Nûçeyên analîzê

Bi hemleya rasyonel a Misrê va dibe ku li Rojhilatê Behra Spî hevkêşeyên nû çêbibin

Tirkiye bi taybetî tîne ziman û dibêje ku ji bo çareserkirina gelemşeya li Rojhilatê Behra Spî lazim e welatên berlêvê bên bal hev bi heqaniyet tevbigerin û gorî rê û rêzikên hiqûqa navneteweyî jî mijarê çareser bikin

Abdullah Tel,Elif Irmak,Nihat Kavşut,Haydar Şahin   | 05.03.2021
Bi hemleya rasyonel a Misrê va dibe ku li Rojhilatê Behra Spî hevkêşeyên nû çêbibin

Istanbul

 ÎLHAN SAGSEN - Her rûdana li Rojhilatê Behra Spî diqewime him rojevê û him jî siyaseta li herêmê diguherîne û vê yekê didomîne. Di vê çarçoveyê da ji welatên berlêvê (Sînorê wan bi keviya Behra Spî ra heye) Misrê ji bo lêkolînkirina çavkaniyên vejenê îhaleyek da û rojhilatê merîdyena 28emînê jî wek qada xebatê nîşan da. Li ser vê hemleya Misrê Tirkiyeyê jî ragihand ku Misrê rêzê nîşanî qada xwe ya di nav behrê da daye û ev yek wisa nirxand. Di vê mijarê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got: "Wek du welatên ku li Rojhilatê Behra Spî xwedî sînorên herî dirêj in li gor têkîliyên xwe dibe ku em di mijara qada rayeya di behrê da bi Misrê ra biaxivin û di pêşerojê da jî dibe di nav xwe da peymanekî mohr bikin." Wezîr Çavuşoglu bi van hevokên xwe ji bo guherînekê derî vekirî hiştibû.

Ev rudana dawîn a li Rojhilatê Behra Spî ya him ji ber çavkaniyên xwe yên vejenê û him jî ji ber jeopolîtîka xwe her tim di rojevê da ye ji bo Tirkiye û Misrê dibe ku encamên nû yên xêrê bi xwe ra bîne. Tirkiye ji bo rastiya doza xwe ya tîne ziman di rojevê da bigire dibe xwedî heq û ev gotin jî xelet nîne. Careke din hat fehmkirin ku tune hesibandina Tirkiyeyê û li gor wê gav avêtin mimkun nîne. Dema meriv qala vê yekê bike dikare bibêje ku ew qada îhaleyê ya Misrê kifş kiriye herçiqas bi hincetên siyasî û aborî yên wek East-Medê bên binavkirin jî ev yek nîşan dide ku Tirkiye li herêma Rojhilatê Behra Spî ji welatên xwedî sînorê herî dirêj e bi polîtîkaya xwe ya meşand va ji muxatabên sereke yên li herêmê yek e û ev yek tê dîtin.

- Berjewendiya Misrê di lihevkirina bi Tirkiyeyê ra ye

Ji xeynî van tiştan gavekî wiha û yên bi vî rengî ji bona Tirkiyeyê û pêwendiyên dewletên din yên herêmê asayî bibin dibe ku wek firsendekê bê nirxandin. Gava li gor pêşhateyên Tirkiyeyê yên li Rojhilatê Behra Spî bifikirin, di navbera Tirkiye û Misra ku li herêmê peravên wan yên behrê herî dirêj in da çêkirina peymaneke sînordarkirina qadên rayeya behrê li herêmê wê rê li ber hewldanên kêfî û dijî hiqûqa navneteweyî yên Yewnanistan û Rêvebiriya Rûman ya Qibrîsa Başûr bigire, rageşiyê kêm bike û bi Îsraîla ku li herêmê di rewşeke krîtîk da ye bingeha peymanekê çêke. Di rewşeke wiha da ji bona Tirkiyeyê encameke din jî ew e ku heger Îsraîl û Misir çavkaniyê vejenê yên heyî û yên bên dîtin ji bona bi awayekî ewledar û zûtir bigihînin Ewropayê, Tirkiye dikare ji bona peymanan rewşeke maqûl çêke ku ji ser Tirkiyeyê da bên şandin. Gava li gor Misrê jî rewş bê nirxandin helwesteke wiha wê rewşeke pêbaweriyê çêke û ji bona pêwendiyên du dewletên ku li Rojhilatê Behra Spî peravên wan yên behrê herî dirêj in asayî bibin bibe derfet. Di çapemeniya Yewnanistanê da jî ev mijar wekî "Vê terciha Misrê her çiqas mîna pêwendiyên Tirkiye û Misrê baş dibin neyê nirxandin jî terciheke bi zanatî ye ku Qahire ji bona hevdîtinên di pêşerojê da bên kirin derî vekirî dihêle,"[1] hat şîrovekirin û balê kişandin ser îhtimala asayîbûn pêwendiyan.

Piştî ku Misrê di îhaleya hîdrokarbonê da li gor sînorên qada parzemînê ya Tirkiyeyê bi baldarî hereket kir, meriv dikare wisa şîrove bike ku Misir dixwaze bi Tirkiyeyê ra peymaneke sînordarkirina qadên rayeya behrê îmze bike û ev jî li gor berjewendiyên wê yên li herêmê ne. Bi peymaneke wiha wê rewşeke ewledar derkeve û pêwendî pêşva herin û ne tenê li Rojhilatê Behra Sipî dê feydeyê bide herdu dewletan ku rê li ber îhtimala hevkariyên di gelek waran da veke. Feydeya peymaneke dibe ku Tirkiye û Misir ji bo Behra Sipî ya Rojhilat îmze bikin ew ku Tirkiyeyê rayeya ji ber peymana Misrê bi Yewnanistan û QBQRyê ra îmze kiribû da der dîsa bi dest bixe û rayeya rastî û meşrû ya ji hiqûqa navneteweyî qezenc dike li Behra Spî ya Rojhilat pêk bîne. Encameke pozîtîf ya peymana were çêkirin jî ew e ku Misra hetanî niha li qadê bi rastî çavkaniya vejenê dît ji bo vejenê îxracî Rojavayê bike ew ê îmkanê bibîne ku bi Tirkiyeyê ra li hev bike.

- Beşera aliyê Yewnanistanê xirab bû

Feyde heye ku ji hêla Yewnanistan û Fransayê jî li geşedanên dawîn mêze bikin. Di vê çarçoveyê da di 6ê tebaxa 2020î da ji bo peymana sînor a Tirkiye-Lîbyayê berteref bikin Yewnanistan û Misrê peymana sînordarkirina qada rayeya behrê îmze kirin.Yewnanistanê hewl da bû ku ji Girava Meîsê pê va sînor xêz bike Misr li dijî vê derketibû û bi vî awayî Yewnanistanê ji têza dibêje "qada giravan heye" dev berdabû û beşera wê xirab bibû. Îro jî dema li çapemeniya Yewnanistanê mêze dikin tê dîtin ku biryara îhaleyê ya Misrê li Yewnanistanê bûye sedema aciziyê.

Muxtiraya mutebeqata Tirkiye û Lîbyayê di 27ê mijdara 2019an da îmze kiribûn ya sînordarkirina qada rayeyê ya behrê ji xwe derbeyeke mezin li îdiayên Yewnanistanê yên ber bi girava Qibrisê û polîtîkayên wan ên li ser herêmê xistibû. Niha jî hem helwesta Misrê ya ji bo girava Meîsê hem jî biryara îhaleyê ya dawîn nîşan didin ku Yewnanistanê li herêmê zêdetir kontrolê bide der. Misrê dema îhaleya hîdrokarbonê vekir bala xwe da ser sînorê qada Tirkiyeyê û wisa tevgeriya, ji ber vê welatê ku beşera wê xirab bibe poltîkayên wê yên herêmê xirab bibe jî Fransa ye. Bi taybetî piştî vê atmosfera erênî ya derket holê peymaneke sînordarkirina qadên rayeya behrê ya muhtemel a dibe ku di navbera Tirkiye û Misrê da bê îmzekirin ji bo polîtîkaya dijberê Tirkiyeyê ya ku Fransa hewl dide ku bi Yewnanistanê ra tetbîq bike dê bibe astengeke mezin. Ji ber ku dê mafdariya tezên Tirkiyeya ku ji hêla hin aliyên di nav YEyê da her dem bi îxlalkirina hiqûqa navneteweyî tê sûcdarkirin derxîne holê û qada bandorê ya ku Fransa hewl dide li herêmê ava bike qels bike.Ev mijar di nav Yekîtiya Ewropayê (YE) da ji bo Fransaya ku her tim hemberî Almanyayê îtibara wê kêm dibe tenê nebe sedem ku li Rojhilatê Behra Spî qada bandorê ji destê wê derkeve, dê di heman demê da jî bê wê wateyê ku bandora wê ya li Afrîkaya Bakur jî piçek din kêm bibe.

Wek encam peymaneke sînordarkirina qadên rayeya behrê ya muhtemel a di navbera Tirkiye û Misrê da dê ji bo nîşan bide ku dahatûya herêmê tenê bi teserûfa welatên herêmê dikare bê diyarkirin jî girîng be. Ev geşedan dibe ku piştgiriyê bidê ku atmosfera ewlehiyê ya di navbera welatên herêmê da zêde bibe û bibe sedem ku derfetên hevkariyên din jî derkevin holê. Di vê çarçoveyê da wekî ku Tirkiyeyê çendî caran diyar kir îxtilafên li Rojhilatê Behra Spî di çarçoveya rêgezên hiqûqa navneteweyî da li gor heqaniyetê bên çareserkirin û ji bo vê jî divê welatên peravên wan hene bên bal hev. Îhaleya hîdrokarbonê ya ku Misrê sînorên peravên meşrû yên Tirkiyeyê jî da pêş çav û kir jî li herêmê bû geşedaneke ku dê piştgiriyê bide çareseriyê.

[Hîndekarê Dr. Îlhan Sagsen di Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Fakulteya Zanistên Îdarî û Îqtisadî ya Zanîngeha Bolu Abant Îzzet Baysalê da xebatên xwe yên di warê vejen û jeopolîtîka vajenê da xebatên xwe didomîne.]







Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın