Nûçeyên analîzê

Ji eleqeya kesane heta ber bi bîreweriyeke sazûmanî: Mijara Filistînê

Di wê mijara ku navenda wê Qudis e da hewcedariya me ya tekane ew e ku rewşeke aştiyê ya kurewî pêk bê

Dr. Serdar Çam   | 24.06.2020
Ji eleqeya kesane heta ber bi bîreweriyeke sazûmanî: Mijara Filistînê

Ankara

Ji destpêka sedsala 19emîn pê va temamiya erdnîgariyên Misilmanan an rasterast an jî binavgîn rastî dagirkeriyên emperyal hatine. Ev dagirkerî bi giştî di demeke dirêj da rasterast weka îstilaya eskerî an jî bi rêya rêvebiriyên ku îradeya wan şikestiye va hatine kirin. Di roja me ya îroyîn da jî ji aliyekê va tundiya ÎŞÎD/Talibanê, ji aliyekê va jî tevkarên xayîn ên weke FETO hene. Ev tundî û xayîntî di nav pêvajoyeke girêdayî aborî, erozyona çandî, dorpêçkirina siyasî/civakî û gelek pişaftin û zextên post-modern da dewam dike.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn NATO/Rojava û Pakta Varşovayê/Yekîtiya Sovyetê çêbû û her çend ev pergala siyasî piştî 1990î têk çûbe jî, li ser rûyê dinyayê hê pergaleke ku tê da hevsengî hebe û aktorên wê pir bin, ava nebûye. Ji Fasê heta Endonezyayê, li gelek beldeyên Îslamê bê îstiqrarî derketiye holê, şûna dewletên ku têk çûne tevgerên siyasî, civakî û dînî yên nû derketine holê.

Hin sazûmaniyên ku li ser navê Misilmantiyê hatine avakiri jî him weke yên berê ne him jî meneya wan a eslî hatine dûrxistin, bi bingeha wan ra hatine lîstin, weke ku genetîka wan hatine lîstin. Piştî bûyera 11ê îlonê bi pêvajoya ku bi dagirkirina Efxanistanê va dest pê kir û bi dagirkirina duyemîn Iraqê va dewam kir, tengavkirina Misilmanan ji her alî va dest pê kir. Digel êrîşên medyayê yên ku bûne kevneşopî, li ser medyaya civakî jî kes, sazî an jî dewlet bi rehetî wek "piştgirê terorê/terorîst" tewanbar û lekedar kirin. Heyameke ku êrîşên kirêt tê da tên kirin, heye.

Tirkiyeya ku bi Dewlet û Civaka Xwe ya Sivîl va Xemxurê Filistînê ye

Serokomarê me yê ku emrê xwe di xizmeta milet û dewletê da weke dengê mexdûr û mezlûman derbas kir, bû sembola pergala mêtingeriya kurewî. Her kes dizane ku Birêz Serokomar ji bo ku komele, weqif û saziyên me yên sektora taybet bi dinyayê bide nasîn û di qada navneteweyî da van sazî û dezgehan çalak bike, çi qas hewl dan.

Birêz Serokomarê me di mijara doza Filistînê da ku ji bo alema Tirk-Îslamê mijareke pir girîng e, bi hikûmetên ku pêşengiya wan kir va hemû sazî û sazûmaniyên qamûyê seferber kirin, îrade û biryardariya xwe nîşan da û bi xwe bû şopînerê vê mijarê û kar û bar meşandin. Hema bêje hemû projeyên ku li derva dihatin meşandin, yek û yek teqîb kir, ji bo bidestxistina encamê rêyên çareseriyê vekirin. Di salên 1990î da di qada têkiliyên navneteweyî da lêgerîna pergalên nû derketin holê û di encama van lêgerînan da kaosa ewil li Yugoslavyayê derket holê. Bi perçebûna Yugoslavyayê va Li Bosna Herseka ku weke reşika çavên me ye, komkujî çêbûn û em pê êşiyan. Saziyên me yên civaka sivîl beriya gelek dewletan li Bosna Hersekê li sehayê organîze bûn û em bûn şahidê hewildanên wan ên alîkariya mirovî û piştevaniyê ku serbilindiya me hemûyan e. Saziyên me yên civaka sivîl paşê li erdnîgariyên weke Moro, Çeçenistan, Keşmîr, Filistîn, Arakan, Kerkûk û Somaliyê hebûna xwe nîşan dan. Civaka me ya sivîl ji mezlûmên dinyayê ra merhemet û qencî birin û miletê me û dewleta me jî piştgirî da vê îradeya wan.

Li Filistînê di encama cihêbûna siyasî ya El Fetîh û Hemasê da Şerîeya Rojava û Xeze ji hev cuda bûn. Ev cudabûnên coxrafî û siyasî pirsgirêkên Misilmanên Xezeyî zêdetir kirin. Piştî ku saziyên me yên alîkariya însanî li herêmê înîsiyatîf hildan, piçek be jî pirsgirêk hatin çareserkirin.

Gava abloqe û zextên Îsraîlê yên li ser Xezeyê gihîştin radeyeke wiha ku êdî gelê herêmê nikaribû teyax bike, saziyên me yên civakî yên sivîl ên Tirk bi hewil û xîreteke mezin fealiyet kirin û miletê me jî bi serbilindî ev fealiyet şopandin.

Tirkiyeya ku bi Dîplomasiya Çalak va li Çareyê Krîzan Geriya

Bandora Tirkiyeyê ya mizakere û hevkariyê ya di warê pêwendiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn, nexasim ji 2008an şûnda bi êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê qels bû. Ev êrîş di demekê da bûn ku Tirkiyeyê navbeynkariya hevdîtinên aştiyê yên Sûriye û Îsraîlê dikir. Lewma vê yekê kir ku peywendî bêtir bikevin nava aloziyan.

Di Foruma Aboriyê ya Cihanê ku 29ê Rêbendana 2009an li Davosê hat kirin da Serokomarê Îsraîlê yê serdemê Şîmon Peres li dijî Filistîniyan gotinên neheq û nehiqûqî gotin û li ser vê yekê Serokomarê me li dijî Serokomarê Îsraîlê û moderatorê rûniştinê helwesta xwe ku wekî "One Minute" derbasî dîrokê bû, nîşan da. Helwesta "One Minute" ne tenê li dijî qetlîamên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê bû, herwiha resta "Ez careke din nayêm Davosê" nîşana wê casaret û biryardariyê bû ku heger bivê Tirkiye dikare bi tena serê xwe li dijî pergala xwînmêtinê ya kapîtalîst derkeve. Helwesta "one minute" a li Zîrweya Davosê, ne tenê bûyereke wiha ye ku dê li ser eniya hevdîtinên Davosê yên 50 salan were neqişandin, her wiha pozîsyoneke wijdanî ya kurewî ye ku dê bikeve dîroka siyasî ya cihanê jî. Piştî Erefatê ku li ser asta kurewî bal kişand ser Doza Filistînê, di salên 2000î da serokê yekemîn ê ku protesto û aksiyoneke bihêz nîşan da Serokwezîrê serdemê Birêz Recep Tayyip Erdogan e.

Ji aliyekî din va piştî sala 2010an li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur guherînên mezin xwe dabûn der. Şerên navxweyî yên Sûriye û Yêmenê dest pê kiribûn, Mihemed Mûrsî ku bi vîna gel wekî Serokomarê Misrê hatibû hilbijartin, bi derbeya leşkerî serwerî jê hatibû sitandin. Rûsya, Amerîka û Îran di serî da gelek dewlet ji ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê ra tevlî meseleyên Rojhilata Navîn bûbûn, bandora siyasî ya Îranê li Iraq, Sûriye, Yêmen û Libnanê roj bi roj zêdetir bûbû, neheqî û zextên Îsraîlê yên li Quds û Şerîeya Rojava rengekî şedîdtir wergirtibû.

Bi îtifaqên berwext û sunî yên Misir, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û bloken dijberê Tirkiyeyê li herêmê ketin nav heyameke ku hewldanên ji rastiyê dûr, demkurt û dijî Tirkiye û Erdogan zêde bûne. Tu mijarên ku bi welatên navborî ra nikarin çareser bikin tunene. Di heyamên ku têkiliyên me yên bi Îsraîlê çalaktir dewam dikirin da ji Tirkiyeyê û dinyayê gelek saziyên alîkariya mirovî yên resmî û sivîl li Xezeyê dikarina derfet bibînin ku alîkariya gele herêmê bikin. Li Xeta Xezeyê ya ku serjimara wê digihêje 2 milyonî pirsgirêkên der barê hewcehiyên bingehîn ên gel ên wekî xurek, paqijî û sitarbûnê di vê heyamê da bêtir zêde bûn, bi qelsbûna têkiliyên dîplomatîk (bi taybetî piştî ku Balyozxaneya Amerîkayê kêşan Qudsê û rageşiyên ku pey ra qewimîn jî li sere bê zêdekirin) fealiyetên alîkariya mirovî ya ku aktorên navneteweyî yên ji xeynî Tirkiyeyê rêxistin kirin derketiye pêş, tercîhên hin rêxistinên navneteweyî û saziyên siyasî bêtir diyarker bûn. Di serî da Filistîn li gelek cihên mezlûm ji 30 salî zêdetir saziyên me yên civaka sivîk bi serkeftî fealiyetên alîkariya mirovî dikirin, mixabin ku îro wek rûdana hin pirsgirêkên siyasî û dîplomatîk li Filistîn bi astengiyan ra rû bi rû dimînin.

Piştî Maseyê li Sehayê jî Hebûn: Piştgiriyên me yên Berbiçav û Daimî yên ji bo Filistînê

Ji 2020an pê va Îsraîl amadehiya îlhaqa herêmên li Şerîaya Rojava ya kul ê niştecih hene û Geliyê Urdinê dike. Hemû pêngavên şaş ên ku bi mantiqa “Min kir û çêbû” hatin avêtin dê ji bo nifşên bê wekî mîrateyek “qeyranê” bimînin. Bi lez ber bi pêvajoyeke ku domdar nîne, birêvebirina wê mimkûn nîne, hatiye feqîrkirin û vîrusên ewlehî/asayîşê dikarin lê bi cî bibin, ji bo aştiyê bibin tehdîd û “Şerên Îsraîl/Xezeyê” yên nû qaşo li ser navê “aştiyê” pevçûn zêde bin va diçin.

Heke mezlûm bibe zalim dibe bê bawerkirin ku dê qedera îlahî bikeve dewrê û dîsa bikevin pozisyona mezlûman. Nezanîna qîmeta Tirkiyeya ku di sala 1949an da yekemin dewletê misilman ê ku Îsraîl nas kir û hêz û jêhatîbûna birêvebirî û serokê Enqereyê yê ku tesîra wî ya li herêmê xwe dispêre bingeheke xurt, bawer nekirina ji tewsiye û helwesta wê ya biedalet ji destçûyiyeke dîrokî ya mezin e.

Tirkiye bi saziyên xwe yên alîkariyê, TÎKA, AFAD, Serokatiya Kar û Barên Diyanetê, Heyva Sor a Tirkan, ÎHH û bi gelek xêrxwazên xwe va dê li gel mihtacan cî bigire. Herkes bû şahid ku van saziyên me di salên dawîn da çiqas bi ser ketin. Em bi xwe bi navbeynkariya Serokatiya Ajansa Kordînasyona û Hevkariya Tirkan a ku niha bin banê Wezareta Çand û Turîzmê da cî digire û berê di bin banê Serokwezîriya Komara Tirkiyeyê da bû bûn agahdarê qismekî girîng ê van tiştan.

Hikûmeta Komara Tirkiyeyê bi veberhênanên tenduristiyê yên ku dê li Şerîaya Rojava û Xezeyê wekî nexweşxaneyeke herêmê xizmet bike armanc dikir ku bi nêrîneke gelemperî derfeta tenduristiyê bide gele Filistînê. Bi saya Nexweşxaneya Dewletê ya Tubasê ya ku ji hela TÎKAyê va li herêma bakur a Şerîeya Rojava hat avakirin û bi taybetî di mijara tenduristiya dayik-zarokan da serkeftineke girîng bi dest xist li herêmê di warê xizmetên welidînê da başbûnên gelekî girîng çêbûn. Bi vî awayî bûn wesîle ku nifûsê birayên me yên Filistînî bikeve îstiqrarê gem jî nifşên bi tenduristî bigihînin.

Piştî êrîşa Îsraîlê di 2008an da kir binesaziya Xeta Xezeyê xirab bibû û ji ber dorpêçkirin û ambargoya ji sala 2007an vir da ji beja, behr û hewayê dikat kirin jiyana aborî û civakî zirareke mezin dît. Binezasiya ava vexwerinê, xeta texliyeya ava pîs, herqên avdanê ji binî va hatibûn xirabkirin. Lîsteya amûrên destûr didan derbasî Xezeyê bibin li gor têkiliyên Xeta Xezeyê û Îsraîlê kêm dibû an zêde dibû. Bi vê rêyê gelê Xezeyê di bandorê da dihat hîştin, poltîkaya çov û gizêrê dihat bikaranîn. Ji bo masîgiriya pê debara xwe dikirin jî li gor kêfê sînor wekî 3-6-9 mîlan dihat guherandin û ev vedigerandin polîtîkaya terbiyekirina gelê Xezeyê. Li Xeta Xezeyê ya mihtacê ceyrana derva bû bi tenê santralek hebû ew jî di êrîşan da hatibû xirabkirin û ji bo ceyranê sotemeniyê lazim dikir û hal her ku diçû giran dibû. Bi teqîbata taybet a Birêz Serokomar va bi caran bi navbeynkariya NYyê bi tankeran sotemenî şandin santralê.

Dikarin di raporên NYyê yên rojane da bibînin ku ji sedî 95ê ava li Xezeyê ji bo vexwarinê kêr nayê. Heke ev rewşa neyê guherandin dibe ku di demeke nêz da şertên jiyanê zor dikin derkevin holê. Ji berê va ava vexwarinê pirsgirêk e xêncî vê pirsgirêkên texliyekirin û paqijkirina ava pîs; pirsgirêkên bîrên avê, tesîsên santînasyonê, tesîsên paqijkirina ava pîs, ji xoyê paqijkirina avê êdî zehf giran bûn. Der barê vê pirsgirêkê da Komara Tirkiyeyê li Xezeyê xebatên ji berê va dihatin kirin ên wekî vedana bîrên avê, tesîsên sanîtasyon û parzûnkirina avê, temînkirina klorê ji berê zêdetir kir û domand.

Her çiqasî dorpêçkirin û ambargoya aboriyê hebû jî zîndebûna li Xezeyê, hêvî, bereket û jêhatîbûna li wê derê di ziyaretan da li ser me tesîreke baş hîşt. Tengasî û musîbetan tu dibêjî gelê wê derê bi sebr û metanet kiribû. Ji bo malbatên cotkariyê dikin bi dehan traktor û amûrên cotkariyê, ji bo malbatên heywandariyê bi hezaran pez û dewar, ji bo hilberînerên zeytûnan amûrên çandiniyê, bi destê TÎKAyê tesîsa rûnê zeytûnan wekî gavên Tirkiyeyê yeko yeko hatin kirin. Fabirqeya rûnê zeytûnan a di nav 6 mehan da tê çêkirin ji ber şertên ambargoyê di 3 salan da hat avakirin. Li vê tesîsa bi destê şaredariyê tê xebitandin di salê da bi hezaran ton zeytûn dibin rûn. Ev tesîs hê jî feydeyê dide aboriya Xezeyê û qasî ku Îsraîl destûrê bide rûnê zeytê difroşe Şerîaya Rojava û Îsraîlê.

Projeya Navenda Perwerdeya Pîşesaziyê ya Astengdaraan a Îradî ya ku ji bo bi sedan birayên me yên di şerên Xezeyê da astengdar bûn hat avakirin jî girîng e. Vê projeyê gelek xelatên navneteweyî hilda, saziyên din ên donorê jî piştgiriyê didin wê. Ev proje ji bo Filistîniyên nabînin, nabihîzin, ezayên xwe winda kirine îro ji bo hêviyê bide wan xizmetê dide.

Di dema şerê 2014an da ji bo bî û êtîmên Xezeyî Avahiyên Tirkan a Xezeyê ya ku ji 20 blokan û 320 daîreyan pêk tê hat avakirin jî ji bo feqîran bû hêlînek.

Di dema şer da Serokatiya Karên Diyanetê pere ji gelê me berhev kir ku ji bo Xezeyê bê bikaranîn. Ev alîkarî bi destê TÎKAyê ji bo merasima nikahê ya komî ya ji bo 4000 ciwanên Xezeyê û jiyana wan hat xebitandin.

Meqamên Îsraîlê kesên ku li Xezeyê dijîn wek "terorîst" dibînin ku di wan rojan da ji bo van tiştan şûna ku sipasiya Tirkiyeyê bikin bi rêya medyaya civakî dijî Tirkiyeyê propagandayeke reş kirin. (Buxtana Tirkiye/TÎKA piştgiriyê dide terorîstên Xezeyê kirin.)

Ev xebat hemû ji bo ciwanên Xezeyê û pêkanîna aştiyê ya li herêmê hatin kirin.

Bi kurtasî em hewl didin li gel birayên xwe yên Filistînî bin. Em ji yekîtiya Filistînê derfetên dewleta xwe ji xerc dikin. Bi hemû wesîleyan dema em bi aliyan ra hevdîtinan dikin em aştiya mayînde diparêzin, gavên êrîşkar û pevçûnê rexne dikin û em dibêjin ne bi tenê hewcedariya Filistinê, hewcedariya herêmê bi aştiyê heye. Em dibêjin rêgirtina li ber xebatên me feydeyê nade tu kesî û em bi alîkariyên xwe va feydeyê didin aboriya herêmê.

Aştiya mayînde bi tevgereke adil, wekhev û bêyî ku kesî dûr bixe va dikare çêbibe. Heke wisa nebe gavên wek "Plana Aştiyê ya Sedsalê" ya ku yekhalî hatiye amadekirin û hemû rastiyên dîrokî, hiqûqa navneteweyî û hewldanên heta îro hatine kirin davêje aliyekî derdikevin holê ku em nikarin xwe ji encamên wan ên xirab xilas bikin.

Di mijara ku navenda wê da Qudis heye da hewcedariya me ya tekane ew e ku rewşeke aştiyê ya kurewî pêk bê. Komara Tirkiyeyê ji Saraybosnayê bigire heta Kerkûkê hewl dide ku pergaleke adil û wekhev pêk bê. 2 milyar Misilman jî bi wê hesasiyeta parastina Qudsê va dikarin bên bal hevdu.

Heke derdê me li ser rûyê erdê belavkirina "aştî" û "selam"ê be, "Meqseda me yek, armanca me yek, îdeala me yek û doza me jî yek e."

[Dr. Serdar Çam, Alîkarê Wezîrê Çand û Geştiyariyê]

------

Werger:

İbrahim Atmaca, Önder Beyter, Elif Irmak, Haydar Şahin, Türkan Tosun

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın