Nûçeyên analîzê

Rageşiya li Ukraynayê zêde dibe û armancên Rûsyayê

Van rojên ku sala heftemîn a şerê hîbrît yê li rojhilatê Ukraynayê xilas bû Rûsya dîsa hêza xwe nîşanî Kîevê dide.

Gönül Şamilkızı   | 07.04.2021
 Rageşiya li Ukraynayê zêde dibe û armancên Rûsyayê

Istanbul

Van rojên ku sala heftemîn a şerê hîbrît yê li rojhilatê Ukraynayê xilas bû Rûsya dîsa hêza xwe nîşanî Kîevê dide. Li sînorê Donbassê melzemeyên eskerî tên komkirin, ji herêma pevçûnê xeberên gulebaranê tên, rayedarên Ûris bi pozbilindî tehdîdan dikin; ango propagandaya "Ukrayna Rûsan qetil dike", "NATO amadehiya şer dike" ya ku her tim tê gotin dîsa di dewrê da ye. Baş e lê çima? Gelo Rûsya bi rastî jî amadehiyê dike ku şer gur bike û dagirkeriya ku 7 sal berê li Donbassê da destpêkirin temam bike, yan ji bo ku di mijareke din/mijarên din da keysa xwe li Kîevê bîne pê li birîna vekirî dike? Kîjan?

- Li Donbassê bi rastî jî çi diqewime?

Şerê hîbrît ê piştî ku Rûsyayê di sala 2014an da dagirkirina Qirimê temam kir demildest li rojhilatê Ukraynayê da destpêkirin heft sal e bênavber dewam dike. Hevdîtinên "Çarîna Normandiyayê" yên ku encameke wan ya berbiçav tune, protokolên Mînskê yên bêyî ku bê îmzekirin bêqîmet bûn, guherîna êsîran ên nejidil ên ji bo ku tesîrê li ser polîtîkaya navxweyî bikin hatin kirin û di bin siya peymanên agirbestê yên ku serobero hatin tetbîqkirin da şerekî ku heft sal e dewam dike û dagirkeriyeke qismî heye. Artêşa Ukraynayê li qismekî girîng yê herêmên ku Rûsyayê di mehên ewil ên şer da bi dest xistibûn her çiqas kontrol bi dest xistibe jî bi taybetî nêzî Gorlovka û Marîupola nêzî Donteskê û li herêma di navbera Aleksandroovka û Marînkayê da dimîne pevçûn kêm nabe. Ji Debaltsevo, Avdiivka û Jelobok ve Zolotoeya li ser Luganskê jî car carna xeberên pevçûnê tên. Fealiyetên aktîf ên li herêmê yên nîşangir û komên reşandina mayînan ên Rûsyayê jî guherîna daimî ya nobetan a artêşa Ukraynayê jî êdî wekî rewşeke edetî ya herêma Donbassê ye. Maweya peymana ku herî dawîn di hezîrana 2020î da hat îmzekirin û giran giran dewam dikir serê îsal temam bû, bi vê yekê ra li herêmê rageşiyeke bi temamî bêkontrol çêbû. Ji dawiya sibatê serê adarê va jî ev rageşî her ku diçe zêde dibe. Jimara eskerên Ukraynayê yên ku tenê heta serê adarê hatin kuştin 15 ye. Ev jimara di hefteya dawîn da bêtir zêde bû.

Rûsya di sibatê da dest bi propagandaya "Li Donbassê şerê mezin" kir. Serokomarê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy dijî Vîktor Medvedçukê ku wekî "mirovê Pûtîn" tê zanîn û der û dora wî mueyide tetbîq kirin û demildest piştî vê yekê ji Peskovê berdevkê çapemeniyê yê Pûtîn hişyariya "Li Donbassê rageşî" hat. Di rojên piştî daxuyaniya Peskov di çapemeniya Rûsyayê da xeberên "Li Donbassê amadehiya şerê mezin" derketin. Di televîzyonên Rûsyayê da nîqaşên der barê bi fuzeyê lêxistina ofîsa Serokomarê Ukraynayê dihatin kirin û pisporên siyasetê yên Kremlînê dîsa mijara bi Rûsyayê ra yekkirina başûrê rojhilatê Ukraynayê anîn rojevê. Di vê navberê da di rojnameyên Rûsyayê da "analîz"ên dibêjin ku birêvebiriya Ukraynayê di bin bandora serkeftina Azerbeycanê ya li Qerebaxa Çiyayî da maye û baweriya xwe bi SÎHAyên Tirkan ku amûrê herî çalak ê şerê Qerebaxê bû aniye û amadehiyê dike ku şer bide destpêkirin cî digirt.

Di 26ê adarê da ji îstiqameta Gorlovkayê ya eniya li Donbassê xebera pevçûnê ya ewil a mezin hat. Di êrîşa li dora navçeya Şumê da 4 eskerên Ukraynayê hatin kuştin, du esker jî birîndar bûn. Sererkanê Ukraynayê Ruslan Homçak di civîna derasayî ya parlementoyê ya di 30ê adarê da eşkere kir ku Rûsya li herêmên dagirkirî û wilayetên Bryansk, Voronej, Rostova li sînor û Qirimê melzemeyên eskerî kom dike. Emrê amadehiya şer dan artêşa Ukraynayê. Kîev dibe ku ji serokên YEyê yên li firsendê digerin ku mueyideyên dijî Rûsyayê rakin hêviya xwe biriye ku ji welatên NATOyê û bi taybetî jî ji Amerîkayê hember êrîşkariya Rûsyayê daxwaza piştgiriya berbiçav kir. Di peyamên ji Amerîkayê tên da hat ragihandin ku rewş tê şopandin û bi mitefîqên NATOyê ra tê mizakerekirin. Dema rageşiyê dewam dikir Bîdenê Serokê Amerîkayê têlefonî Zelenskiy kir û ev yek jî wekî ku hemleya Rûsyayê li Washgîntonê hatiye dîtin hat şîrovekirin.

- Gelo Rûsya dibe ku dîsa teşebûsî dagirkirinê bike?

Digel daxuyaniyên bidengê bilind, dengê guleyên ku her roj li Donbassê tên bihîstin û dîmenên komkirina melzemeyên eskerî, gelek pispor wisa difikirin ku li Donbassê îhtimala qewimîna şerekî mezin hê qels e. Ji ber ku ev teşebûsa ewil a serokdewletê Rûsyayê ya ji bo zêdekirina rageşiya li Donbassê nîne û Pûtîn her carê bi rageşiyên bi vî rengî hewl dide ku peyamê bide ku avakerê lîstika li herêmê ew e. Vê carê jî ji bo ku vê peyamê bide li gor wê sedemên wî gelekî zêde ne:

"Zelenskîy (ya ku Proşenko jî nekiribû kir) dijî ekîba Medvedçuk şer vekir, daxuyaniya Bîden a wekî "Pûtînê kujer", aktîfbûna têkiliyên birêvebiriya Amerîkayê yên bi Kîevê ra, hewldanên xurtkirina artêşa Ukraynayê, ji teşebûsa Platforma Qirimê ya Kîevê heta pirsgirêka Qirimê gelek pirsgirêk hene. Heke em pirsgirêkên navxweyî yên welatê wî, bi taybetî jî skandala Navalniy li ser van zêde bikin mimkûn e ku mirov tiştên qewimîn wekî peyama serokê Rûs a wekî "hê jî axayê herêmê ez im; hêzdar im, çi dixwazim dikarim bikim" binirxîne. Ev peyam hem dijî Bîden û Zelenskiy hem ji bo welatên li herêmê hem jî ji bo raya giştî ya welatê wî tê dayîn. Lêbelê ev hemû nayê wê meneyê ku ji aliyê din va tu planên Kremlînê tunin ku şerê bi Ukraynayê ra cardin geş bikin. Pûtîn heft sal e li Donbassê ji belavkirina pasaportan heta berhevkirina eskerên peretî, ji çekdarkirinê heta propagandayê gav bi gav senaryoya Abhazya, Osetyaya Başûr, Qirimê tetbîq dike. Lewra mimkûn nîne ku di mijareke wiha da ku ji bo wî girîngiya wê ya krîtîk heye dema nekare birêvebiriya Ukraynayê bixe tengasiyê dê dîsa heman lîstikê bileyze yan jî rast nîşan bide lê ji aliyê çep lê bixe -wek mînak li Donbassê melzemeyên eskerî kom bike lê teşebûsa dagirkirina qenalên avê pê diçe Qirimê bike- pêş nebîne.

Bi kurtasî diyar e ku Pûtîn li herêmê di nav amadehiya lîstikeke nû da ye. Tenê ne niyeta Pûtîn dê biryardarî û qabîliyeta şîrovekirina bûyerên li herêmê ya Rojava ku heta niha li Moldova, Gurcistan, Azerbeycan, Ukraynayê di sinifê da maye diyar bike ka dê ev lîstik çawa encam bibe.

[Gonul Şamîlkizi nivîskara pirtûka Agirê Qirimê ye ku li ser mijara ji hêla Rûsyayê va dagirkirina Qirimê ye û li welatên herêmê çendîn salan wek nûçegihan xebitiye]



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın