Nûçeyên analîzê

Di polîtîkaya derva ya Misrê ya der barê Tirkiye, Qeter, Lîbya û Hemasê da guherînên balkêş hene

Ali Semerci   | 02.06.2021
Di polîtîkaya derva ya Misrê ya der barê Tirkiye, Qeter, Lîbya û Hemasê da guherînên balkêş hene

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - ÎBRAHÎM EL-HAZÎN - Polîtîkaya derva ya Misrê ji serê 2021ê vir va ji bo ku bi Tirkiye, Qeter, Lîbya û Hemasê ra têkiliyan pêş bixe şahidiya hewldanên dualî dike.

Di navbera Misir û Tirkiyeyê da di van demên dawîn da daxuyaniyên nerm û jest balê dikşînin. Li ser daxwaza Misrê serê meha gulanê di navbera heyetên herdu welatana da li Qahireyê mizakere hatin kirin. Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Misrê Samîh Şukrî jî bi têlefonê axivîn.

Pêngavên normalbûnê yên di navbera Misir û Qeterê da jî lez bûn. Şêx Temîm bîn Hamed Al Saniyê Mîrê Qeterê, Ebdulfetah es-Sîsiyê Serokomarê Misrê vexwend Qeterê.

Di dosyeya Lîbyayê da jî Misir êdî ji piştgiriya Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekda ên nemeşrû dûr ket û nêzî Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê bû.

Misir di mijara Hemasê da jî bi saya navbeynkariya ku kir va di navbera Îsraîl û Hemasê da agirbest çêbû û Misrê piştî vê yekê Îsmaîl Heniyeyê Serokê Buroya Siyasî yê Hemasê vexwned Qahireyê.

Tê da feyde heye ku mirov ji nêz va guherînên balkêş ên ku di polîtîkaya derva ya Misrê da di van 4 qenalan da hat dîtin binihêre.

- Pesnê Tirkiyeyê û hevdîtinên di navbera herdu aliyan da

Mistefa Medbuliyê Serokwezîrê Misrê di civîna Teşkîlata Heşt Welatên Pêş Dikevin (D-8) ya di 8ê nîsanê hat kirin da ji ber hewldanên di dema serokatiya heyamê ya Tirkiyeyê spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.

Piştî vê Çavuşoglu Wezîrê Karên Derva bi hemtayê xwe yê Misrî Şukrî ra bi têlefonê axivî û remezana wî pîroz kir.

Şukriyê Wezîrê Karên Derva yê Misrê jî di daxuyaniya xwe ya di 12ê nîsanê da diyar kir ku bi awayekî ku xizmetî berjewendiyên herdu welatan bike girîngiyê dide ku bi Tirkiyeyê ra diyalogê dayne.

Şukrî ragihand ku daxuhanî û jestên Tirkiyeyê yên di demên dawîn da tên teqdîrkirin.

Di çarçoveya geşedanên ku paşê qewimîn da di navbera heyetên bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Balyoz Sedat Onal û Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Misrê Balyoz Hemdî Sanad Loza da li Qahireyê di 5-6ê gulanê da hevdîtinên îstikşafî yên ku du rojan dewam kirin hatin kirin.

Di daxuyaniya di 6ê gulanê da ya Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê ev hatin gotin:

"Hevdîtin di atmosfereke semîmî û bi berfirehî hatin kirin. Di hevdîtinan da digel mijarên dualî di serî da rewşa li Lîbya, Sûriye û Iraqê li ser mijarên herêmî sekinîn, li ser hewcehiya li Rojhilatê Behra Spî pêkanîna aştî û ewlehiyê sekinîn.

Alî dê encamên vê tura îstişareyan binirxînin û qerara pêngavên paşê bidin."

- Normalkirina têkiliyên bi Qeterê ra hat lezandin

Di Lûtkeya Konseya Hevkaroya Kendavê ya 41emîn a ku d 5ê rêbendanê da li El-Uqaya bajarê Erebistana Siûdî hat kirin da hat eşkerekirin ku Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE), Behreyn û Misra ku bi sûcdarkirina "piştgiriyê dide komên terorê" bi qasî 3,5 salan dijî Qeterê ambargo tetbîq kir bi Dohayê ra têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji nû va tesîs kirin û ambargo hat rakirin.

Qahire û Doha piştî vê daxuyaniyê ji bo ku lihevnekirinên di navbera xwe da çareser bikin gelekî hewl dan û bi saya têkiliyên fermî yên dualî nîşan dan dixwazin ku têkiliyan ji nû va bidin destpêkirin û pirsgirêkan ji holê rakin.

Her wiha heyetên Misrî û Qeterî di 23yê sibatê da li Kuweytê der barê mekanîzmayên ji bo tetbîqkirina danezana Ulayê da hevdtin kirin û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bîn Ebdurehman Al Sanî jî piştî ku ambargoya dijî welatê wî hat rakirin di 3yê adarê da Misir ziyaret kir.

Wezîr Al Sanî di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi Şukriyê Wezîrê Karên Derva yê Misrê da got ku welatê wî û Misrî hewl didin ku têkiliyên germ ji nû va tesîs bikin.

Al Sanî herî dawîn di 25ê gulanê da Qahire ziyaret kir û bi hemtayê xwe yê Misrî Şukrî ra hevdîtin kir ku ji ber hewldanên wî yên li Xezeyê spasiya Misrê kir.

Al Sanî paşê bi Ebdulfetah es-Sîsiyê Serokomarê Misrê ra hevdîtin kir û nameya ku Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemed Al Sanî wî dawetî Dohayê dike teslîmê Sîsî kir.

- Misir li Lîbyayê ji Hefter dûr ket û nêzî hikûmeta meşrû bû

Misrê demeke dirêj li Lîbyayê bi awayekî eşkere piştgirî da Hefterê ku dijî Hikûmeta Mutebeqata Neteweyî ya ku di qada navneteweyî da meşrû ye şer dikir.

Piştgiriya Qahireyê ya ji bo Hefter negihaşt encamê, sûcdarkirinên dijî hêmanên ku li Lîbyayê wekî "terorîst" bi nav dikir û êrîşên asîmanî Misir nêzî hikûmeta meşrû bû.

Wezareta Karên Derva ya Misrê di 5ê sibatê da ji ber ku wekî Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê hat hilbijartin Ebdulhemîd Dîbeybe pîroz kir.

Serokomarê Misrê Sîsî jî di 13ê adarê da têlefonî Dîbeybe kir û ji ber ku hikûmetê dengê pêbaweriyê hilda ew pîroz kir û destnîşan kir welatê wî amade ye ku piştgiriyê bide Lîbyayê û tevî projeyên pêşketinê bibe.

Serokwezîrê Lîbyayê Dîbeybe jî bi qasî du hefteyan piştî ku dest bi peywirê kir wek ziyareta dervayî welêt ya ewil çû Qahireyê.

Ev têkilî pêşketina asta pêwendiya di navbera herdu welatan da, bi taybetî ji bo karkerên Misrî yên tê texmînkirin ku bi milyonan in vegerin Lîbyayê lihevkirinek e û ji bo Qahireyê potansiyela destkeftiyên aborî nîşan dide û piştgiriya mezina ji bo aboriya Misrê temsîl dike.

Serokwezîrê Misrê Mistefa Medbulî di 20ê nîsanê da bi 11 wezîran ra Lîbya ziyaret kir. Ev ji sala 2010an vir va ji Misrê di asta serokwezîr da ziyareta ewil a bo Lîbyayê bû.

Medbulî ziyaret wek "dîrokî" bi nav kir û bal kişand ser xebatên der barê vegera karkerên Misrî da.

Dîbeybe jî di daxuyaniyên xwe da vê guherîna li Misrê pîroz kir û behs kir ku di navbera herdu welatan da hevkariyeke nû çêbû û peymanên girîng hatin îmzekirin.

Di daxuyaniya hevpar a ku piştî ziyareta Lîbyayê ya Medbulî ji herdu welatan hat dayîn da hat ragihandin ku der barê kirina dewriyeyên sînor, avakirina cihên çavdêriyê, ji nû va destpêkirina seferên balafiran ên di navbera herdu welatan da û teşwîqkirina dan û sitandina aborî li hev kirin.

Serê meha gulanê Balyozê Trablusê yê Misrê Mihemed Serwet ji bo ku xebatên dîplomatîk ji nû va bide destpêkirin çû Trablusê û di 5ê gulanê da komîteya hevpar a konsolosiyê ya hevpar a Lîbya-Misrê li Qahireyê dest bi xebatê kir.

- Bêtir nêzbûna Hemasê û rola navbeynkariyê

Di serî da Xeta Xezeyê ya ku bi taybetî ji sala 2007an vir va ji hêla Hemasê va tê kontrolkirin piştî ku Îsraîlê li Filistînê bûyer geş kirin di navbera Misir û Hemasê da nêzbûnek hat îlankirin û ev yek balkêş bû.

Dema ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê dewam dikirin Sîsiyê Serokomarê Misrê eşkere kir ku ji bo ji nû va avakirina Xezeyê 500 milyon dolar tehsîs kiriye. Heniyeyê serokê Hemasê jî pesnê daxuyaniya Sîsî da.

Bi hewldanên Misrê di navbera Îsraîl û Misrê da di 21ê gulanê da agirbest hat pêkanîn. Piştî wê ji Misrê heyeteke ewlehiyê çû Xezeyê û di serî da birêvebirên Hemasê bi komên Filistînî û Îsraîlê ra mizakere hatin kirin.

Konvoya alîkariyê ya ku ji Misrê alîkarî dibir Filistînê ji Deriyê Sînor ê Refahê derbas bû û di 23yê gulanê da gihaşt Xezeyê.

Hazîm Qasimê Berdevkê Hemasê di daxuyaniya xwe ya di 25ê gulanê da diyar kir ku li ser daweta Misrê heyeteke bin serokatiya Heniye da ji bo ku li ser mijarên ji nû va avakirina Xezeyê û rawestandina êrîşên Îsraîlê hevdîtinê bike dê rojên pêş me da Qahireyê ziyaret bike.

Ev geşedan hemû nîşan didin ku Misir bêtir nêzî Hemasê bûye û dixwaze ku nifûza xwe ya li Xezeyê zêde bike. Ev yek jî kordînasyona bi Hemasê ra û têkiliyeke xurt pêwîst dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın