Nûçeyên analîzê

Reîsî û Îrana nû

Dr. Hakkı Uygur   | 23.06.2021
 Reîsî û Îrana nû

Istanbul

Di gelek nirxandin û analîzan da me li ser sîstema siyasî ya Îranê nivîsî ku dema li pêvajoya hiqûqî ya li welêt û teamulan mêze dikin em dikarin ji bo encamên hilbijartina mekanîzmaya hilbijartina Meclisê yan Serokomariyê nîşaneyan bibînin û texmînan bikin. Konseya Parêzerên Qanûna Bingehîn (KPQ) a ku ji 12 alimên dînî û hiqûqnasan pêk tê pêşiyê namzedan dinirxînin, helwesta wan a nirxandinê jî li ser rêjeya bêşdarbûnê tesîrê dike û bi vî awayî meriv dikare pêşda encama hilbijartinê texmîn bike. Dema KPQya berpirsyarê beqaya sîstemê hinekî musamahakar tevbigere jî wekî hilbijartina Serokomariyê ya sala 2009an beşdarbûna hilbijartinê zêde dibe yan jî wekî hilbijartina 18ê hezîranê rêjeya bêşdarbûnê gelekî kêm dibe.

Di vê çarçoveyê da namzediya Elî Laricaniyê bi salan Seroktiya Meclisê jî kiribû, Mehmûd Ehmedînejadê Serokomarê berê yê bi polîtîkayên populîst di dilê gel da cî girt, Mistefa Taczadeyê di nav reformîstên li bajaran da wekî teorîsyenê sereke tê qebûlkirin nehat qebûlkirin, ev jî ji bo hilbijartinê bû nîşaneke balkêş. Ji ber redkirina namzediya Ehmedînejad û Taczade kesek şaş û metel nema, lêbelê redkirina namzediya Laricaniyê ji malbateke aliman tê û bi salan di astên payebilind da gelek wezîfe kirine jî reqabeta di navbera hêzan da nîşan da. Ya rastî navê kesên ji malbata Laricanî anîn rojevê, heqaret lê kirin ev jî ji bo nîşandana reqabê bû mînakeke girîng. Xameney ji bo dilê Laricanî bike hin tişt gotin, lêbelê vê encameke hiqûqî bi xwe ra neanî bi tenê pêşî li xirabnîşandana Laricanî birî.

Di analîza [1] me ji bo AAyê nivîsîbû û çend hefte beriya hilbijartinê hatibû weşandin da me gotibû ku ev bi tenê bi hilbijartina Serokomariyê ra eleqedar nîne, ev ji bo asta duduyan a Şoreşê ya Xameney û kesên nêzî wî elemet e. Li gor vê, Îbrahîm Reîsiyê hinekî ciwan e îdealên Şoreşê dişopîne, ji hêla malbat û hemşerîtiyê va jî wekî xelefê Elî Xameneyê kal ji bo Seroktiya Şoreşê tê dîtin. Dîsa jî merivekî polîtîk nîne, zêde derneketiye pêşiya civatê, xitabeta wî zêde xurt nîne û ji bo li vê derê tecrubeya siyasî û îdarî qezenc bike hat hilbijartin û ev gelekî girîng e.

Di vê çarçoveyê da wekî ku Wahid Heqaniyan jî işaret kir, bernamzedên ku îhtimal hebû pirsgirêkan derxin bi endazyariyeke hûrbîn va ji milmilaneyê hatin derxistin û her wisa li hemberî namzedên qels ên mayî jî namzedekî xurt derxistin meydanê da ku di nîqaşan da qezayek neqewime.

Jixwe çawa ku dihat pêşbînîkirin, hilbijartin li welêt wisa derbas bû. Li ser asta welêt beşdarî di sedî 48,8an da, li Tehranê jî beşdarî di sedî 26an da ma. Îbrahîm Reîsiyê ku bi qasî 18 milyon deng wergirt, wekî Serokomarê nû yê Îranê hat hilbijartin. Dengên netê bi qasî nêzîkî 4 milyonî va bûn duyemîn. Serokê Banqeya Navendî Ebdulnasir Hîmetî ku hêviya dawîn a reformxwazan bû jî bi tenê 2,5 milyon deng wergirt û di rêza pey Muhsin Rizaî da cih girt ku namzedê mayînde yê hemû hilbijartinên serokomariyê ye.

- Bandorên wê yên li ser polîtîkaya navxweyî

Siyaseta navxweyî ya Îranê piştî Şoreşa 79an bi giştî li ser du şaxan bilind bû. Hevsengiya van şaxên ku rehên wê vedigerin berî Şoreşê û pêşiyê wekî "rast-çep" û dû ra jî wekî "reformxwaz-mihafezekar" tên binavkirin, sala 1989an bi mirina Xumeynî ra bi awayekî teqez di aliyê berjewendiya şaxê "rastrev" da guherî. Piştî bidawîbûna parastina Xumeynî gelek navên sembol ên şaxê "çep" ji qada siyasetê vekişiyan an jî wezîfeyên pasîf spartin wan. Lêbelê kesên nêzîkî vê şaxê bi pêşengiya kesên wekî Mûsewî Hoînîha û Mihemed Xatemî va bi awayekî rêkxistî û bi kirasekî li gorî ruhê demê di hilbijartina sala 1997an da vegereke bibirqonek kirin. Şaxê mihafezekar ji bo ku careke din geşedaneke bi vî rengî neqewime, tedbîrên xwe sitandin. Lêbelê nûnerê Neo-Mihafezekaran Ehmedînejad û her wiha serkêşên rasta kevneşop Rafsancanî û Natiq Nûrî dan xeyîdandin û di vê encamê da jî kesên navborî xwe nêzîkî baskê "reformxwazan" kirin. Bi vê geşedanê va sala 2009an di sîstemê da erdhejeke mezin çêbû. Baskê mihafezekar ev leqîn jî li dû xwe hişt, lêbelê ji destê wê nehat ku rê li serkeftina Hesen Rûhanî ya di hilbijartina sala 2013an da bigire. Baskê rastê dîsa bi serkeftineke mezin va pozîsyoneke qewîn a siyasî bi dest xist.

Di nav vê pêvajoya ku behsa wê tê kirin da kesên dîtin rêlibergirtina namzedên reformîst tena serê xwe têrê nake û divê rê li ber rastgiran jî bê girtin da ku ew îtifaqê çênekin biryar dan ku divê ew rê li ber modeleke nû ya wek Ruhanî bigirin û gavek avêtin. Di vê xalê da serokomariya Ruhanî bi awayekî bêsiûd têk çû. Ruhaniyê ku bi hêzên kurewî ra Peymana Berfireh ya Hevpar ya Nukeelerê (PBHN) îmze kir, di politikaya navxweyî û derva da gotinên biîdia bi kar anî, di polîtîkaya navxweyî da li hemberî Xameney û di polîtîkaya derva da li hemberî Çînê îfadeyên dij bilêv kir piştî ku di sala 2016an da Trump dest bi wezîfeyê kir û mueyîdeyên giran xiste rewacê hinekî têk çû û hêza wî kêm bû. Di nav du salan da aboriya welêt ji sedî 20 bûçûk bû, paşê şewba Kovîd19ê dest pê kir ku ji ber van sedeman Ruhanî di dîroka Îranê da wek serokomarê herî neserkeftî hat nirxandin. Ev jî nişan dide ku dema kesên nêzîkî wî ew veto kirin gel çima bertekê nîşanî wan nade. Rewşa aboriya welêt û di nav deh salên dawîn da rêjeya mezinbûnê ya wek sifirê ye jî sedemên din in ku Reîsî û yên piştgiriyê didin wî dibêjin aboriya welêt hatiye asta hilweşînê. Dîsa jî rêjeya beşdarbûna hilbijartinan tesîrek li ser îdiaya ku dibêjin “Îran demokratîk nebe jî, rêvebiriyeke gel lê heye” kir. Mînak, mixalif îfadeyên Xameney yên çend sal berê di xutbeyekê da gotine parve dikin û rexneyan li wî dikin. Xameney di vê xutbeyê da dibêje ku tê îdiakirin li hemberî hemû propaganda û teşwîqan beşdariya hilbijartinan di asta ji sedî 30 û 40î da maye û ev nîşaneya şermê ya rêvebiriyê ye û meşrûiyeta rêvebiriyên wiha tuneye.

Vetoyên giran ên KPQyê, rewşa civakî û aboriyê ya welêt nîşan dide ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinan a li bajarên Tehran, Tebrîz û Şîrazê çima heta ji sedî 20î daketiye. Rêvebiriya Îranê dizane ku divê ev rewş bê çareserkirin û ji bo vê jî fedakariyên mezin dikeve li ser milê Îbrahîm Reîsî. Heke nebe di navbera aliyên reformîst da bêhêvîtî û ji siyasetê dûrmayîn wê çêbibe, di nav aliyên mixalif ên ji dervayî welêt da hin guherîn wê çêbibin.

Di rewşeke wiha da Reîsî wê hewl bide profîleke serokatiyê ya aliyan di xwe da dihewîne nîşan bide. Seba bide nîşan ku ew ne tenê serokomarê girseya ji sedî 28 kesên ku deng danê ye, wê gavên wisa bavêje û nîşan bide ku ew serokomarê hemû kesan e. Bi vê mebestê heke fîgurên reformîst tunebin jî dibe ku seba fîgurên rastgir ên netundraw ku di dema dawîn da dan xeyîdandin, qadeke sembolîk veke. Dîsa jî ciwan di serî da heke daxwazên fîgurên Neo-Mihafezekar taloq bike, demildest nebe jî dibe ku paşê rastî rexneyên giran were. Dîsa ji qadên herî girîng ên ku Reîsî wê tê da meydan û fermanê bixwîne yek jê jî aborî ye. Çi bixwe be çi jî kesên derdorê timî qala "aboriya berxwedanê" dikin. Gelo wê naveroka vê têgehê çawa tijî bike, teşwîqên hilberîn an jî sektora înşeatê wê gel qaîl bike. Ji bo vê jî dem lazim e. Heke Reîsî di demeke kin da pêşketineke berbiçav bi dest nexe, meşrûiyeta civakî ya ku lawaz bûye wê zêdetir têk biçe û zêdetir tesîr wê li ser planên piştî Xameney çêbibe. Ji ber vê yekê dibe ku salek û du salên paşerojê seba Reîsî pir krîtîk derbas bibe.

Ji ber ku hemû kariyera Îbrahîm Reîsî di qada darazê da ye, bi hûrgilî nayê zanîn bê ka der barê polîtîkaya dereke da çi difikire. Weke ku di nîqaşên hilbijartinê da jî destnîşan kir, ji dêvla hêzên mezin wê girîngiyê bide têkiliyên cînartiyê, lê em nizanin bê ka ev ê çawa bibe. Di heyama nû da jî têkiliyên navbera Îran û Efxanistan, Iraq, heta Tirkiyeyê ra wê li gor polîtîkaya ku Reîsî li hemberî Amerîkayê dişopîne, kifş bibe.

Nayê payîn ku Serokomarê nû li dijî îhyakirina PBHNê be. Lewra hevdîtinên ku li Viyanayê hatin kirin û daxuyaniyên ku Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê da dan, nîşan didin ku xetên sereke yên polîtîkaya dereke ji aliyê serokomarê hilbijartî va nayên kifşkirin. Dîsa jî Reîsiyê ku rola wî di îdamkirinên komî yên sala 1988an da heye û seba vê di hedefa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da ye, bi heman awayî di lîsteya tengavkirinê ya Amerîkayê da jî heye. Îrana nû ya ku Reîsî bû serokomarê wê, weke ku girseyên reformîst xeyal dikin, wê bi Amerîka û alema Rojavayê ra pirsgirêkên xwe çareser neke û entegreyî pergala kurewî nebe. Reîsiyê ku bi peymaneke sînordarkirî û teng hatiye serî, wê hewl bide ku di qada aboriyê da destekftiyên berbiçav bi dest bixe û wê pozîsyona xwe xurt bike. Herî dawî bibêjim ku di nêrîna Reîsî ya li ser Tirkiyeyê da tu tiştê neyînî naxuyê. Tirkiye di bazirganiya dereke ya Îranê da roleke ku hêsan dike, dişopîne, ji aliyê turîzmê va yan jî ji aliyê tevkariya transît va têkiliyên her du welatan piştî PBHN-2ya muhtemel û Kovîd-19ê wê xurtir bibin.

[1] https://www.aa.com.tr/tr/analiz/iran-secimlerinde-farkli-olan-ne/2266044
​​​​

[Dr. Hakki Uygur cîgirê serokê Navenda Lêkolînên Îranê (ÎRAM) ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın