Nûçeyên analîzê

Tesîra daxuyaniya nijadkujiyê ya Bîden ya li ser hevkariya herêmî û hewldanên aştiyê

Di mijara encamên hiqûqî yên daxuyaniya qaşo nijadkujiyê ya Bîdenê Serokê Amerîkayê da her çiqas nêrînên cuda hebin jî teqez e ku dê encamên siyasî yên vê gotinê çêbin.

Dr. Cavid Veliyev   | 04.05.2021
 Tesîra daxuyaniya nijadkujiyê ya Bîden ya li ser hevkariya herêmî û hewldanên aştiyê

Istanbul

 Daxuyaniya "nijadkuji"yê ya Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ya der barê bûyerên 1915an da bû sedema nîqaşên hiqûqî û siyasî. Li gor hiqûqnasan ev daxuyanî hiqûqa navneteweyî îxlal dike û sedema wê siyasî ye. Zanyarên siyasetê jî diyar kirin ku daxuyaniya Bîden di lehê siyaseta herêmî ya Amerîkayê bi taybetî di lehê têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê heta Ermeniyên Tirkiyeyê da nîne. Bereksê wê îhtimal heye ku îfadeyên Bîden emilandin li Qafqasyaya Başûr zirareke mezin bide hewldanên aştiya piştî pevçûnê.

Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da li gor Peymana Cezakirin û Pêşîlêgirtina Sûcê Nijadkujiyê rayeya ji bo ku biryar bê dayîn ka bûyerek nijadkujî ye yan na ne ya serokên siyasî yan jî parlementoyan e, ya mehkemeyên navneteweyî ye. Li gor biryareke di sala 2013an da ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bûyerên 1915an mijareke wisa ye ku ne siyasetmedar mehkeme dikarin biryara wê bidin. Kurtasî tu biryarên mehkemeyê yên ku bûyerên 1915an wekî "nijadkujî" pênase dikin tunene.

Di mijara encamên hiqûqî yên binavkirina Bîden da her çiqas fikrên cuda hebin jî teqez e ku dê encamên siyasî yên van îfadeyan çêbin. Teqez e ku dê encamên neyînî yên vê daxuyaniyê ji hêla firsendên hevkariya li herêma Qafqasyaya Başûr ya piştî Şerê Qerebaxê yê Duyemîn çêbin. Mirov dikare ku daxuyaniya Bîden wekî piştgiriya revîzyonîstên li Ermenistanê yên ku di Şerê Qerebaxê yê Duyemîn da têk çûn û pêngaveke ku zirarê dide atmosfera hevkariyê ya li herêmê bibîne. Li gor nûçeyên di çapemeniya navneteweyî da Bîden di axaftina xwe ya di 23yê nîsanê da ya bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra da got ku dê di daxuyaniya xwe ya der barê bûyerên 1915an da helwesta xwe ya di vê mijarê da ya bîst salên dawîn çi be dê wê bîne ziman û soza ku dabû Ermeniyan bi cî bîne. Ev hinceta ku gelekî hêsan xuya dike di rastiyê da zehf jî rastiyê nîşan nade. Berî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ya 2008an Barack Obamayê Demokrat jî soz dabû dîaspora û teşkîlatên Ermeniyan ku bûyerên 1915an wekî nijadkujî bi nav bike lêbelê ji bo ku têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê zirarê nebînin di heyama serokatiya da tu carê gotina "nijadkuji"yê neemilandibû.

- Derbeya li ser hewldanên normalbûnê

Daxuyaniya Bîden rastî heyameke wisa hat ku piştî Şerê Qerebaxê ji Azerbeycan û Tirkiyeyê daxuyaniyên ku hevkariya li herêmê dihat destnîşankirin hat û bû sedema hêvîşikestineke mezin. Alîkarê Serokomarê Azerbeycanê Muşavîrî Hikmet Haciyev daxuyaniya Bîden wekî "şaşiyeke dîrokî" bi nav kir. Îlham Eliyevê Serokomarê Azerbeycanê jî bi Antony Blînkenê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ra bi têlefonê axivî û diyar kir ku di heyama piştî Şerê Qerebaxê yê Duyemîn da Tirkiyeyê li herêmê roleke girîng û erênî lîst. Eliyev diyar kir ku gel û birêvebiriya Azerbeycanê ji vê daxuyaniya serokê Amerîkayê aciz bû û rasterast piştgirî da Tirkiyeya mitefîqê xwe. Azerbeycanê piştî Şerê Qerebaxê yê Duyemîn ji bo pêvajoyên avakirina hevkarî û aştiya li herêmê sê pêşniyazên berbiçav kirin: Vekirina xetên ragihandinê yên rêhesinê yên Azerbeycan-Ermenistan-Rûsya-Tirkiyeyê, li herêmê derxistina formata hevkariya şeşalî û entegerasyona ser Azerbeycanê ya Ermeniyên ku li Qerebaxê dijîn. Li gor Serokomar Eliyev armanc ew bû ku pêşî li ber rageşiyên herêmî û şerên nû yên muhtemel bigirin. Enqereyê jî piştgirî dida van pêşniyazan û piştgirî dida aştiya herêmî.

Di demên dawîn da li Ermenistanê di asteke kêm da be jî kesên ku piştgiriya erênî dan pêşniyazên hevkariya herêmî yên Azerbeycan û Tirkiyeyê derketin. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî di nav da hin siyasetmedarên li Ermenistanê haj pê hene ku bêyî hevkariya herêmî dahatûya Ermenistanê da di xetereyê da ye. Di vê çarçoveyê da daxuyaniya Paşînyan a wekî divê têkiliyên Ermenistanê yên bi welatên cîran ra ji ber çavan ra bê derbaskirin bal kişand. Armen Sarkîsyanê Serokomarê Ermenistanê jî di ziyareta xwe ya li Gurcistanê da dema eşkere kir ku welatê wî divê têkiliyên xwe yên bi Gurcistan û Azerbeycanê ra pêş bixe haj bi vê rastiyê hebû.

Çareseriya pirsgirêka Qerebaxê her wiha ji bo ji nû va tesîskirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê da û vekirina sînoran firsendên nû derxistin. Daxuyaniyên serokên herdu welatan jî nîşan didin ku dixwazin di vê mijarê da pêngavan biavêjin. Di vê mijarê da di navbera aliyan da yek ji pirsgirêkên bingehîn ên ku divê bê çareserkirin mijara pêbaweriyê ye. Ji têkiliyên dîplomatîk wêdetir ji bo ku têkilî normalîze bibin divê pêbaweriya dualî bê tesîskirin. Lêbelê daxuyaniya Bîden şehtê li pêbaweriya di navbera herdu civakan dixe û zirarê dide normalbûna têkiliyan. Sahak Maşalyanê Patrîkê 85emîn ê Ermeniyên Tirkiyeyê daxuyaniya xwe da got ku "Mijar dehan sal e di rojeva parlementoyê da tê emilandin û rageşiya ji ber vê yekê derdikeve xizmet nekir ku herdu gel nêzî hev bibin. Bereksê wê hestên dijminane fît dike û aştiyê bi derengî dixe."

Piştî daxuyaniya Bîden ji bo normalbûna têkiliyên di navbera herdu welatan da îhtimal heye ku daxwaza "nijadkuji"yê dîsa bê rojevê. Pêşniyazeke gelekî zelal a di vê mijarê da ya Tirkiyeyê heye: Ji bo ku li ser bûyerên 1915an lêkolînê bikin bila komîsyoneke hevpar bê avakirin. Lêbelê Ermenistan vê pêşniyazê qebûl nake û dijî nîqaşkirina bûyerên 1915an derdikeve. Lewra daxuyaniya Bîden şehtê li îhtimala lihevhatina Tirkiye-Ermenistanê jî dide.

- Dibe ku li Ermenistanê aliyên neteweperwer ên radîkal hêzdar bibin

Ji hêla din va divê mirov balê bikşîne ser komên mixalefetê yên neteweperwerê radîkal û revîzyonîst ên ku berî hilbijartinên pêşwext ên parlementoyê yên ku dê di hezîranê da bên kirin dijî Paşînyan reqabetê dikin. Ev kom demeke dirêj e li Ermenistanê hewl didin ku ji xwe ra piştgiriyê bibînin lêbelê hember Paşînyan qels man. Bi vê daxuyaniya Bîden va dibe ku ev komên radîkal ên li Ermenistanê êdî aktîftir bin û jimara alîgirên wan zêde bibe. Ango daxuyaniya Bîden hem şehtê li hevkariya herêmî dide hem jî ji ber ku geşedaneke di lehê komên neteweperwer ên radîkal e tesîreke neyînî li ser pêvajoya hilbijartinê ya li Ermenistanê dike.

Wisa xuya ye ku daxuyaniya Bîden xizmeta berjewendiyên Ermeniyên li Tirkiyeyê jî nake. Peyamên sersaxiyê yên ku Serokomar Erdogan di 18 salên dawîn da pêşkêşî Emeniyên Tirkiyeyê kir di vê çarçoveyê da xizmet kir ku atmosfera pêbaweriyê çêbe. Ermeniyên Tirkiyeyê wisa difikirin ku aliyên sêyemîn mijara Ermeniyan li gor berjewendiyên xwe yên siyasî diemilînin û di vê çarçoveyê da aciziya xwe ya ji ber daxuyaniya Bîden anîn ziman.

Bedros Şîrînogluyê Serokê Weqfa Nexweşxaneya Ermeniyan a Surp Pirgîçê û Yekîtiya Weqfên Ermeniyan a Stenbolê jî behs kiribû ku ji ber salvegera bûyerên 1915an ji Qesra Spî ji bo parvekirina êşên gelê Ermenî daxuyaniya mutat tê payîn û rexne kiribû ku otorîteyên siyasî bûyerên wê heyamê qewimîn dikin melzemeyê xwe. Şîrînoglu gotibû ku "Ez Amerîka, YE û hin welatên din jî niyeta baş dûr dibînim. Pêşşertê empatiya bi gelê Ermenî ra divê wisa nebe ku bi rûmeta gelê Tirk bilizîn yan jî bikevin nav helwestên dijminane yên dijî Tirkiyeyê."

Xuya ye ku daxuyaniya Bîden tenê dîasporayê û aliyên neteweperwer ên radîkal ên li Ermenistanê kêfxweş kiriye. Di ser da jî vê daxuyaniya Bîden hem zirar daye aştiya herêmî û hem jî dahatûya Ermenistanê mehkûmê daxuyaniyên nijadkujiya qaşo dike. Birêvebiriya Bîden şûna daxuyaniyên bi vî awayî divê rêyên piştgiriya pêvajoya hevkarî û li herêmê avakirina aştiyê ya di heyama piştî Şerê Qerebaxê yê Duyemîn bigere. Di vê çarçoveyê da Bîden û ekîba wî dikarin pêngavên ku piştgiriyê didin sepana deklarasyona 10ê sermawezê ya ku dê piştgiriyeke erênî bide aştiya Tirkiye-Ermenistan û Azerbeycan-Ermenistanê û pêvajoyeke pêş dibîne ku pêngavên çalak ên dê pêk bîne ku şer bi temamî raweste û pirsgirêk ji holê rabe dide destpêkirin.

[Dr. Cavid Veliyev li Navenda Analîzê ya Têkiliyên Navneteweyî ya Azerbeycanê da wekî midûrê şubeyê dixebite]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın