş kir îdia kir ku armanca wan bi kurtasî pêkanîna zelaliyê ye û ev yek jî derew e. Berê her tiştê divê bê zanîn ku pêvajoya avabûna saziya ku ev xebat kir tenê ji bo derewandina Wezîr Raabê bes e. Wekî tê bibîranîn ku navê ewil a saziya hat îlankirin ku bi budçeya 500 hezar euroyê di sala 2020an da hat avakirin di bernameya Partiya Gel a Awistiryayê (OVP) û hikûmeta koalîsyona Keskan da wekî "Di Sedsala 21emîn da Têkoîna dijî Antîsemîtîzmê, Radîkalîzma Ji ber Dînê û Nijadperestiyê" hatibû eşkerekirin û paşê biryar hatibû dayîn ku navê wê bibe "Têkoşîna Dijî Îslama Siyasal". Di vê rewşê da kî dikare îdia bike ku rexneyên dijî Raabê yên wekî pêkûtiya misilmanan, ji xwe nedîtina misilmanan û dijminkirina wan, di nav civaka Awistiryayê da çandina tovên nîfaqê neheq in?

Mijareke din a ku di vê mijarê da divê li serê lkêkolîn bê kirin jî ew egelo manendên xebata navborî ji bo SCSyên ku mensûbên dînên din ên wekî xiristiyanî, cihûtiyê ava kirine hat fikirîn an na. Heke niyet wekî ku Raabê got tenê pêkanîna zelaliyê be ma ne hewce ye ku heman xebat ji bo SCSyên mensûbên dînên navborî ava kirine jî bê kirin? Helbet tişteke wiha tune dê tunebe jî. Lewra armanc qet jî wekî ku Wezîr Raabê got zelalî nîne, armanc ew e ku civaka misilman a li welêt hildin bin zextê heke mimkûn be asîmîle bikin, ku ev jî mimkûn nebe wan raziyê "Îslama Awistiryayê" ya ku dê îslamê ji daxwazên civakî paqij bike û wisa bê avakirin bikin. Di vê mijarê da divê bê diyarkirin ku dijberiya misilmanan a ku ji 11ê îlona 2001î vir va li Rojava bi lez belav bû li Awistiryayê bi nexşeya bi navê "Islam-Landkarte" ya ku SCSyên misilmanan tên fîşkirin va gihaşt merhaleyeke nû. Êdî misilmanên Awistiryayê ji hêla dewletê va bi gotina herî sivik wekî "gumanbar" tên dîtin. Ango argumanên ku Partiya Azadiya Awistiryayê ya zêde rastgir ebi dehan salan anî ziman mixabin ku êdî bûye wekî argumana dewletê.

- Misilmanên Awistiryayî li ku dera dijberiya misilmanan da ne?

Berî her tiştê divê em mijarekî eşkere bikin. Misilmanên li Awistiryayê dijîn digel hemû meziyet û liyaqata xwe va wekî di gelek qadên jiyana civakî da di arenaya siyasî da jî têra xwe xwedî jixwebaeriyê nînin. Herçiqas wek berpirsyarê sereke ya vê rewşê misilmanên Awistiryayê xuya bikin jî heqîqet evas hêsan nîne. Tu kes , tu aliyên civakî di atmosfereke ku nayê xwestin, tê dûrxistin, nayê qebûlkirin û wek dijmin tê dîtin da em xwe pêşxistinê deynin aliyekî nikare ku mafê xwe parastinê yek yek ji şertên asgarî yên mirovbûnê ye nîşan bide. Mixabin ku 60 sal e li Awistiryayê rewş bêyî ku zêde biguhere bi vî awayî dewam dike.

Ji hêla din va jî di vê mijarê da tesbîteke din a divê teqez bê behskirin jî ev e: Wekî tê zanîn li Awistiryayê dînê Îslamê ji hêla dewletê va xwedî statuya dînê fermî ye. Li paşxaneya vê derfeta ku misilmanên Awsitiryayê ji dewletên Ewropayê yên din cudatir bi dest xistine ev yek heye ku Împaratoriya Awistirya-Macaristanê di sala 1912an da Bosna-Hersekê îlhaq kir. Ango misilmanên Awistiryayê derfeta navborî di encama têkoşîneke siyasal bi dest nexistine. Statuya ku xwedî ne berhemeke "xwebînî"yê ye. Xweşbînî jî wekî ku em ji gelek mînakên di dîrokê da dizanin mixabin ku girêdar nîne. Herwiha xuya ye ku dewleta Awistiryayê jî di konjonktura em difikirin ku di 11ê îlona 2001î da dest pê kiriye da hatiye dawiya xweşbîniya navborî. Heke misilmanên Awistiryayê li Awistiryayê bi awayekî fermî nasandina dînê sîlamê di encama têkiliyên hêza siyasal da bi dest bixistana hember stratejiya dualî (asîmîlasyon an jî dejenerasyon) ya ku dewleta Awistiyayê demek e dijî wan tetbîq dike dibe ku bikaribana bertekeke ku ji hêla siyasî va çalaktir e bidin.

Digel vê gelo tu tiştê ku misilmanên Awistiryayê bikin tune? Divê bi eşkereyî bersiva vê bê dayîn. Berî her tiştê berpirsyariya herî mezin a misilmanên Awistiryayê ew e ku girseya hedef a çanda "lihevkirinê" ji dewleta Awistiryayê ber bi gelê Awistiryayê/civakên din ên dînî yên li Awistiryayê/saziyên mafên mirovan va bikşîne. Ango misilmanên Awistiryayê hêza ku dê pê ra îtifaqê bikin şûna dewleta Awistiryayê divêbi taybetî ji aliyên dînî û civaka sivîl a ku ji mensûbên rêxistinên mafên mirovan pêk tê diyar bikin. Di vê çarçoveyê da eşkere ye ku ji têkiliyên oportunîst ên ku bi giştî di heyamên hilbijartinê da bi aliyên siyasî ra tên danîn îtifaqên prensîbî yên ku dê bi nûnerên civaka sivîl ra bên danîn di maweya dirêj da dê kêrî misilmanên Awistiryayê bê. Ji nîqaşên "Qanûna Îslamê" ya di sala 2015an da vir va di têkiliyên ku misilmanên li welêt bi navbeynkariya siyasiyan danîn da em dibin şahid ku hember polîtîkayên asîmîlasyon yan jî dejenerasyonê her dem winda kirine. Ji ber vê yekê êdî divê bê dîtin ku wext hatiye ku dawî li vê lîstikê bînin û li gor wê tevbigerin. Dawiya dawî da dewleta Awistiyayê çi dike bila bike misilmanên Awistiryayê dê hebin.

Digel vê divê bê destnîşankirin pêngaveke rast e ku Komeleya Ciwaniyê ya Misilman a Awistiryayê (MJO) eşkere kir ku dê di çarçoveya nexşeya fîşkirinê da dozê veke. Heta divê di mijarên wekî vê yên ku misilmanên li welêt eleqedar dikin da divê hevpar tevbigerin. Di vê çarçoveyê da divê nûnerên SCSyên misilman ên din jî bi tevahî piştgiriyê bidin doza ku MJO difikire ku veke. Heke ne şaşiyên wehîm ên ku di nîqaşên "Qanîna Îslamê" ya sala 2015an da hatin kirin dê dîsa bên kirin û dibe ku di pêşeroja nêz da li Awistiryayê dema bibêjin Îslam dê "Îslama Awistiryayê" ya wekî "Xiristiyaniya Pavlus" a ku bi referansa kesên wekî Ednan Aslan û Mouhanad Khorchide va hatiya avakirin bê. Digel van hemûyan ji bo ku misilmanên Awistiryayê dest bi hereketê bikin hê jî wext heye. Şewra Misilmanên Ciwan êdî dizanin ka dê "lîstikê" çawa bilizîn.

[Kazim Keskîn di qada siyaseta navxweyî ya Awistirya û Almanyayê da bûye pispor û hê jî di Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Sakaryayê da xebatên xwe yên doktorayê didomîne]
​​​​​​​



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın