Nûçeyên analîzê

Hêzên Ermenistanê dibistan û muzeya li Genceya bajarê Azerbeycanê kir hedef

İbrahim Atmaca   | 08.10.2020
Hêzên Ermenistanê dibistan û muzeya li Genceya bajarê Azerbeycanê kir hedef

Ganca

Fuzeya ku artêşa Ermenistanê avêt Genceya bajarê Azerbycanê, li nêzî muze û dibistanê ket.

Ermenistan bi fuzeyan êrîşên xwe yên li ser cî û warên Genceyê ku nêzî Qerebaxa Çiyayî ya herêma pevçûnê ye û 2yemîn bajarê mezin ê Azerbeycanê ye, didomîne.

Hêzên çekdar ên Ermenistanê bi şev fuze avêtin bajêr û fuze li nêzî Muzeya Nîzamî Genceyê û dibistaneke navîn ket. Cihê ku fuze lê ket, korteke nêzî mêtre û nîvî çêbû.


Ji ber ku êrîş bi şev hat kirin û kes li ser kolanê tunebû, tiştek bi kesî nehat. Lê ji ber ku fuze li wesayîteke sivîl û nêzî muze, dibistan û dikanên ser kolanê ket, xesareke mezin a madî çêbû.

Dezgeha Suphan Huseyînê esnaf ê Genceyî ji ber fuzeyê bi temamî xerab bû. Huseyîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di dikana wî da xesareke mezin çêbû û êdî nema tê bikaranîn.

Huseyîn diyar kir ku ji 27ê îlonê roja pevçûnan dest pê kiriye û heta niha, Ermenistan bê navber sivîlên Genceyê dixe hedef û wiha dewam kir, "Bi vê êrîşê va armanc û hedefa Ermenistanê çi ye, cardin derket holê."

Di êrîşên artêşa Ermenistanê da ji 27ê îlonê heta niha 31 sivîl hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın