Nûçeyên analîzê

Gelo li Rojhilata Navîn heyameke nû dest pê dike?

Di çarçoveya guherînên ku di van demên dawîn da di konjonktura dinyayê û herêmê da çêbû mirov dikare ku nermbûna gotinê ya di navbera Tirkiye û Misrê da û destpêkirina hevdîtinan wekî elametê heyameke nû ya li Rojhilata Navîn binirxîne.

Prof. Dr. Cengiz Tomar   | 08.05.2021
Gelo li Rojhilata Navîn heyameke nû dest pê dike?

Istanbul

CENGIZ TOMAR - Em di van hefteyên dawîn da dibin şahidê gotinên ku hêviyê didin ku me çendî salan li Rojhilata Navîn nedît. Di hilbijartinên 2012an da di hilbijartinên serokomariyê yên Misrê da Mihemed Mursî wek namzedê Birayên Misilman bi rêya demokratîk hatibû hilbijartin lê sala pişt ra bi destê şoreşgerên dijber ên ku hem Kendavê hem jî Amerîkayê piştgirî dayê ji peywir hatibû hildan û hatibû hepiskirin. Di protestoyên gel ên ku hemberî vê yekê hatibûn kirin da gelek Misrî hatibûn kuştin. Birêvebiriya eskerî ya li Misrê xezeba Tirkiyeya ku yek ji çavkaniyên îlhama Bihara Ereban e û wê bi xwe jî gelek ji destê derbeyên eskerî kişandiye hildabû. Lêbelê di çarçoveya guherînên ku di van demên dawîn da di konjonktura dinyayê û herêmê da çêbû mirov dikare ku nermbûna gotinê ya di navbera Tirkiye û Misrê da û destpêkirina hevdîtinan wekî elametê heyameke nû ya li Rojhilata Navîn binirxîne. Helbet mirov dikare ku gotinên Mihemed bîn Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî yên der barê Îranê da û ji hêla rayedarên Îranê va erênî dîtina van gotinan jî li ser vê yekê zêde bike. Heke gotin di gotinê da nemînin û bibin kirin, dibe ku li herêmê ji bo vemirandina şewata ku çendî sal in dewam dike bandora wê çêbe.

Wekî tê zanîn niha li Rojhilata Navîn çar welatên navend hene: Tirkiye, Misir, Erebistana Siûdî û Îran. Tirkiye bereksê Erebistana Siûdî û Îranê digel ku xwedî çavkaniyên wekî neft û xaza siruştî nîne jî ji hêla asta pêşketinê, abor, teknolojî, nifûs, demokrasî û artêşa xwe va di nav van dewletan da ya herî hêzdar e. Mirov dikare ku di nav van çar welatan da bi giştî Tirkiyeyê wekî aktorekî sunî û mutedîl bi nav bike. Misir jî dibe ku di nav Bloka Ereban da wekî welatekî mutedîl ê din ê sunî bê binavkirin. Bi nifûs, artêş û çanada xwe ya pêşketî va mêjî û hêza eskerî ya cîhana Ereban temsîl dike. Ji ber vê yekê jî dibêjin ku "Şerê bê Misir, aştiya bê Sûriye nabe." Erebistana Siûdî pişta xwe dide Kendavê û di nav Ereban da hêza madî û di nav Sunitiyê da jî doktrîna mezheba Selefî temsîl dike. Avantajeke wî ya din e ku Meke û Medîne li wir e. Helbet Îran jî heye ku etnîsîteya Faris û Şiayan temsîl dike.

Hevdîtinên Tirkiye-Misrê yên ku pêşî di navbera teşkîlatên îstixbaratê da dest pê kirin di çarçoveya dîplomasiya Remezanê da bi axaftina bi têlefonê ya Wezîrê Karên Derva yên herdu welatan va erênî pêşva diçin. Bi ziyareta Misrê ya di 5-6ê gulanê da ya heyeta Karên Derva ya Tirkan û hevdîtinên ku dê piştî wê di asta wezîran bê kirin va dê di navbera herdu welatan da pêngavên normalbûnê bên avêtin. Ji ber ku normalbûna têkiliyên herdu welatan hem ji bo herdu welatan hem jî ji bo herêmê heyatî ye. Ji ber ku têkiliyên Misrê yên bi Tirkiyeyê ra sar bûn bi Yewnanistanê ra peymana herêma aborî ya munhasir (MEB) kir û li Behra Spî qadeke bi qasî 5 hezar qeremêtroyî ji dest wî çû. Bizavdariya Tirkiyeyê ya li Lîbyayê jî rasterast bandorî Misra cîranê Lîbyayê dike. Mijara komên mixalif ên Misrî yên li Tirkiyeyê û şaxên weşanê jî ji bo Misrê xalên girîng in.

Ji bo Tirkiyeyê jî girîngiya Misrê gelekî zêde ye. Herdu dewletên ku seranserê dîrokî têkiliyên wan ên baş hebûn di pêvajoya Bihara Ereban da ji hev çûbûn. Paşê di heyama Donald Trump da hem dijî Îranê hem jî dijî Tirkiyeyê eniyeke başûr hatibû avakirin. Piştgirê herî mezin ê vê ekîba ku Misir jî tevî hin welatên Kendavê bû û wisa hat avakirin a dijî Îran û Tirkiyeyê Îsraîl bû. Li Rojhilatê Behra Spî Yewnanistan û Birêvebiriya Ruman a Qibrîsa Başûr (BRQB) ya ku dijberê Tirkiyeyê ne jî tevî vê eniyê bibûn. Heke têkiliyên Tirkiye-Misrê normal bibin dê Misra ku şaxa herî girîng a vê cepheyê ye ji dewrê derkeve û eniya başûr a dijberê Tirkiyeyê ya ku jixwe piştî Trump qels bûye dê bi temamî belav bibe.

Her çiqas di rojên dawîn da têkiliyên Tirkiye-Erebistana Siûdî yên ku bi taybetî piştî kuştina Cemal Kaşikçi xira bibûn elametên nermbûnê nîşan bidin jî biryara ji hêla Erebistana Siûdî va girtina dibistanên Tirkan nîşan dide ku pêkanîna vê nermbûnê jî zehf hêsan nîne. Lêbelê di hevpeyvînên ku Prensê Welîehd Mihemed bîn Selman di rojên dawîn da kir û polîtîkayên ku dê dahatûya welêt diyar bike eşkere kirin da guherîna gotinê ya balkêş heye. Bi taybetî ji şoreşa Îranê ya 1979an vir va Erebistana Siûdî jî bi heman tundiyê bersivên di çarçoveya mezhebê da dan polîtîkayên derva yên Îranê yên belavbûna nifûza şiiyan û îxrackirina mezhebê yên ku xwe dispêre mezhebê. Vê yekê li Rojhilata Navîn bêîstiqrariyê tenê zêde nekir, li hemû dinyayê îslamofobiya ku jixwe hebû zêdetir kir. Rêxistinên wekî El-Qaîde, DEAŞ, Heşdî Şebî û kesên wekî Usame bîn Ladîn, Eymen ez-Zewahîrî, Ebûbekir el-Bexdadî û Qasim Silêmanî ku me di salên dawîn da navê wan gelekî bihîst ya rast piranî komplîkasyonên pevçûna Îran-Erebistana Siûdî bûn. Şerê li Yêmenê jî mînakeke berbiçav a têkoşîna nifûzê ya di navbera herdu welatan da ye.

Ji aliyê din va hêzên emperyal ên wekî Amerîka û Rûsyayê û welatên herêmê yên wekî Îsraîlê jî çiqas ji dest hat vê pevçûn geş kirin, hem çek firotin hemû aliyan hem jî ev pevçûn ji bo pêkanîna daxwazên xwe wek manîvela emilandin. Di vê pevçûnê da herî zêde Rojhilata Navîn û gelên Îslamê zirar dît û hê jî dibînin.

Ji vê aliyê va daxuyaniyên Prensê Welîehd balkêş in. Mihemed bîn Selman destnîşan kir ku divê bi radîkalîzmê ra rû bi rû bin û got ku "Em tenê vedigerin cihê ku di sala 1979an da lê bûn. Em îslameke mutedîl ya ku hember hemû dîn, hemû kevneşopî û gelan vekirî ye ji dinyayê ra pêşkêş dikin" û "Em ê hema îro radîkalîzmê ji holê rakin". Heke di gotinê da nemîne û tiştên ku gotin bikarin tetbîq bikin ev yek nîşan dide pêkan e ku guherîna polîtîkayê ya bingehîn çêbe. Lêbelê heke ji radîkalan mebest mixalif bin divê li ser vê xalê jî bifikirin. Dê wext vê nîşan bide.

Gotinên di hevpeyvîna Prens da ên wekî "Em naxwazin ku Îran di nav rewşeke dijwar da be; bereksê wê em dixwazin ku Îran pêş bikeve û berjewendiyên me yên hevpar çêbin. Em dixwazin ji bo ku li herêmê û dinyayê pêşketin û mezinbûnê teşwîq bikin bila yên me li Îranê yên Îranê jî di nav axa me da berjewendiyên dualî hebin" gelekî balkêş in. Di van daxuyaniyan da gelekî bandora wê heye ku Trump çû û şûna wî Bîdenê dixwaze ku bêtir Rûsya û Çînê temerkûz bike heye. Prensê Welîehd di heman hevpeyvînê da dibêje ku fikrên Amerîka û welatê wî ji sedî 90 ji hev digirin û ev yek jî mimkun e bê wê meneyê ku êdî têkoşîna dijî Îranê dê bi serkêşiya Amerîkayê bê domandin yan jî Erebistana Siûdî dê êdî piştgiriyê nede tevgerên sunî yên radîkal û bi wî awayî dijî Îranê têkoşînê nede. Ev jî ji bo hemû dinya û Rojhilata Navîn geşedaneke gelekî girîng e û heke pêk bê dê alîkariyê bide ku şewata heyî ya li herêmê bitefe.

Lêbelê qeyda îtirazî ya bîn Selmanê Prensê Welîehd ya wekî "Pirsgirêka me ya bi Îranê ra ji ber van e, bernemaya nukleerê, piştgiriya ku li hin welatên herêmê dide milîsên dijî qanûnê tevdigerin û bernameya fuzeyê ya balîstîk" û bi van gotinên xwe jî berpirsyariyan jî dixe sitûyê Îranê. Ji ber ku qet nebe ji bo niha niyeteke wiha ya Îranê tune, di mijara vê nêzbûnê da di demeke kurt da pêşketin dijwar xuya dike. Lê qet nebe ji ber ku Prensê Welîehd îslama mutedîl bi lêv kir û elamet dan ku dê dijî radîkalîzmê têkoşînê bide heke ev yek bê tetbîqkirin geşedaneke gelekî girîng e.

Li welêt pirsgirêkên ku ji ber nelihevkirina çar welatên pîvot ên ku bi avakirina Îsraîlê li herêmê dest pê kir û dehan sal e dewam dike derketin holê bi tevlêbûna hêzên derva yên emperyal va jî bûye rîsê pîrê. Tekane çareserî ew e ku ev çar welatên pîvot ango Tirkiye, Misir, Erebistana Siûdî û Îran di nav xwe da qet nebe tiştên herî asgarî da li hev bikin. Heta ev yek pêk neyê tu guman tune ku dê hêzên derva di çarçoveya armancên xwe da (wekî berê jî hat kirin) dê pirsgirêkên herêmê biemilînin.

[Prof. Dr. Cengîz Tomar wek Wekîlê Rektorê Zanîngeha Tirk-Qazaxan ya Navneteweyî ya Ehmed Yesewî peywirê dike]


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın