Nûçeyên analîzê

Fransa dixwaze armancên xwe yên ekonomîk û jeopolîtîk bi destê Hefterê derbekar biparêze

Fransa dixwaze armancên xwe yên ekonomîk û jeopolîtîk bi destê Hefterê derbekar biparêze

Önder Beyter,Abdullah Tel,İbrahim Atmaca,Türkan Tosun,Haydar Şahin   | 01.07.2020
Fransa dixwaze armancên xwe yên ekonomîk û jeopolîtîk bi destê Hefterê derbekar biparêze

Ile-de-France

 Rêveberiya Fransayê ya ku bi piştgiriya xwe ya ji bo Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê va rastî berteka civaka navneteweyî hat, dixwaze armancên xwe yên ekonomîk û jeopolîtîk bi destê Hefterê derbekar biparêze.

Piştî serkeftinên artêşa Lîbyayê yên li hemberî milîsên Hefterê derbekar, piştevaniya ji bo Hefter a Fransaya ku heta niha li hemberî rûdanên li Lîbyayê xwe wekî bêalî nîşan dida, lêbelê van dawiyan helwesteke agresîf nîşan dide, balê dikişîne.

Piştevanê herî mezin ê li Ewropayê yê Hefterê ku xwest paytextê Lîbyayê Trablusê bi dest bixe lêbelê bi ser neket, Fransa ye. Lêbelê Fransayê heta niha piştevaniya xwe ya ji bo Hefter bi awayekî fermî qebûl nekiriye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştevaniya xwe ya ji bo Hefter înkar kir, lêbelê çapemeniya Fransî van dawiyan di nûçeyên xwe da cih dide hebûna vê piştevaniyê.

Parîsê heta niha êrîşên Hefter şermezar nekirin, ji bo piştevanî û midaxeleyên Rûsya, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Misirê jî dengê xwe dernaxe.

- Di Bihara Ereban da helwesta Sarkozy ya li hemberî Lîbyayê

Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy piştî ku di 2007an da dest bi peywirê kir, li paytext Parîsê serokê têkçûyî yê Lîbyayê Qedafî bi coş û peroş ezimand.

Pispor dibêjin piştî ku Qedafî ji text hat daxistin di sedemê qewimîna alozî û qeyrana li Libyayê da berpirsyariya Fransayê heye.

Di nûçeya hefteya borî di radyoya France Interê weşaya da piştî rexneyên li ser Tirkiyeyê wiha hat gotin: "Em bi bîr bixin, gunehê mezin yê Fransayiyan e. Ev ê ku di sala 2011ê da li Lîbyayê bû sedema aloziyê Parîs a heyama Nicolas Sarkozy bû. Lewra ji biryara bi jimara 1973yemîn a NYê wêdetir çûn. Gavên paşiyê nehatin hesibandin û Qedafî bi mudaxaleyeke eskerî xwestin ji text dûr bixin û bi vê jî alozî derket."

Di çapemeniya Fransayê da tê gotin ku têkiliya Fransa û Xelîfe Hefter di sala 2011an da heye lê piştî ku 3 xebatkarên DGSEya Şaxa Îstixbarata Derva ya Fransayê li Bîngaziyê di qezayeke helîkoptêrê da mirin welat mecbûr ma û piştgiriya eskerî ya dida Hefter qebûl kir.

Hefterê derbeker di axaftineke xwe ya ji bo qezaya helîkoptêrê kir da got: "Fransayê ji bo me ewladên xwe feda kir."

Fransaya ku qaşo ji bo aştî û aramî li Lîbyayê pêk bê wed dike bi taybetî jî ji sala 2016an piştî êrîşên terorê vir va piştgiriya dide Hefter zêdetir kir.

Macronê ku hat şûna Françoîs Hollande bi tesîra Jean-Yves Le Drianê ku Wezîrê Parastinê yê wê demê bû û niha jî Wezîrê Karên Derva ye têkiliya bi Hefter ra xurttir kir.

- Hefter ji bo paytext û rêveberiyê bi darê zora çekan dagir bike hewl dide

Li Libyayê di navbera aliyên şer dikirin da agirbestekê dewam dikir û di Nîsana 2019an da di bin stara Neteweyên Yekbûyî da di çarçoveya nexşerêya çareseriya siyasî da ji bo ku Lîbyayî li ser axa Lîbyayê konferanseke gotubêjê bikin amadehî dikirin.

Hefterê dixwest paytext û rêveberiyê bi darê zora çekan dagir bike di 4ê Nîsana 2019an da emir da milîsên di bin emrê wî da ne û got ku bila "êrîşî paytext" bikin û ji ber vê jî li welêt şer û aloziyê rû da.

Fransayê di vê pêvajoyê da navê Hefterê dest bi êrîşan kir bi eşkere neanî ziman û tevlî welatên din mohra xwe li bin daxuyaniyeke hevpar a tê da digot "bila aliyên eskerî şer zêde nekin" xist.

Lêbelê piştî demeke kin di çapemeniya herêmê da nûçeyên "Ji yekeyên ewlehiya Fransî şêwirmendan di vê êrîşê da piştgirî da Hefter" derketin.

Wezîrê Parastina Tûnisê yê heyamê nêzî du hefte piştî destpêka vê êrîşê diyar kir ku 13 welatiyên Fransayê ên çekdar ku pasaportên dîplomatîk bi wan ra hene, xwestin ji sînorê Lîbyayê derbasî welêt bibin, lê nexwastin ku çek û muhimatên ser xwe teslîm bikin. Piştî vê daxuyaniyê rola Parîsê ya li Lîbyayê bal kişand.

Balyozxaneya Tûnisê ya Fransayê her çend daxuyand ku wan meqamên Tûnisê ji bo kesên çekdar ên hatine ber sînor agahdar kiribe jî, aliyê Tûnisê ev daxuyanî piştrast nekir.

Hikûmeta Lîbyayê di vê heyamê da ji ber ku piştgirî da Xelîfe Hefter, bi Fransayê ra hin peymanên ku ewlehî û perwerde jî di nav da, da sekinandin.

Ji aliyekî din va artêşa Lîbyayê wexta ku bajarê Gîryanê paşve hilda, di hezîrana 2019an da li kampeke milîsên Hefter fuzeyên "Javelîn"ê yên ku li Amerîkayê hatine çêkirin, hatin dîtin û derket holê ku ev fuze yên dewleta Fransayê ne.

Piştî ku di çapemeniya Fransayê da li ser vê nûçe hatin weşandin, Wezareta Parastinê ya Fransayê mecbûr ma ku vê qebûl bike.

Parîsê parast, ev fuzeyên ku ji Amerîkayê hatine kirîn, ekîbên têkoşîna terorê dixwastin li Lîbyayê bi kar bînin.

- Berjewendiyên aboriyê

Meriv dikare bêje ku rêvebiriya Fransayê salên dûr û dirêj in ku bi Lîbyayê ra ji nêz va eleqedar dibe.

Di çavên rayedarên Frensî da heke li Lîbyayê bê îstiqrarî çêbe, ev wê li ser Behra Spî ra koçê bide destpêkirin û li welatên bin Sehrayê ku Fransa li van welatan xwediyê berjewendiyên stratejîk e, wê têkevin rîskê. Serokomar Macron duşemê bi Şansolyeya Almanyayê Angela Merkelê ra di civîna hevpar a çapemeniyê da ev yek destnîşan kir.

Lêbelê tê gotin ku Fransa di eslê xwe da li Lîbyaya ku xwediyê rezervên neftê yên herî mezin ên Afrîkayê ye, li pey berjewendiyên xwe ketiye.

Li gor nûçeya analîzê ya ku malpera înternetê ya Fransî Mediapartê di 2018an da weşand, Fransa û Îngiltere li Lîbyayê kaosê çêdike wiha digot: "Em dizanin ku her tişt ji bo neftê ye. Mînak (Şirketa neftê ya Fransayê) Total li Lîbyayê bi awayekî bihêz dixebite. Serokê berê yê Konseya Neteweyî ya Libyayê Mistefa Ebdulcelîl soz da ku ji bo bîrên neftê pêşiyê bidin Fransa û Îngiltereyê."

Di nûçeya radyoya RFIyê ya 2019an da jî hat gotin Le Drîan di 2016an da bi taybetî jî piştî ku Hefter bîrên neftê bi dest xist her tim çû ziyareta Hefter.

Li gor daneyên Enstîtûya Îstatîstîkê ya Neteweyî ya Fransayê (INSEE) di sala 2018an da nefta ku ji Lîbyayê hat Fransayê li gor sala 2014an du qat û nîv zêde bû.

Ji bo Fransayê girîngiyeke din a Lîbyayê jî "jeopolîtîk e". Ji ber ku sînorên Lîbyayê bi Tunis û Cezayîra ku berê hatibûn dagirkirin ra heye, Lîbya ji bo Fransayê girîng e. Nîjerya ji hêla Uranyumê va dewlemend e û sînorên wê bi Libyayê ra heye ku Ev jî bala Parîsê dikşîne.

Çad jî ji bo operasyonên eskerî yên li herêmê ji bo Fransayê girîng e.

Îdareya Veberhênanê ya Libyayê ya ku di dema Qedafî da hatibû avakirin û dahata ji neft û xaza sirûştî lê tê berhevkirin jî li bankayên Fransayê xwedî veberhênanên mezin e. Tê zanîn ku rêvebiriyên piştî şoreşê di mijara van veberhênan da ji Parîsê hin daxwazan dikin.

Di nav van da ya herî balkêş doza di navbera Fona Veberhênanê ya Lîbyayê û bankaya navdar a Fransayê Societe General da ye.

Ev doz li Îngiltereyê çêbû, herdu aliyan li hev kir û bankayê 967 milyon ewro dewrî fonê kir.

Îdareya Veberhênanê ya Lîbyayê doz vekiribû û gotibû bankayê ji rayedarên heyama Qedafî ra li Panamayê hesabên off-shoreê ra pere neqil kiriye û fonê ji ber vê zirareke mezin dîtiye û 1,5 milyar dolar divê ji bo fonê bê dayîn.

- Polîtîkaya Macron a "Lîbya"yê

Macron bi tesîra Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Le Drian ji bo Hefter veberhênanên mezin kir.

Macronê piştî bû Serokomar Lîbya xiste mijara sereke qaşo ji bo îstiqrar û aştiya Lîbyayê aliyên li Lîbyayê lu Parîsê anî ba hev.

Emmanuel Macron bi dîplomatîk bêalî xanê kir ku piştgiriya dide Hefter veşêre. Lêbelê li nav welêt jî li dervayê welêt jî civak dizane ku rêveberiya Macron piştgiriyê dide Hefter.

Di çapemeniya Fransayê da xeberên ji ber piştgiriya dide Hefter Macron rexne dikin tên weşandin.

Ji vir çend roj berê di rojnameya Le Mondeyê da xeberek hat weşandin û wiha hat gotin: "Fransa ewqasî piştgiriyê dide Xelîfe Hefterê li dijî hikûmeta Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî nas dike şer didomîne, pitî wê çawa fikra agirbestê diparêze?"

Macron herî dawîn di ziyareta Almanyayê da li ser pirsên rojnamevanan carekê dîsa mecbûrî red kiribû û gotibû ku welatê wan piştgiriyê nade Hefter û wiha axivîbû: "Hefter di nîsana 2019an da biryara operasyona eskerî da, tu bi Fransayê ra neşêwirî."

Li Lîbyayê bertek nîşanî daxuyaniya Macronê li ber êrîşên Hefter ji nîsana 2019an vir da didomîne kêm caran deng dikir dan.

Mihemed Tahir Siyalayê Wezîrê Karên Derva yê Lîbyayê di daxuyaniya nivîskî da got, "Em 14 mehan yanê ji destpêka êrîşên Hefter ên li dijî paytextê vir da li benda Serokomar Macron bûn ku daxuyaniyê bide û van êrîşan red bike. Daxuyaniyên Macron dereng hatin, heke di serê êrîşan da ev daxuyanî bida ew ê li qadê rew cuda bûya."

Artêşa Lîbyayê piştî mitebeqata hevkariya ewlakariyê û eskerî ya bi Tirkiyeyê ra îmze kir li gelek caran Hefter têk bir, îhtimala derkirina qada petrolê ya hefter Fransa aciz kir.

Enqereyê piştgirî da hikûmeta meşrû ya Lîbyayê li ser vê hemû pîlanên Fransayê serobino bûn.

Tê gotin ji ber ku berjewendiyên Parîsê li gor Hefter tesîs kiribûn ketin xetereyê Fransa li dijî Tirkiyeyê helwesta agresîf nîşan dide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın