Nûçeyên analîzê

Tesîra ziyareta Tehranê ya li ser operasyona li Sûriyeyê

Dr. Hakkı Uygur   | 21.07.2022
 Tesîra ziyareta Tehranê ya li ser operasyona li Sûriyeyê

Istanbul

Dr. Hakki Uygur ziyareta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li Tehranê di çarçoveya operasyona Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê da ji bo AA Analîzê nirxand.

***

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ziyareta xwe ya Tehranê ya ku demeke taloq kiribû di 19ê Tîrmehê da kir. Ji ber sedemên teknîkî ziyaret çend caran hatibû taloqkirin, lê dihat zanîn ku piştî ziyaretên payebilind ên Îsraîl û Erebistana Siûdî yên ji bo Enqereyê ew ê bê kirin.

Di hevtînên bi Îranê da pirsgirêkên aborî, bazirganî, vejen, hawirdor û gihandinê derketin pêş û der barê van da gelek peyman hatin îmzekirin. Ji bilî vê, hecma bazirganiyê ya 30 milyar dolarî ya ku 8 sal berê di navbera her du welatan da dixwestin bigihêjinê jî hat destnîşankirin. Serokomar Erdogan piştî hevdîtina bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bal kişand ser hevkariya di qada pîşesaziya parastinê da. Erdogan bi Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney ra hevdîtinek kir, lê vê hevdînetê zêde neajot. Gotinên piştî vê hevdîtinê bi çapemeniyê ra hatin parvekirin dijî maqûliya dîplomatîk bû, mijarên rêxistinên terorê, Qerebax û yekîtiya sînoran ne zelal bû.

Der barê Civîna Astanayê ya Sêalî da xala herî balkêş ew bû ku Erdogan ji bo mijarên paqijkirina korîdora terorê û xebatên Komîteya Qanûna Bingehîn a li Cenewreyê behsa xeyalşikestina xwe kir. Erdogan bi van gorinên xwe va xwest ku bibêje heke di van mijaran da sozên hatine dayîn neyên bi cih hevkariya Tirkiyeyê dibe ku dawî bibe.

- Operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê û Îran

Wek di rapora ÎRAMê ya bi serenava "Li Welatên Zimanê Farisî Diaxivin Avakirina Nêrîna Li Hember Tirkiyeyê" da jî berfirehî tê gotin, piştî Bihara Ereban dema analîzên Farisî hatin kirin têgehên wek "dagirkerî", "berbelavbûn" û "Osmanîtiya Nû" balê dikşînin.[1] Kesên nijadperest ên li welêt balê dikşînin ser Osmaniyan û xilafetê, mihefezekar jî di çarçoveya endamtiya NATOyê ya Tirkiyeyê da nirxandinan dikin.

Tehran qet nebe di asta fermî da pişgiriyê dide têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî PKKya rêxistina terorê, lê di rewacê da him rêyên fermî û him jî hêzên alîkar tevgerên cuda nîşan didin. Herî dawîn wek di civîna Tehranê da jî hat dîtin, navên fermî û nîvfermî yên Îranî di mijara operasyonên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê da her tim dibêjin ew hesasiyeta Enqereyê ya têkoşîna dijî terorê fêm dikin, lê têkoşîna dijî YPGyê ancax bi hevkariya rejima Baas û Amerîkayê ji herêmê derxistinê va mimkun e bê çareserkirin. Lê ji hêla Tirkiyeyê va bi rejimeke ku meşruîyeta wê ya siyasî û desthilatiya wê nemaye ra di mijara rêxistina terorê da hevkarî bê mene ye. Di têkoşîna dijî YPGyê da jî bi tevahî derxistina Amerîkayê ya ji herêmê ne senaryoyeke ku mimkun e bê qebûlkirin.

Berjewendiyên neteweyî û pêşaniyên ewlekariyê yên ku Tirkiye van salên dawîn ji NATOyê cudatir pênase dike, hevsengiya newekhev a di navbera artêşa Tirk û rêxistina terorê û her wiha rejim û milîsan da, îzolasyona ku Îran ji ber fealiyetên xwe yên nukleerê rûbirû bûye û sabotajên Îsraîlê yên di nava Îranê da yên ku roj bi roj zêdetir dibin û her wiha protestoyên civakî yên ku dirûvekî mayînde wergirtine nîşan didin ku operasyonên dervayî sînor ên Tirkiyeyê ji bo Îranê ne xwedî xetereyeke heyatî ne. Digel hêza tund a Enqereyê, Îran peywendiyên xwe yên digel Rûsyayê didomîne û bi sebir zorê dide rêyên dîplomatîk. Beramberî vê, Moskova jî ji ber şer û rewşa dijwar a ku tê da ye bi awayekî bêtir xweşbîn nêzîkî hesasiyetên ewlekariyê yên Tirkiyeyê dibe. Gava meriv dêhna xwe bide van yekan hemûyan, meriv nikare ji Îranê gaveke dijber a stratejîk hêvî bike.

- Qadên rîskê

Digel vê, faktorên li jor hatin rêzkirin divê wisa neyên şîrovekirin ku komên eskerî yên girêdayî Îranê dê berteka eskerî nedin. Xameney di hevdîtina xwe ya digel Erdogan da wiha got, "Operasyona dijî Sûriyeyê dê zirarê bide Tirkiyeyê. Em çawa rêzê nîşanî yekîtiya sînorê we didin, hûn jî rêzê nîşanî sînorên Sûriyeyê bidin" û her wiha îfadeyên wekî "rêxistina terorê ne bi tenê komek e" bi kar anîn. Her wisa piştî hevdîtinê naverok bênavber bi çapemeniyê ra hat parvekirin ku ev yek jî nîşan dide ku di helwesta siyasî ya Tehranê da tu guhertin tuneye. Ji xeynî vê, tê dîtin ku Xameney dest bi emilandina zimanekî rasterastir kiriye. Emilandina uslûbeke wiha "bêperwa" ne diyar e ka gelo ji ber wê yekê ye ku peywirdarên Îranî van dawiyan diyar dikin ku hindik ma ew "bombeya nukleerê" çêkin an jî ji ber nerazîbûna operasyonên van dawiyan ên dijî unsûrên îstixbarata Îranê yên li Tirkiyeyê ye.

Di vê çarçoveyê da tê dîtin ku ber bi Til Rifat û Minbicê va milîs tên sewqkirin û li hin deveran alayên Îranê tên daliqandin, taxên Nûbûl û Zehrayê yên Helebê ku nifûsa Şiî lê heye bi hinceta parastinê hewl tê dayîn seferberî bê îlankirin. Bi qasî tê fehmkirin Tehran wê rêbazên ku hîn bûye dîsa têxe rewacê û biryardariya Enqereyê ku herî dawîn me di Qerebaxê da dît dixwaze bipîve, ji hêla dîplomatîk va wê hewl bide û ji ser çapemeniyê jî wê kampanyayeke reşkirinê ya cidî bimeşîne. Îran wê hevkariya eskerî ya ku ji ber dagirkeriya Rûsyayê ya li hemberî Ukraynayê derket holê wê hewl bide ji bo Sûriyeyê bi kar bîne û nirxandinên Tehranê yên der heqê polîtîkayên navxweyî yên Tirkiyeyê da jî wê li ser hewla li qadê bi tesîr be. Di heman demê da rewşa gotubêjên bo nukleerê tên kirin jî nêrîna Tehranê ya li hemberî Enqereyê diguherîne. Lewra ji ber tecrubeya di demeke nêz da hat dîtin ku dema Îran di qada navneteweyî da di zehmetiyê da be li hemberî qisawetên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi xweşbînî tevdigere lê dema zor li serê tunebe bi polîtîkayên maksimalîst tevdigere.

Di encamê da armanca Îranê ya wek xeta sor ew e ku him li paytextê Sûriyeyê û him jî li ya Iraqê rejim biguhere û di mijarên din da jî bi zor û zehmet be jî Tehran dîplomasiyeke derî vekirî dimeşîne. Ji ber vê jî dema Enqere guhêrbarên navxweyî û dervayî tevl bike û dest bi operasyonekê bike di berteka rejim û Îranê wê zorê nede artêşa Tirk û lê ji hêla eskerî va jî wê zêdetir propaganda bê kirin û di qada siyasî da bimîne. Lewra her çiqas ji bo heyama Komara Îslamî bê şopandin hewl bê dayîn jî Îran di polîtîkaya xwe ya derva ya sedsalên dawîn da ji bo ku ji hêzên dervayî yên midaxele dikin otonomiyê bi dest bixe û ji qeyranên herêmê herî baş îstifade bike û bigihêje sînorên împaratoriya fikrî. Bi saya van polîtîkayan Tehran di demên dawîn da di qada dewletên bi ser neketin da hêza xwe zêde kir. Tehrana ku him ji alî û hundir û him jî ji alî derva va zehmetiyan dikişîne li hemberî Enqereya ku ji destpêka şoreşê vir va bi polîtîkayên biînsaf tevdigere, di mijara têkoşîna dijî terorê da berteka ku nîşan bide divê awayek baş eyar bike û wê ev yek ji bo hevsengiyên herêmê jî bi kêrtir be.

[Dr. Hakki Uygur Serokê Navenda Lêkolînên Îranê (ÎRAM) ye]

[1] Hakkı Uygur (ed), "Li Welatên Zimanên Farisî Avakirina Nêrîna Li Hember Tirkiyeyê (2011-2021)", ÎRAM.

*Nêrînên di gotarê da yên nivîskar in û dibe ku li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nebin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın