Nûçeyên analîzê

Biryara vekişînê ya Bûteflîqa û senaryoyên muhtemel

Li Cezaîrê pêvajoya ji îro şûnda û siberoja welêt dê bi destê ciwanên ku xwepêşandanên kuçeyan li dar dixin, pêkutiya wan a li qadan û bandora rejimê were diyarkirin.

Önder Beyter   | 12.03.2019
Biryara vekişînê ya Bûteflîqa û senaryoyên muhtemel

Istanbul

Welatê Cezaîrê ku bi pêşengtiya Barbaros Xeyredîn Paşa û Oruç Reîs va bi awayekî xwebexş bi dewleta Osmanî hat girêdan, di dewra dewleta Osmanî da bû ji baregehên herî girîng ên li Behra Spî ya Rojava û Afrîkaya Bakur. Herwiha Cezaîr di vê serdemê da ewqas xweser û bihêz bû ku bi serokê Amerîkayê ra peyman îmze kir. Parêzgeha Cezaîrê wê demê, ji bazirganiya çandinî û deryayê pareke mezin distand. Ji ber van sedeman Rojavajiyan di 1830î da ji erdên Ereban pêşiyê Cezayir kirin mêtîngeh. Cezaîrê di şerê rizgariya ji mêtîngeriya Fransayê da milyonek û nîv şehîd dabûn.

Cezaîra ku di 1962yan da serxwebûna xwe ragihand, polîtîkayeke serbixwe ya derva da ber xwe. Lêbelê di salên 1980yî da Fransa cardin li vî welatî bi hez bû. Di dawiya 1991ê da di ceribîna yekemîn a Bihara Erebî da ji ber kaos û derbeya eskerî, welêt tûşî şerekî navxweyî yê cidî bû. Di vê şerê navxweyî da 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, ku maliyeta vî şerî ya siyasî, aborî û însanî jî pir xedar û giran bû. Di vê serdema ku wekî "El uşriyet el sewda" (deh salên reş) tê binavkirin da Ebdulezîz Bûteflîqa, ji bo çareserkirina vê kaosê, hevsengiya sivîl-esker raçav kir û desthelat hilda ser milê xwe. Bûteflîqa di salên 2000î da gavên wisa avêtin ku pê aştiya civakî û îstarar edilî û welêt jî pêş ket. Lêbelê di van 10 salên dawîn da Cezayir hema bêje ji cihê xwe neleqiya û herwiha di qada navneteweyî da jî hebûneke berbiçav nîşan neda.

Bayê Bihara Erebî ku di dawiya sala 2010an da dest pê kir, Cezaîr zêde neda li ber xwe. Ji ber ku berdêla şerê navxweyî yê salên 1990î da hê jî di bîra gel da zindî bû. Ji xeynî vê, Cezayir ku di warê neft û xaza siruştî da welatekî dewlemend e, bi alîkariya ku dide gel va hinekî rê li pêşiya bertek û nerazîbûnê girt. Di vê navberê da serok Bûteflîqa sozê reformên siyasî û aborî dabûn, lêbelê digel ku di ser ra gelek wext darbas bû, sozên xwe neanîn cih an jî nikaribû bîne cih. Ji aliyekî kaltiya Bûteflîqa, ji aliyekî din va jî hikûmetên ku nexwestin di polîtîkaya navxweyî da berpirsiyariyê hildin stûyê xwe, bûn sedem, kêşe û pirsgirêkên ku bi ser hev da kom bûbûn, çareser nebin. Ligel vê yekê, Bûteflîqa di hilbijartinên 2014an da, ku ji îro zêde ne cuda ye, da hatibû hilbijartin.

Bûteflîqa û hikûmeta wî ku di maweya peywira wî ya dawîn da hema tu bêje qet xuyanî nekir, di gelek mijarên polîtîkaya navxweyî û derva da naqis ma. Vê axiriyê ji ber şikestina bihayê neft û xazê, budce û aboriya welêt derbe xwar, hejarî û betalî zêde bû. Li Cezaîrê ku ji aliyê erdnîgariyê va mezin e û ji sisêyan yekê nifûsê wê di bin 30 saliyê da ye, şûna serokê ku li qadan pejna wî nayê û xwe nade nîşan, ew daxwaza gel a serok û hikûmeteke berpirsyar zêdetir bû. Lêbelê Bûteflîqa xwest ku cara pêncemîn jî bibe serok ku vê yekê jî kir ku bertek û liveke civakî rû bide û vegerîne protesto û xwepêşandanan.

Piştî geşbûna xwepêşandan û protestoyan, derket holê ku hêzên rejimê guhertinê naxwazin û herwiha di bernameya hêzên rejimê da polîtîkayeke nû tuneye û ji xwe fikreke wan jî tuneye bê ka çareserî çi ye. Ji ber ku, piştî ku xwepêşandan geş û gur bûn, bi zarê nûnerê xwe Bûteflîqa got ku ew ê ji bo serdema pêncemîn bibe namzed, lêbelê heger were hilbijartin, ew ê salekî peywirê bike û dû ra pergala siyasî biguherîne. Lêbelê vê daxuyaniyê berteka gel netemirand, ji ber ku gel îhtimala wê yekê nabîne ku di pergala kevn da dê guhertin çêbe.

Statukoya mewcûd ku 15, 20 sal berê derket holê, pêkutiyê dike ku Bûtelfîqa dîsa bike namzed. Sedemê vê yekê jî ew e ku nikare bersivê bide pêwîstiyên çîna navînî û sektora şuxil ku nû derketine ortê. Heta meriv dikare bifikire ku komên bijarte jî di nava xwe da bi hevdu nakin. Gef û gura xwepêşandanên girseyên mezin jî gava li vê yekê zêde bû, muwazeneya pergala siyasî ya Cezaîrê serûbinî bû û nikare pêvajoyeke nû jî bide destpêkirin ku dê kelekel û hêrsa gel dayne. Pergala berê ku li ser mihwera Fransayê ye, di vê pêvajoyê da bi guhertinên kurewî û herêmî (Bihara Erebî, Çîn, Amerîka û Tirkiye) ra li hevdu nake.

Duh (11ê adarê) di daxuyaniya ku li ser navê Bûteflîqa hat dayîn da hat ragihandin ku ew ê ji bo serdema pêncemîn nebe namzed, hilbijartin hatin paşdaxistin û piştî îstifaya serokwezîr Uyahya, hikûmeteke teknokrat dê were damezirandin. Herwiha hat destnîşankirin, Bûteflîqayê ku Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Nuredîn Bedewî wekî serokwezîr tayîn kir, dê bi ekîba xwe ra dewam bike û dê heya hilbijartinan li îqtidarê bimîne û herwiha dê kongreya serbixwe ya hilbijartinê damezirîne. Lêbelê di pratîkê da tu ferqeke vê daxuyaniyê, ji daxuyaniya berê tuneye. Ji ber ku dibe ku ev pêvajo bêyî meşrûiyeta destûrî şeş meh an jî salekî bajo. Li Cezaîrê pêvajoya ji îro şûnda û siberoja welêt dê bi destê ciwanên ku xwepêşandanên kuçeyan li dar dixin, pêkutiya wan a li qadan û bandora rejimê were diyarkirin.

Geşedanên li Cezaîrê herçiqas di rojeva dinyayê da madeya yekemîn nebe jî lêbelê li ser asta xumalî û herêmî gelekî girîng in. Lewra welatê ku erdnîgariyeke wê ye zehf berfireh heye, ligel neft û xaza siruştî, di warê zêr û uranyumê da jî pir dewlemend e û xwedî çavkaniyên girîng e. Ev welat bi van xusûsiyetên xwe bala gelek lobî û veberhênanên biyanî dikişîne û ji ber vê çendê jî li ber demokratîkbûn û serxwebûna vî welatî, muqameweteke qewîn heye. Heger Cezayir bi awayekî rast û ne derew demokratîk bibe, ev yek dê tesîrê li herêmê jî bike. Di meseleya Filistînê da helwesta zelal a Cezayirê ya li hemberî rêveberiya dagirkeriyê, dê seba aştî û îstiqrara Behra Spî ya Rojava û Afrîkaya Bakur jî girîng be. Gotina dawîn, siberoja demokrasiya welêt bi şêwezarê rengvedana xwepêşandanên kolanan û helwesta hêzên rûniştî va girêdayî ye.

[Prof. Dr. Ahmet Uysal, serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) e]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.