Nûçeyên analîzê

Şerê Rûsya-Ukraynayê: Rastiyên qadê

Doç. Dr. Merve Seren   | 19.04.2022
 Şerê Rûsya-Ukraynayê: Rastiyên qadê

Istanbul

Ji Zanîngeha Ankara Yildirim Beyazitê Doç. Dr. Merve Serenê di roja 54em a Şerê Ukrayna-Rûsyayê da rewşa dawîn seba AA Analîzê nivîsî.

***

Li ser şerê Rûsya û Ukraynayê ku Rûsya Ukraynayê dagir dike ra 54 roj derbas bûn. Kirina analîzeke berfireh zerûrî ye. Lewra divê anatomiya giştî ya şer û rapora wê ya balîstîk bê derxistin da ku meriv fehm bike bê ka piştî vî qasî wê çawa dewam bike û bandorên wê yên muhtemel wê çi bin.

- Serneketîbûna li qadê ya Rûsyayê

Ya yekem; li qadê serneketîbûna eskerî ya Rûsyayê ye. Di planên operasyonê da wisa hat hesabkirin ku kar wê baş bimeşe, lê heke kar baş nemeşe jî bi awayekî demildest planên din wê têxin dewrê. Ev yek ji prensîbên destpêkê yek e. Wisa dixuyê ku ne plana operasyonê ya orijînal a Rûsyayê tam hatiye îcrakirin ne jî planên din kirine dewrê. Bi taybetî di roja ewil a êrîşa eskerî da her çend li qada Ukraynê hedefên eskerî yên stratejîk bi awayekî serkeftî hatibin lêxistin jî Balafirgeha Gustomelê bi temamî nehat bidestxistin, Rûsyayê nikaribû ku li Ukraynayê xetên îkmal û lojîstîkê tehkîm bike û ji roja ewil pê va hêzên Ûris di şer da zayîateke giran da.

Ji destpêka êrîşa eskerî pê va Rûsya li ser çar herêmên stratejîk ên sereke disekine, lê li herêmên wekî Kîev û Xarkovê ku wê encama şer biguherînin, tu pêşketineke erdnîgarî û stratejîk bi dest nexist. Li aliyê Donbasê va Rûsyayê li ser Mariupol û Qirimê, ber bi başûr va li herêmên Xerson û Melitopolê serkeftî nebû. Rûsya mecbûr ma û ji herêmên wekî Kîev, Çernihiv, Sumi, Îrpin, Xarkovê vekişiya û mecbûr ma û herêma Donbasê kir navenda sereke ya şer.

Heke dema mayî bê nihêrandin tê dîtin ku hêza eskerî ya artêşa Ûris li qadê kêm e, nikare rê û rêbazên operasyonên standart pêk bîne, nikare girêdayî rê û rêbazên herekatên hevpar tevbigere, hêzên bizirx ên mekanîze ji hêla kontrola esmanî û bejayî va qels e û serkeftina dijî qada şer tu carê bi dest nexistiye. Jixwe Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov jî bi eşkere gotibû zirara Rûsyayê zêde ye ku ev jî vê rewşê baş nîşan dide. Bi taybetî keştiya Rûsyayê ya bi navê Moskova ya di nav fîloya wê ya Behra Reş da cihekî girîng digire (li gor gotina Ûrisan êrîş li wê nehat kirin, dema wê dikişandin bêndergeha wê zirar dît û ji ber bahoza behrê ew binav bû) ji dest çû ku vê yekê zirareke mezin da prestîja eskerî ya Rûsyayê.​​​​​​​

Têkçûna Rûsyayê ya li qadê wê mecbur dike ku di dagirkirina Ukraynayê da ew hedefên xwe yên eskerî revîze bike. Her çiqas Donbas ji bo Rûsyayê hedefa ewil be jî, ji ber ku Kîev nehat bidestxistin, Ukraynayê berxwedaneke eskerî nîşan da Rûsyayê hedefeke biçûktir da li ber xwe. Dîsa her çiqas Donbas armanca ewil be jî Rûsyayê Odessa bi dest xist û rê li Ber Ukraynayê girt ku ew bigihêje Behra Reş. Lê piştî ku keştiya bi navê Moskova ji dest çû, ev îhtimal jî her ku diçe kêm dibe. Ev rewş dibe wiha bê şîrovekirin ku; projeyên Rûsyayê yên wek "ji sedî 70 armanca modernîzasyonê" zirar dîtiye, lê beravajî vê xebatên modernîzasyonê yên Ukraynayê yên di navbera 2014-2022yan da ji bo hêzên çekdar kirine bi serkeftî ne.

- Qewînbûna stratejîk qels bû

Xala duyem a der barê Rûsyayê da ew e ku "qewînbûna stratejîk" qasî ku lê bêndê bûn nîşan da ku pir qels bûye. Helbet ev nayê wê meneyê ku Rûsya ji hêla stratejîk va welatekî qels e. Lê bi taybetî ambargoyên aboriyê tesîreke mezin ya ku Rûsyayê evqas jî texmîn nedikir li ser Rûsyayê kir. Piştî ku operasyon li gor dilê Rûsyayê nemeşiyan, Rûsyayê Buça di serî da Kramatorksê rasterast êrîşî sivîlan kir ku ev tevgera wê ya ne meşrû ya di qada civaka navneteweyî da bêtir ne meşrû bû. Piştî Ûris ji Buçayê vekişiyan êrîşên wan ên dijî sivîlan Rûsyayê xiste rewşeke welatê ku sûcê şer kiriye. Ji ber vê di meşandina şer ya dervayî qadê da jî Rûsya têk çû.

- Berdxwedana Ukraynayê

Xala girîng a sêyemîn jî mijara berxwedana Ukraynayê ya dijî Rûsyayê ye. Digel ku ziyanên wê pir in, lê wisa dixuyê ku amadekariyên berevaniyê yên artêşa Ukraynayê xurt in û motîvasyona wê bilind e. Di vê qonaxê da divê şêwirmendî û perwerdeya eskerî ya ku Amerîka û Îngiltere dide Ukraynayê were destînşankirin. Bi piştgiriya ku piştî îlhaqa Qirimê hat dayîn va qet nebe rê li serkeftineke bilez a Rûsyayê hat girtin, tempoya hereketê ne di berjewendiya Rûsyayê da daxist û derfeta manorayeke berfirehtir da artêşa Ukraynayê ku li ber xwe bide.

Xaleke girîng a din jî performansa serkeftî ya Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy ye. Zelenskiy Kîev neterikand û vê jî kir ku li eniyan moral û motîvasyon bilind bibe û şer li hemû qadên navneteweyî were ravekirin.

- Bandora TB2 Bayraktarê

Di berxwedana artêşa Ukraynayê da xaleke din a girîng jî TB2 Bayraktar e. Performansa TB2 Bayraktaran a li qada şer ziyaneke mezin gihand Rûsyayê û di heman demê da jî kir ku berxwedan û berevanî populer bibe. Ji bo TB2yan bi navê "Bayraktar" stranek pir bilez ket ser zar û zimanan ku ev jî nimûneya wê ye.

Helbet di vê xalê da divê meriv girîngiya îstixbaratê jî destnîşan bike. Wisa dixuyê ku ji hêla Rûsyayê va Ukraya di warê îstixbarî da têra xwe nehatiye analîzkirin, heger hatibe kirin jî ji hêla îstixbarata stratejîk va nirxandineke serkeftî nehatiye kirin. Ji aliyekî din va helbet ew yek jî eyan e ku şiyana îstixbaratê ya Ukraynayê ne bi tenê bi ya vî bi xwe va sînordarkirî ye. Diyar e ku Ukrayna ji çavkaniyên îstixbarata teknîkî sûdeke mezin werdigire û her wiha Ukrayna ji îstixbarata operasyonel a carî nayê bêparkirin. Lewma jî divê aliyê îstixbarî yê vî şerî jî bi hûrgilî were vekolîn.

- Pêşeroja şer û helwesta Rojava

Tecrube û serpêhatiyên ku ev di vî du mehên şer da derketin holê ji niha pê va wê bi piranî li ser pêşeroja şer bi tesîr bin, aktorên Rojavayî yên ji vî şerî çi hêvî dikin û armancaên wan çi ne jî di vê mijarê da girîng in. Dema bi giştî bê nirxandin mirov dikare bibêje ku çar armanc hene û ji wan her yek jî gorî daxwazên Rûsyayê yên ji niha pê va wê çawa tevbigere wê mimkun bibe.

Mijara sereke ew e ku bi rastî dawî li şer bê û bêkêmasî nebe jî ji bo pêşxistina îstiqrarê ji bo peymana aştiyê wê bi Rûsyayê ra siyaseta angajmanê dewam bike yan na. Di vê mijarê da welatê herî bi dil Tirkiye xuya dike û di nav Ewropayê da jî tê dîtin ku eniyên siyaseta angajmanê diparêzin hene.

Mijara duyemîn jî ew e ku Rûsya li qadê zêdetir eskerên xwe ji dest bide û di şer da têk biçe. Rojava her ku diçe ji bo Ukraynayê ji hêla eskerî û îstixbaratê va piştgiriya xwe zêdetir dike û ev jî vê nîşan dide. Rewşa Amerîkayê ya di vê mijarê da ew e ku bila Rûsya di qada eskerî da zirarê bibîne û hevkêşeyeke gorî vê ava dike.

Mijara sêyemîn jî ew e ku li Rûsyayê cezayek bê birîn û ev yek bidome. Mieyîdeyên di qada aboriyê da tên sepandin ji xwe li ser aboriya Rûsyayê ya zêde xurt nebû bi tesîr e û li ser hêza eskerî ya mezin a Rûsyayê jî xwe nîşan dide. Heke agirbesteke bê çêkirin jî ji bo Qirim û Donbasê lihevkirin xuya nake û "siyaseta cezabirînê" wê dewam bike.

Ya çaremîn jî divê bi nêrîneke marjînaltir bê nirxandin. Daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Joe Bîden ên ji bo Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê nîşan dide ku derdê Amerîkayê bi tenê agirbest û dawî li şer bê nîne. Bi eşkere mirov dikare bibêje ku ciyê Putîn û desthilatdariya wî tê nîqaşkirin û ji ser Ukraynayê hewl tê dayîn ku bila li Rûsyayê desthilatdarî/hêz biguhere û siyaseteke wisa tê hêvîkirin.

[Doç. Dr. Merve Seren, Zanîngeha Ankara Yildirim Beyazitê]

*Fikr û ramanên di gotarê da yê nivîskarê ne û dibe ku li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nebin

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.