Nûçeyên analîzê

Welatên Ereban li Sûriyeyê têkiliyên xwe yên bi rejima Esed ra normalîze dikin

Ehssan Alsharıf, Ekrem Biçeroğlu, Zeynep Hilal Karyağdı Duran   | 28.09.2021
 Welatên Ereban li Sûriyeyê têkiliyên xwe yên bi rejima Esed ra normalîze dikin

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Di demên dawîn da hin welatên Ereban bi rejima Beşar Esed a ku îhtimalê nadin ku ewê têk biçe ra têkiliyên xwe baştir dikin û hewl didin berjewendiyên xwe biparêzin.

Yekîtiya Ereban di 12ê Cotmeha 2011an da endamtiya Sûriyeyê da rawestandin û bangî rejima Esed kir ku heta ew sivîlan neparêze ewê ji Şamê vekişin.

Dema li Sûriyeyê şoreşê bi çalakiyên aştiyane dest pê kir û hêzên rejima Esed polîtîkayên kuştin, girtin û zextê dan destpêkirin ji sala 2011an vir va welatên Ereb jî piştgiriya siyasî, malî û çekan dan mixalifên Sûriyeyî.

Di nav welatên endam da niha nîqaş tên kirin, ji ber têkiliyên normal ên bi rejima Sûriyeyê ra çêdibin û mijara îadekirina endamtiya Sûriyeyê jê hinek aciz dibin.

Yekîtiya Ereban her çiqas endamtiya Sûriyeyê dabe rawestandin jî rejima Esed ji hêla siyasî va tevahî tenê nema.

Li Sûriyeyê şer 10 salan dewam kir û hê jî îstiqrara navxweyî tune, rewşa jiyanê ne baş e. Rejima Esed hewl dide bi piştgiriya mitefîqên xwe yên wek Rûsya, Îran û Iraqê ji vê rewşa siyasî ya ku dibe sedema qeyrana aboriyê û civakî xelas bibe.

Gelek welatên Afrîkaya Bakur têkiliyên xwe yên bi rejimê ra qût nekirin. Welatên wek Umman, Iraq û Misirê jî di şerê Sûriyeyê da bêalî tevgeriyan û deriyên xwe ji rejimê ra vekirî hiştin.

Ewil şervanên Şiî yên Libnanî, Iraqî, Efxan û Îranî yên girêdayî Parêzvanên Şoreşa Îranê beşdarî şerê li Sûriyeyê bûn. Paşê jî di 2015an da Rûsyayê midaxeleyî şer kir û ev bûn sedem ku rejima Esed têk neçe û ji hêla eskerî va xurt bimîne.

Hin kes xwedî wê qinaetê ne li Sûriyeya bi salan e şerê navxweyî dewam dike piştî têkoşîna bi xwîn û xirab ku muxalif ji der û dora paytext Şamê û bajarê Derayê vekişîn ev jî ji sala 2018an vir va bi kêrî rejima Esed û alîgirên wî hat lê ji hêla eskerî va mimkun xuya nake ku wê rejim têk biçe.

Qasî xuya dike gelek welatên Ereb jî ji ber ku ev rastiya zû ferq kirin wisa fikirîn ku bi rejima serdest a Şamê ra têkilî domandin wê bi kêrî wan bê asayîbûna bi rejimê ra wê bi kêrî berjewendiyên wan bê.

Di tevgerên welatên Ereb da guherîna herî mezin di serê sala 2017an da hat dîtin. Di serê sala 2017an da muxalifên Sûriyeyî di têkoşîna Helebê da, di sala 2018an da li Şam der û dora wê û Derayê di şer da têk çûn û çekên xwe teslîmî rejimê kirin û Artêşa Sûriyeya Azad û hin komên din ên ku hinek herêmên li bakurê Sûriyeyê di bin kontrola wan da bûn jî vekişînê qebûl kiribûn û ev guherîn ji ber van yekan çêbûn.

Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Behreynê di sawiya sala 2018an da balyozxaneyên xwe yên li Şamê di asta meslehetguzariyê da ji nû va vekirin. Di cotmeha sala 2020î da jî Ummanê Balyozê xwe yê Şamê ji nû va şand û di nav welatên Bendavê da bû welatê ewil ê ku di asta balyoz da nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Sûriyeyê vekir.

Erebistana Siûdî jî bi Sûriyeyê ra têkilî danî

Erebistana Siûdî jî di Tebaxa 2011an da gazî Balyozê xwe yê Şamê kiribû û di Adara 2012an da jî Balyozxaneya xwe girtibû û ragihadin ku wan hemû xebatkar û dîplomatên xwe ji Sûriyeyê derxistin.

Li gor nûçeyên di çapemeniyê da cî digirin Erebistana Siûdî jî di demên dawîn da ji bo bi Sûriyeyê ra têkiliyê dayne deriyên xwe vekirî dihêle.

Li Sûriyeyê Wezîrê Turîzmê yê rejima Esed Mihemed Ramî Ridwan Martînî adara borî li Riyadê beşdarî konferansekê bû û bû peywirdarê payebilind ê Sûriyeyî ku ji sala 2011an vir va Erebistana Siûdî cara ewil ziyaret kir.

Meha gulanê jî Serokê Îstixbarata Erebistana Siûdî Xalid el-Humeydan, Şam ziyaret kir, digel Beşar Esed û Serokê Buroya Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyeyê Elî Memlûk hat cem hev ku bi vî yekê va rêya peywendiya rasterast vekir.

Helwesta fermî ya Erebistana Siûdî hê jî ew e ku ji bo bidawîbûna şer divê di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî da çareseriya siyasî pêk were.

- Peywendiyên digel Urdinê nerm dibin

Wezîrê Parastinê yê rejima Esed Elî Ebdullah Eyyûb çend roj berê Urdin ziyaret kir.

Di ziyareta ku ji sala 2011an vir va cara ewil pêk hat da Wezîrê Sûriyeyî digel Sererkanê Urdinî Yûsif el-Huneytî hat cem hev û li ser ewlekariya sînorên herdu welatan rawestiyan. Di hevdîtinê da hat diyarkirin, kordînasyon û îstişareya di hemû warên hevbeş da didome.

Ji sala 2011an a ku li Sûriyeyê bûyeran dest pê kir û vir va peywendiyên sar ên Urdin û rejima Esed bi gavên dualî yên vê dawiyê va hinekî germ bû.

Urdinê îzin da ku tevî xaza siruştî ya Misrê û alîkariya ceyranê ya Urdinê derbasî Sûriyeyê bibe û ji wir jî biçe Libnanê.

- Rejima Esed dixwaze ji ser Iraqê ra entegre bibe

Digel van rêveberiya Şamê dixwaze ji ser Iraqê ra xwe entegreyî alema Ereb bike û di vî warî da gavan diavêje.

Heke zextên Fransa û Tirkiyeyê nebûya, Iraqê dixwest ku rejima Esed dewetî Konferansa Tevkarî û Şirîkatiyê ya ku di meha tebaxa çûyî da li Bexdayê hat lidarxistin, bike.

Rejima Sûriyeyê dixwaze li ser Libnanê ra jî gavan bavêje. Li Libnanê beriya ku hikûmeta Necîb Mîqatî ava bibe, cara ewil ji Libnanê heyeteke fermî Şam ziyaret kir. Lewra navbera Şamê û hikûmetê xweş e û têkiliyên wan ji salên dûr û dirêj tên.

Tenê hikûmeta Qeterê li dijî wê yekê ye ku bi rejima Sûriyeyê ra têkilî normal bibin û vê jî eşkere dibêje.

- Welatên Ereban di rêya normalîzebûnê da ne

Di salên dawîn da hin welatên Ereb bi Şamê ra têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji nû va verast kirin.

Hin welatên Ewropayê yên wekî Yewnanistan, Îtalya, Îspanya, Romanya û Çekyayê jî dibêjin niyeta wan heye ku li Şamê balyozxaneyên xwe ji nû va vekin.

Li ser rejima Sûriyeyê ambargoyên Yekîtiya Ewropayê (YE) û Amerîkayê dewam dike. Her wiha Yekîtiya Ereban jî endamtiya Sûriyeyê rawestandiye. Ji ber vê helwesta Yekîtiya Ereban û ji ber nebûna helwesteke hevpar, dibe ku li ber normalbûna têkiliyên navbera welatên Ereb û Şamê da astengiyê derxe.

Heke navbera welatên Ereb û Sûriyeyê normal bibe, meşruiyeta rejima Esed wê xurt bibe.

Amerîka û welatên YEyê ji bo ku şerê Sûriyeyê bi rêya siyasetê çareser bibe, hê zextê dide ser rejima Esed ku guh bide biryarên NYê û civînên Cenevreyê.

Lêbelê rejim bi navbeynkariya turên mizakereyan ên di çavdêriya NYyê da li Cenevreyê tên kirin va teqdîqa derengxistinê bi kar tîne. Rejim hewl dide li hemû erdê Sûriyeyê desthilatdar be, îstiqrarê pêk bîne ku bajarên ji sala 2011an vir da hatin xirabkirin ji nû va ava bike jî bi welatên Ereban ra têkiliyê bide destpêkirin da ku meşrûiyetê bi dest bixe.

- Di pêvajoya Şamê da tesîra Amerîkayê

Joe Bîden bû Serokê Amerîkayê û difikirin ku guherîna stratejiya welatên Ereban jî ji ber vê ye.

Di mojara normalbûnê da bi taybetî berjevendiyên Libnan û Urdina welatên cînarê Sûriyeyê yên jeopolîtîk û aboriyê hene da ku penaberên li welatên wan bi ewlehî vegerin welatê xwe.

Ji ber ku Amerîkayêû welatên kendavê alîkariya didan Urdinê kêm kirin û li welêt ji ber Kovîd-19ê krîza aboriyê derket jî rêveberiya Ammanê ji bo hêzdarkirina aboriyê ji nû va deriyê sînorê xwe yê Sûriyeyê vekiribû.

Piraniya welatên Ereban ên têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê ra normal dikin bawer dikin ku rejimê herêmên girîng ên welêt hilde kontrola xwe, li van deran ewlekarî û îstiqrarê pêk bîne lêbelê ev jî ji rastiyê dûr e.

Xêncî vê, daneyên nîşan bidin ku koalisyona rejima Sûriyeyê û Îranê xirab dibe tunin, di vî warî da daxwaz û îradeyeke siyasî jî tune, ligel vê MYE û Behreyn û hin welatên din dibêjin ku bi rejima Esed ra têkiliyan normal bikin û Erebbûna Sûriyeyê dîsa derxin pêş hêza Îranê ya li Sûriyeyê ew ê kêm bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın