Nûçeyên analîzê

Bîlanço û gavên li hemberî terora PKKyê

Doç. Dr. Hüseyin Alptekin   | 14.06.2022
Bîlanço û gavên li hemberî terora PKKyê

Istanbul

Doç. Dr. Huseyîn Alptekîn, Têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî terorê bo AA Analîzê nivîsî.

***

Tirkiyeyê di salên dawîn da di têkoşîna li dijî terorê da serfiraziyeke baş bi dest xist. Tesîra terorê ji rojavayê welêt bigir heta rojhilat seranserê welêt hat jêbirin. Herêmên di salên berê da ji ber rêxistina terorê kes nikaribû bikevê îro ji bo spor, ger û geşta welatiyan û turîzmê vekirî ne û bûne herêmên ewle. Stratejiya Tirkiyeyê ya di têkoşîna li dijî terorê da mirov dikare di bin di sernavên wek ewlehî û polîtîkayên civakî da lêkolîn bike.

- Stratejiya ewlehiya sînor a defansîf

Di têkoşîna li dijî PKKya rêxistina terorê da ya ewil derdikeve pêş stratejiya ewlehiyê ye û ewlehiya sînor derdixe pêş. Du merhele yek jê ewlehiya sînor parastin (defansîf) û ya din jî biserdagirtin (ofansîf) ev pergal tên sepandin. Di stratejiya ewlehiya sînor a defansîf da 3 enstruman hene ji wan yek kalekol in ya din ÎHA/SÎHAne û ya dawîn jî qayimên li şaredariyan hatine wezîfedarkirin.

Kalekolên di sala 2008an da çêkirina wan dest pê kir û awayek zexim li deverên bilind hatine çêkirin di parastina ewlehiya sînor da merheleya ewil e ku derdikeve pêş. PKKya rêxistina terorê bi saya kalekolan nikare êdî êrîşan bike.

Di parastina ewlehiya sînor da merheleya duyemîn jî balafirên hewayî yên bêmirov û balafirên çekdarî yên bêmirov in ku ew xwedî merîfeta çavdêrî û parastinê ne. Rê li piraniya derbasbûnên PKKya rêxistina terorê ya ji ser sînor girtine.

Enstrumana sêyemîn jî ew e ku qayim hatin wezîfedarkirin. Şaredariyên li ser navê rêxistina terorê kar û bar dikirin, alîkarî didan û ji rêxistina terorê ra endam temîn dikirin û tevlî wan dikirin û li wan şaredariyan qayiman dest bi kar kir. Bi saya vê PKKya rêxistina terorê li nav welêt nikare gav biavêje û çalakiyên wan ên li nav sînorên me jî gelek kêm bûn.

- Stratejiya ewlekariya sînor a ofansîf

Meriv dikare stratejiya ewlekariya sînor a ofansîf a Tirkiyeyê wekî "midaxeleyên astengker" bi nav bike ku armanca wê, jinavbirina çavkaniya terorê ye. Midaxeleyên astengker bi piranî bi 2 rêyan tên kirin; (i) bi herekatên eskerî yên li dervayî sînor va li Sûriye û Iraqê li ciyên di kontrola rêxistina terorê PKKyê da avakirina herêmên ewle, (ii) operasyonên hesas ên dijî kadroya serkirdeyên rêxistinê yên bi SÎHAyan.

Tirkiyeyê ji 1980yan vir va li Iraqê rêzeherekatên dervayî sînor pêk anîne. Di herekatên berê da unsûrên asîmanî û bejayî bi awayekî çalak hatine emilandin, derbeyên giran li hebûna PKKyê ya li qadê hatiye xistin. Lêbelê armanc û çarçoveya herekatên dervayî sînor ên piştî 2016an guheriye. Herekatên dervayî sînor êdî ne wekî derbelêxistinê, lêbelê wekî stratejiyeke entegre û demdirêj tên meşandin.

LI herêmên ku herekat tên kirin, tunel û şikeftên terorîstan tên bidestxistin, rê li wê yekê tê girtin ku terorîst careke din li van deran nesitirin, qereqolên li ciyên dûr tên çêkirin ku teror ji dervayî sînor derbas hundir nebe.

Li vir tişta ku divê were balkişandin ew e ku ji 24ê Tebaxa 2016an a Herekata Mertalê Feratê ya dijî rêxistina terorê DEAŞê bigire heta Operasyona Pençe-Kilîtê ya dijî rêxistina terorê PKKyê, gelek herekat hatin kirin û bi saya van herekatan va Hêzên Çekdarên Tirk ew kapasîte bi dest xistin ku qadê di bin kontrola xwe da bigirin.

Armanca operasyonên ku bi kordîneya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û Artêşa Tirkiyeyê tên kirin, berterefkirina kadroya rêvebir a rêxistinê ye û ev operasyon jî perçeyeke giring a stratejiya ewlehiyê ya ofansîf a Tirkiyeyê ye. Bi operasyonan va rêxistina terorê bê serkirde dimîne, kadroya pêşeng a bitecrube ku bi yekeyên îstixbaratan ên welatên derdorê û rêxistinên cuda ra têkildar in, tên tesfiyekirin.

Ji qaşo rêvebirên PKKya rêxistina terorê Îsmaîl Ozden di 2018an da, Beraat Afşîn di 2019an da, Xalide Tari di 2020î da, Xalef El Mihemedê ku bi navê Sofî Nûredîn tê naskirin û Selman Bozkir di 2021ê da û Mehmet Erdogan di 2022yê da hatin berterefkirin. Li herêmên wekî Mexmûr û Qendîlê hinek 150 kîlomêtre di hundir da bi operasyonan hatin berterefkirin. Ev jî pêşketina îstixbarata dervayî welêt nîşan dide.

- Polîtîkayên civakî

Tirkiyeyê di têkoşîna terorê da kapasîteya xwe ya eskerî îsbat kiriye. Vê kapasîteyê PKKya rêxistina terorê kiriye pozîsyona xweparastinê. Ne tenê li nava welêt, li dervayî welêt jî rêxistin ji gelek herêman vekişiya û nikare bilipite. Lêbelê bi qasî têkoşîna terorê ya çekdar, polîtîkayên civakî jî bi qasî têkoşîna çekdar giring e.

Ji van polîtakên civakî ya ewil; bi helwesteke ku bingeha wê li ser heqiyê ye va çareserkirina mexdûrbûn û mehrûmbûnê ye ku welatiyên Kurd hîs dikin. Bi taybetî bi serenavên weşangeriya Kurdî û hîndekariya Kurdî va maf hatin teslîmkirin, êdî li Tirkiyeyê zimanê Kurdî û nasnameya Kurdan ne wekî tehdîd, wekî dewlemendiyeke çandî tê qebûlkirin. Li herêmê veberhênanên binesaziyê û veberhênanên ser rûyê erdê hatin kirin, li herêmê asayîş hat peydakirin, sanayî û turîzm pêş ket, aktivîteyên çandinî zêde bûn, li ser navê normalîzebûnê pêşketinên giring tên bidestxistin. Wekî encama van polîtîkayan di navbera welatiyan û dewletê da pêbawerî saz bû, sazbûna pêbaweriyê teşwîq kir ku ji 1000 rojî zêdetir e dayikên Diyarbekirê nobeta ewladên xwe didomînin.

- Dayikên Diyarbekirê

Nobeda dayikên Diyarbekirê ya ji 3yê Îlona 2019 an vir va dewam dike belavî Wan, Hekarî, Şirnex û Mûşê jî bûye û hejmara malbatên beşdarî nobetê bûne derketiye 300î. Heta îro 35 zarokên dayikên Diyarbekirê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn. Zarokên teslîm bûn ji bo endamên rêxistinê yên ku malbatên wan beşdarî nobetê nebûne jî bû sedema hesta wêrekiyê. Di 2021ê da ji 200î zêdetir terorîst teslîm bûn. Dayikên Diyarbekirê dîwarê tirsê ya ku rêxistina terorê li herêmê 40 sal e ava kiriye hilweşandin, wisa roleke giring lîstin ku beşdariya rêxistinê hema bibêje sekiniye.

Stratejiya terorê ya bi eskerî û civakî dimeşe îro tesîra PKKya rêxistina terorê li gelek herêmên di nav welêt û dervayî welêt da kêm kiriye. Ev serkeftina dijî terorê rê li ber sûcên qaçaxçîtiya mirovan û hişbirê jî girtiye û li herêmê û tevahita welêt tesîr li ser rewşa aramiyê kiriye. Ev stratejiya dijî terorê heke bê meşandin, PKKya rêxistina terorê wê roj bi roj bihele. Di dawiyê da rêxistinê tevahî ji holê rabe. Ji bo ew li Sûriye û Iraqê bi serbestî tevnegere divê aktorên navneteweyî yên piştgiriya aborî, îstixbarat û çekan didin û xwe ji operasyonan parastinê fêrî wan dikin jî êdî piştgiriyê nedin. Ji ber vê, ne tenê li Sûriye û Iraqê divê li paytextên Rojavayê da jî hebûna rêxistinê ji holê bê rakirin. Di van rojên dawîn da tevgera Tirkiyeyê ya li hemberî serlêdana endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê tevgereke dîplomatîk a giring e ku piştgirya navneteweyî ya PKKya rêxistina terorê dawî bibe.

***

[Doç. Dr. Huseyin Alptekîn, Zanîngeha Îstanbul Medîpolê, Beşa Rêvebiriya Kamuyê û Zanista Siyasetê]

*Nêrînên di gotarê da yên nivîskar in û dibe ku ne li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.