Nûçeyên analîzê

Divê em hikûmeta teze ya Îranê çawa binirxînin?

Dr. Mehmet Koç   | 31.08.2021
Divê em hikûmeta teze ya Îranê çawa binirxînin?

Istanbul

 Îbrahîm Reîsiyê ku di hilbijartina serokomariyê ya Îranê de ya ku di hezîranê da hat kirin da qezenc kir, piştî 2 mehan kabîneya xwe amade kir û ji bo raya pêewlebûnê pêşniyazî Meclisa Şûreya Îslamî kir. Di 21-25ê tebaxê da parlamenteran li ser lîsteya wezîran a hat pêşniyazkirin di lijneya giştî da axivîn, di raydayîna 25ê tebaxê da ji 19 wezîran 18 heban raya pêewlabûnê sitand. Huseyîn Baxguliyê Namzedê Wezîrtiya Perwerde û Hinkirinê raya pêewlebûnê nesitand ji ber vê di pêşerojê da namzedê wezîrtiyê yê teze ew ê were pêşniyazkirin.

- Îraneke çawa li pêşiya Reîsî ye?

Li Îranê rojeveke qerebalix li benda hikûmeta teze ye. Ji ber mueyîdeyan û nexweşiya Kovîd-19ê aboriya welêt kete tebgasiyê û temla civakê êdî nema. Bi hezaran karkerên li hin saziyan dixebitin bi mehan e girevê dikin, kesên teqawidbûyî demeke dirêj e dixwazin rewşa wan were sererastkirin û protestoyan dikin. Tumena pereyê neteweyî li ber dolar qîmetê dide der.

Ji gulana 2018an a mueyîdeyan dest pê kir vir da dolar ji 4 hezar tumenî derlete 28 hezar tumenî. Enflasyon jî di vê heyamê da ji 8an derkete ji sedî 45,2yan. Enflasyona rûn, çay, şekir, goştê mirîşkan, gotê pêz û dêwêr jî derkete ji sedî 59,2yan [1]. Aboriya Îranê di 2016an ku Peymana nukleerê kete rewacê da ji sedî 12,6 mezin dibû û dema hatin sala 2020î rêje dakete ji sedî 5a kêmasî.

Pirgirêkeke mezin a din jî ew e ku têkoşîna dijî Kovîd-19ê jî li bernde hikûmetê ye. Tehrana ji destpêka nexweşiyê vir da qasî têrê bi krîzê ra eleqedar nebû an quweta wê negihîştê jî niha pêla 5an dijî. Ji 440 bajarî hema bêje 359 heb di xeta sor da ne û ji bo qedexeya du hefteyan biryar hat dayîn lêbelê ew jî tam nehat pêkanîn. Li qelêt di orjê da kêm û zêde 700 kes dimrin û di çêkirin û tedarîka aşîyiê da nediyariyek heye.

Elî Xamneyiyê Rêberê Dînî aşiyên Amerîka û Îngiltereyê ewledar nabîne û wan wekî sîlaha biyolijîk dinirxîne ji ber vê jî qedexe kir. Xêncî vê Wezareta Tenduristiyê zêde dil nake ji welatên din aşiyê îtxal bike an jî helwest şaş nîşan dide ji ber vê jî qasî têrê aşî nehat tedarîkkirin. Hewla îtxalata aşiyê ya şirketên taybet jî pirî caran li pêşiya xwe astenga burokratîk dibîne û ji ber vê jî qasî têrê aşî nayê temînkirin. Îdiaya digotin COVÎRAN Bereketa aşiya xwemalî ew ê hetanî dawiya îlonê 50 milyon doz were amadekirin lêbelê ev jî ji rastiyê dûr e. Welatiyên Îranê jî li bendê ne ku hikûmet di vê mijarê da çareseriyeke acil bibîne.

Li bajarên ku li herêma sînor in û netewe lê zêde ne, ji ber tengasiyên aboriyê û tesîra neyênî ya şewbê nerazîbûn heye, ev nerazîbûn merivan dixe fikarê ku di navbera neteweyan da pirsgirêk derkeve û bibe sedema pevçûna navend û derdorê. Mînaka herî berbiçav a vê yekê bûyerên ku li Sîstan û Belûcistanê ji ber qaçaxcîtiya sotemeniyê derketine ye. Her wiha li Hûzistanê protestoyên seba pirsgirêka avê û ji navçeyên Azerbeycana Rojava li Nakadeyê pevçûna Tirk û Kurdan e.

Li welêt di polîtîkaya dereke da jî rojev qerebalix e. Ji aliyekê va Talibanê kontrola Efxanistanê bi dest xist û li rojhilatê welêt rewşa ku derketiye, ji aliyekê va li Viyanayê mizakereyên nukleerê didomin û digel şeş tûran hê tu encam nehatiye bidestxistin. Dosyeyên Sûriye, Iraq û Yêmenê, rewşa ku li Qerebaxê derketiye holê jî di rojeva welêt da ne.

- Navên sereke yên kabîneya nû

Serokomar Reîsî ji bo ku seba van hemû pirsgirêkan çareseriyeke acil bibîne, diyar kiribû ku wê "kabîneyeke ku wê bi hişmendiya şoreşger tevbigere û alîgiriya gel bike" ava bike.

Muhammed Muhbîrê ku Reîsî wekî teknokrat tayîn kiriye, hema bêje kariyera wî ya dewletê bi temamî di darazê da derbas bûye û aliyê wî yê siyasî xurt nîne. Reîsî ew ji bo rêvebiriya kabîneyê û wekî berpirsiyarê tîma aboriyê ya kabîneyê Alîkarê Yekem ê Serokmar tayîn kiriye. Muhbîr çardeh salan "Serokatiya Navendî ya Sepandina Fermana Îmam Humeynî" kiriye.

COVIRAN Bereketa aşiya xwemalî ya Îranê bi rêvebiriya Muhbîr di Weqfa Bereketê da hatiye çêkirin. Rêberê Dînî Xamneyî ev aşî di weşana zindî da li xwe da bû. Ev saziya ku girêdayî Muhbîr e, di aboriyê da cihekî we yê girîng heye. Ji vî alî va tê texmînkirin ku Muhbîr wê di nav hikûmetê da ji navên sereke yek be.

Di tîma aboriyê ya ku Muhbîr wê bi rê va bibe da, Wezîrê Aborî û Darayiyê Îhsan Handuzî, Serokê Teşkîlata Plan û Budçeyê Mesûd Mîr Kazimî, Wezîrê Koperatîf, Xebat û Refaha Civakî Huccetullah Ebdulmelîkî jî hatine tercîhkirin. Li gor pisporan ev ji pisporiyê zêdetir wê dîrektîfan cî bi cî bikin. Loma hatine tercîhkirin.

Cewad Ovjî bû Wezîrê Petrolê ku hemû kariyera xwe di rêveberiya bilind ên saziyên petrol û xazê da derbas kiriye. Lêbelê heya astengiyên li pêşiya petrol û xaza siruştî neyên rakirin, zêde şandê Ovjî tuneye ku di vî warî da serkeftinekê bi dest bixe. Heya ku ambargo dewam bike, Îran dê bi rêyên qaçaxî bi erzanî petrola xwe bifiroşe.

Rustem Qasimî ku bû Wezîrê Rê û Bajarvaniyê di axaftina xwe ya li Meclisê da îdia kir ku ew ê polîtîkaya salewextê milyonek avahiyên komî bixe warê cîbicîkirinê. Di serdema Ehmedînejad da bi projeya xaniyên komî ya bi navê Meskenê Mîhr va sektora înşeatê û yên mayîn hinekî bi xwe va hatibûn û bi vî awayî bêkarî jî hinekî hatibû çareserkirin. Wisa dixuyê hikûmeta Reîsî jî dê polîtîkayeke wisa cîbicî bike.

Tûxgeneralê berê Ehmed Wehîdî ku bû Wezîrê Karên Navxweyî dema li ser peywirê bû, di salên 1988-97an da Fermandariya Hêza Qudsê kiribû. Wehîdî her wisa di serdema Ehmedênejad da jî wezîrtiya parastinê kiribû. Çi şertên navxweyî çi jî şertên hesas ên li herêmê Reîsî neçar kiriye ku tîmeke wisa ava bike ku di kar û xebata xwe da hevseng û hemta be.

Huccetulîslam Seyîd Xetîb ê ku bû Wezîrê Îstixbaratê di eslê xwe da mirovê dîn e, lêbelê hema hema hemû kariyera xwe di warê îstixbarat û ewlekariyê da derbas kir.

Huseyn Emîr Ebdullahiyan ku bû Wezîrê Karên Derva wekî burokratekî tund tê naskirin. Ebdullahiyan di Wezareta Karên Derva da çend peywirên cuda wergirtibûn. Herî dawî jî gava Alîkarê Wezîr ê Berpirsê Cîhana Erebî û Herêma Afrîkayê bû, ji ber nakokiya bi Wezîrê Karên Derva yê berê Cewad Zerîf, ji peywirê hatibû hildan. Ebdullahiyan her wisa di serdema Ehmedênejad da jî Balyozê Îranê li Behreynê bû.

Li gor nirxandinên der barê dahatûya mizakereyên nukleer da jî tê gotin ev dosye wê ji destê Wezareta Karên Derva bê hildan û wê dîsa bidin destê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî. Serokomar serokatiya konseyê dike. Bereqsê heyama Hesen Ruhanî, fikrên cuda ên di navbera endamên konseyê da wê ji holê bên rakirin û konsey û Meclis di serî da di navbera hemû saziyên din da ahengek wê bê avakirin. Di vê çarçoveyê da ji bilî daraz û erka edaletê di navbera hemû saziyên derwletê da yekrengî çêbûye. Polîtîkaya Xamneyî ya di salên dawîn da bi rê va dibe ketiye rewacê. Xamneyî dixwaze piştî wî di pvajoya derbasbûnê da pergal yekreng bibe ku dema rêberiya şoreşê hêza xwe guhert bila kêm pirgirêk çêbibin. Niha ji ewlehiyê bigire heta polîtîkaya navxweyî û derva di her qadê da ahengek çêbûye.

Ji bo ku ji aboriya nebaş ya ji ber mueyîdeyan û şewba Kovîd-19 çêbûye ji holê rabe û gel hinekî rehettir bibe hewl tê dayîn ku projeya avakirina milyonek avahî bikeve rewacê. Ji bilî vê bi destê Bankaya Navend û pergala fînansê tê xwestin ku piştgiriya kargeh û hilberînerên têk çûne bê kirin ku ew dîsa rabin li ser piyan. Lê çavkaniyên ji bo vê hewce dikin wê ji ku bê bidestxistin ev hê nediyar e.

Di qada tenduristiyê da jî hewl tê dayîn ku aşî bê îdxalkirin ku rewş hê xirabtir nebe. Wezareta Tenduristiyê şûna ku rasterast berpirsyariyê hilde li ser xwe ji bo ku aşiyê tedarik bike ev kar hewaleyê sektora taybet kir û destûrên qanûnî yên hewce dikin da, lê di vê rewşê da hin pirsgirêkên tedarîkkirina aşiyê çêbûn. Li gor axaftina Reîsî ya li Meclisê wisa xuya dike ev rêlibergirtinên burokratîk wê di demeke kin da ji holê rabin.

Di polîtîkaya navxweyî da ji wezîrên hatine wezîfedarkirin wisa xuya dike ku nrîneke koka wê li ser ewlehiyê ye wê desthilatdar bibe. Di polîtîkaya derva da tê gotin ku ew ê girîngiyê bidin cinaran, lê kesekî tund ji bo Wezareta Karên Derva hat wezîfedarkirin. Dema ev û yekîneyên li qadê bê nirxandin dikare bê gotin ku Îran li qadê serkeftinên eskerî û ewlehiyê bi dest dixe, lê ew ê hewl bide ku rûyekî dîplomatîk û siyasî bide van serkeftinan.

Wek encam Serokomar Reîsiyê bi pirsgirêkên neteweyî, herêmî û kurewî yên giring va rû bi rû maye bi saya wezîfedarkirina kesên li kabîneyê va hewl dide van pirsgirêkan ji holê rake.

[Mehmet Koç Kordînatorê polîtîkaya navxweyî yê Navenda Lêkolînên Îranê (ÎRAM) ye]


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın