Nûçeyên analîzê

Envantera terorê ya PKKyê di asta xeternak da ye

Geşedaneke ku çend roj berê qewimî gelekî bû sedema fikaran: Hat ragihandin ku di nav çekên ku di çarçoveya herekatê da hatin bidestxistin da du SA-16 MANPADS (pergala parastina asîmanî ya ku ji hêla personelan va tê emilandin) hene.

Dr. Can Kasapoğlu   | 21.05.2021
Envantera terorê ya PKKyê di asta xeternak da ye

Istanbul

Dema ku Herekata Pencik Şîmşek û Pencik-Yildirimê dewam dikir Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bal kişandibû ser çekên ku ji PKKya rêxistina terorê hatin bidestxistin heta fuzeyên ku "welatên dost dabûn" destnîşan kiribû. Her wiha em dizanin ku di nav çekên ku hatin bidestxistin da çekên tankşikên ên ku gelek caran ji bo têkoşîna dijî DEAŞê dane YPGyê hene.

Geşedaneke din a ku çend roj berê qewimî gelekî bû sedema fikaran: Hat ragihandin ku di nav çekên ku di çarçoveya herekatê da hatin bidestxistin da du SA-16 MANPADS (pergala parastina asîmanî ya ku ji hêla personelan va tê emilandin) hene. Geşedanên ku di van demên dawîn da di envantera terorê ya PKKyê da hatin çavdêrîkirin pêvajoyeke xeternak a divê ku hê di serî da pêşî lê bê girtin detnîşan dike.

- Tehdîda PKK û MANPADSê

MANPADS ji hêla eskerî va ji bo hêmanên ku di bin bilindiya 10-15 hezar fîtê da difirin bi taybetî ji bo hêmanên biper tehdîdeke mezin e. Mijareke din a ku divê mirov bala xwe bidê guherîna di envantera PKK MANPADSê da ye. Rêxistina terorê wextekî versiyonên nifşa nû ya pergala çekên navborî yên wekî SA-7 Strela diemiland di demên dawîn da bû xwedî MANPADSÊ nifşa sêyem û duyem ên wekî SA-16 û SA-18 û ev yek jî tehdîdeke ewlehiyê ya mezin e ku divê mirov li serê bisekine. Lewra qabîliyeta MANPADSa nifşa yekem a Sa-7 û yên wekî wê (wek mînak HN-5a Çînê çêkiriye) şopên termal ên platforma ku hedef girtiye dişopîne, bi pergala infrared va heta cihekî dikare nêzî hedefa xwe bibe û gelekî dimîne bin bandora tevdîrên wekî flare yên ku platformên difirin ji bo parastina xwe bi xwe va dikin.

Pergalên MANPADSê yên wekî SA-14, SA-16 û FN-6 a ku Çînê çêkiriye ji bo ku flare û tevdîrên wekî wê berteref bikin xwedî pergalên pêşketîtir in. Ji ber vê jî îhtimala lêxistina hedefê zêdetir e. Qabîliyeta MANPADSê ya nifşa sêyem a wekî SA-18ê jî dikarin lêgerîneke gelekî berfireh bikin û bi giştî sîlueta platforma hedef derxînin. Ji ber vê jî potansiyela wan heye ku ji bergiriyên wekî flare û yên manendê wê derbas bibin.

Pergalên MANPADSê yên nifşa çarem ên ku di roja me da ketine envanteran jî li gor ên berê gelekî pêşketî ne. Wek mînak Verbaya ku Rûsan çêkiriye (SA-25) hember platformên bêmirov ên wekî wesayîtên bêmirov ên ku li gor balafir û firokeyan şopa wê ya termal hindiktir e jî gelekî çalak e û hember bergiriyan xurttir in.

Daneyên di destê me da nîşan didin ku PKK MANPADSê nifşa duyem û sêyem diemilîne. Rêxistina terorê di gulana 2016an da bi bikaranîna Sa-18ê firokeyeke tearûzê ya Tirkan xistibû. SA-16ê ku di hereketa niha li bakurê Iraqê dewam dike da hatin bidestxistin jî her wiha divê neyên jibîrkirin.

Em hê rast nahetin ku di destê PKKya rêxistina terorê da MANPADSê nifşa 4emîn hene. Ji hêla din va mirov nikare di dahatûya nêz da vê îhtimalê bi temamî dûr bibîne. Lewra em ji ser çavkaniyên vekirî dizanin ku Verbaya Ûris çêkiriye li envanterên Hêzên Çekdar ên Ereb ên Sûriyeyê û Hêzên Çekdar ên Ermenistanê jî hatiye transferkirin. Tu kes nikare wê temînatê bide ku dê ev herdu aktorên ku ji bo piştgirîdana PKKyê xwedî sicîleke gelekî tarî ne di pêşerojê da van çekan nedin rêxistina terorê. Her wiha wekî ku me di vê xebatê da destnîşan kir çekên ku li sehayên şer ên wekî Sûriyeyê hatine bicîkirin ji nişka ve ji kontrolê û envanterê derkevin.

Mimkûn nîne ku mirov tehdîda MANPADSê bi hedefên eskerî tenê sînordar bike. Lewra tê zanîn ku di êrîşên terorîst ên dijî hewageriya sivîl da jî têne emilandin. Daneyên Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê nîşan didin ku ji salên 1970yî vir va herî kêm 40 balafirên sivîl bi çekên navborî hedef hatin girtin. [1] Em dizanin ku PKKya rêxistina terorê di sala 2015an da dijî Balafirgeha Sabîha Gokçenê êrîşeke asîmanî kir. Rêxistina terorê şûna hewanê karî ku MANPADSê ev qas nêzî balafirgehê bike û dibe ku ev yek bibûya sedema bobelatekê.

- Nîşaneyên guherîna navenda giraniyê ya tehdîda terorê ya PKKyê

Guherîna di envantera terorê ya PKKyê da bi MANPADSê sînordar nîne. Bi taybetî di çarçoveya dersên ku di şerê navxweyî ya Sûriyeyê hîn bûn da emilandina fuzeyên tankşikên (anti-tank guided missiles [ATGM]) û droneyê biçûk jî meyleke din e ku gelekî tê dîtin. Bi daneyên îstixbaratê yên çavkaniyên vekirî mimkûn e ku mirrov tesbît bike ku di 7ê nîsana 2021ê da di êrîşa ku dijî sehaya herekata Çiqlê Zeytûnê hat kirin da herdu qabiliyet jî hatine emilandin. Dîsa divê bê dîtin ku rêxistina terorê di emilandina droneyan da hember platformên perên wan sabît in û emilandina jammeran hewl dide ku pergalên bêtir li ber xwe didin biemilîne. Ji ber ku em van mijaran bi xebatên cuda dinirxînin û pêşkêşî raya giştî dikin dê nekevin hûrgiliyan.

Guherîna di envantera PKKya rêxistina terorê da tê dîtin ango hêmanên wekî fuzeyên tankşikên ên rêvabirî, fuzeyên parastina asîmanê, droneyên biçûk nîşaneyên guherîna navenda giraniyê ye ku divê neyê paşguhkirin. Bi awayekî baş analîzkirina van nîşaneyan û di nîvê duyem ên salên 2020î da ji bo têkoşîna dijî tehdîda terorê elzem e.

- Ziwakirina çiravê: Baş e lê çirav li ku ye?

Gelek rêxistinên wekî PKKya rêxistina terorê ji bo pêşxistina kapasîteya çekdar hewceyê gelek tiştan e.

Yek ji van ji kontrolê derketina artêşên Ereb ên Sovyetîk û envanterên wan in.

Di serê salên 1990î da Hêzên Çekdar ên Iraqê mecbûr man ku ji bakurê welêt vekişin û ya jê girîngtir jî ew e ku qismekî envantera wê ji kontrolê derket. Ev yek jî bû sedem ku PKKya rêxistina terorê bigihêje "ferahiya çekan" a ku tu carî nedîtibû. Em dibînin ku di 10 salên dawîn da şerê navxweyî ya Sûriyeyê jî bû sedema encameke manend. DBAasê ya Sûriyeyê û Muxaberata şaxa îstixbaratê ya Sûriyeyê ya ku ji heyama Hafiz Esed mane jî piştî ku Hêzên Çekdar ên Ereb ên Sûriyeyê ji gelek cihan vekişiyan bûn sedem ku YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê hêsantir bigihêje çekan.

Meyla duyem a ku çiravê pêk tîne ew e ku PKKya rêxistina terorê ji borseya reş a çekan a li herêmên pevçûnê, bi taybetî jî li herêmên pevçûnê yên ku lê valahiya otorîteyê heye sûd werdigire. Wek mînak daneyên îstixbaratê yên çavkaniyên wan vekirî yên der barê şerê navxweyî ya Sûriyeyê da der barê hebûna gelek çekên ku berê di destê Hêzên Çekdar ên Ereb ên Sûriyeyê da hebûn jî di envanterên welatên cîran da hebûna delîlan nîşan dide.

Meyla sêyem jî piştgiriya ku rasterast ji derva didin PKKya rêxistina terorê ye. Di vir da tê da feyde heye ku nuansek bê destnîşankirin. Aliyê ewil a mijarê ew e ku çekên ku dane YPGya şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê ketin destê kadroyên din ên PKKyê. Îtirazên mafdar ên Tirkiyeyê yên der barê di têkoşîna dijî DEAŞê da emilandina YPGyê di vê mijarê da baştir tê fehmkirin. Aliyê duyemîn jî ew e ku hin serwês rasterast PKKyê diemîlînin û fealiyeta herba wekaletê dikin. Wek mînak seranserê salên 1990î dîktatoriya Hafiz Esed bi awayekî rêk û pêk ev yek kir.

- Divê çi bê kirin?

Merheleya ku di tehdîda terorê ya PKKyê da gihaştinê ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê potansiyeleke gelekî krîtîk û xeternak nîşan dike. Şert e ku dewleta Tirkan stratejiyeke biaqil û encam jê derdikeve bipejirîne. Divê têkoşîna dijî terorê li ser qabîliyeta krîtîk a ku PKK hewl dide ku ava bike û çavkaniyên krîtîk ên ku xwe dispêrê bisekine. Gelek aliyên vê yekê jî hene.

Ji hêla jeopolîtîk va elzem e ku pêwendiya Iraq-Sûriyeyê ya PKKyê bê birîn. Meneya di sehayê da ya vê yekê jî helbet tê meneya herekata Şengalê. Helbet divê em destnîşan bikin ku parametreyên siyasî-eskerî yên bingehîn ên herekateke bi vî awayî dê ji ya Pencik-Yildirim - Pencik-Şîmşeka ku niha dewam dike cudatir bin.

Di çarçoveya îstixbaratê va gelekî girîng e ku darêja objektîf a qabîliyetên hîbrît ên PKKyê bê derxistin û di serdema dijîtal da îstixbarata çavkaniyên wê vekirî jî di nav da "di hin rewşan da di serî da- daimî divê bê rojanekirin. Şopandina envantera ku li ber serê Tirkiyeyê ji kontrolê derket û potansiyel heye ku derkeve jî ewqas girîng e. Wekî ku me di serê nivîsê da diyar kir Sûriye û Ermenistanê SA-25 MANPADS kirîn û ev yek tê wê meneyê ku milîtanên PKKyê jî dibe ku siberoj bibin xwedî vê potansiyelê. Şert e ku hedefên îstixbaratê yên navborî bi operasyonên demkî va bê piştgirîdayîn. SÎHA û muhimata hesas di vê mijarê da avantajeke mezin didin Tirkiyeyê. Piştî ku pergalên wekî Akinci û Aksungur ketin envanterê dê avantaja navborî zêdetir bibe.

Bi kurtasî divê komên milîtan û sitargehên hat tesbîtkirin ku xwedî MANPADS, ATGM û çekên mandî platformên bêmirov in bibin hedefên sereke û sîstematîk. Divê ji bo ku piştgiriya ku ji ser YPGyê didin PKKyê bê birîn jî ji hêla dîplomatîk va hewl bê dayîn.

Çalakiyên Şemzînan-Eruhê yên 1984an ên PKKya rêxistina terorê baş nehatin analîzkirin û ji ber vê yekê valahiya îstixbarî çêbû û ev yek jî bû sedem ku di salên 1990î da Tirkiye bi tehdîda pevçûnê ya dijwar ra rû bi rû bimîne. Di ser da jî nehat fehmkirin ka pêvajoya di serê xilasiya Şerê Sar a ku bi dagirkirina Iraqê dest pê kir dê çi bîne.

Ya rast vê carê rewş bi qasî ya 1984an û serê salên 1990î xirab nîne. Berî her tiştî Wezîrê Parastina Neteweyî ya Komara Tirkiyeyê dema ku herekatek dewam dikir der barê qabîliyeta fuzeyên ku ji rêxistina terorê hatin bidestxistin da daxuyaniyên zelal û hişyarker dide. Ango wexameta mijarê tê zanîn. Wê çaxê li pêşiya me ew hedef heye ku em stratejiyeke rast pêk bînin û bi biryardarî mijarê bişopînin.

[Dr. Can Kasapoglu li EDAMê dîrektorê Bernameya Lêkolînên Ewlehî û Parastinê ye]

[1] Ji bo çavkaniya eleqedar bnr. Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, MANPADS: Combating the Threat to Global Aviation, https://2009-2017.state.gov/t/pm/wra/c62623.htm, dîroka gihaştinê: 12ê Gulana 2021î.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın