Nûçeyên analîzê

Milîsên alîgirên Îranê çima Serokwezîrê Iraqê Kazimî hedef digirin?

Koma milîs a bi navê Raballah bi wesayît û unîformayên eskerî va li kolanên Bexdayê xwepêşandan kir û Serokwezîr Kazimî tehdîd kir. Ev yeka digel ku mezinahiya milîsbûna li welêt derdixe holê bêçarebûna hikûmetê jî nîşan dide

Elif Irmak   | 30.03.2021
 Milîsên alîgirên Îranê çima Serokwezîrê Iraqê Kazimî hedef digirin?

Istanbul

Li Iraqê hêzên milîs ên şiî yên alîgirên Îranê ji hêla siyaset û mekanîzmaya dewletê va her ku diçe dibe wekî fenomeneke tehdîdê ya ku nikarin li hember li ber xwe bidin. Piştî ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Mihafirên Şoreşa Îranê (AMŞ) û Ebû Mehdî el-Mihendisê Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê pêkhateya komên milîs ên li Iraqê par li Bexdayê hatin kuştin milîsên alîgirên Îranê guherîn û hatine asteke wisa ku nayên kontrolkirin. Digel ku bi awayekî rêk û pêk êrîşê dibin ser hebûna Amerîkayê ya li welêt, fikarê nakin ku hikûmeta Bexdayê jî dê bibe dijberê wan.

Mînaka herî dawîn a vê yekê ew bû ku koma milîs a bi navê Raballah bi wesayît û unîformayên eskerî va li kolanên Bexdayê xwepêşandan kir. Di destê milîsan da posterên ku li serê şopa pêlava li ser Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî û îşaretên meqesê û dirûşmeyên "wextê birîna guhê wî hatiye" nivîsandî hebû û di heman demê da milîsan pê li wêneyê General Ehmed Ebû Rehîfê ku Kazimî kir ku ji bo dozên gendeliyê ew peywirdar kiribû.

- Bilindbûna milîsên veşartî

Piştî kuştina Silêmanî milîsên alîgirên Îranê li sehayê çalakiyên xwe yên dijberê Amerîkayê zêde kirin, dîsa bi teşebûsên Îtifaqa Fethê ya bin serokatiya Hadî el-Amiriyê alîgirê Îranê da di 5ê kanûna paşîn a 2020î da biryara der barê ji welêt derxistina hêzên Amerîkayê û yên biyanî bi yekdengî li Parlementoya Iraqê hatibû qebûlkirin. Qerar her çiqas zorê nedê jî ji ber ku Amerîkayê xwe neda ber vê yekê Iraqê bêtir di navenda xeta rageşiyê ya Amerîka-Îranê da cî girt. Amerîkayê bersiva tund da tehdîdên milîsên alîgirên Îranê yên der barê hebûna eskerî ya Amerîkayê da û kom û serokên alîgirên Îranê yên bin bavê Heşdî Şabiyê da hilda lîsteya mueyîdeyê. Ev yek bû sedem ku xeta berxwedanê ya Îran piştgirê wan e rêbaza xwe biguherîne. Her wiha di vê çarçoveyê da gelek komên "milîsên veşartî" derketin holê û êrîşên xwe ji ser qenalên çapemeniya civakî parve kirin û ev yek jî komên navborî anî asteke wisa ku ji wan hesab nayê pirsîn.

Wekî milîsên nû Raballah jî li gor milîsên şiî yên Îran piştgirê wan e gelekî nû ye. Li gor îdiayan piraniya endamên Raballaha ku ofîsa wê ya fermî tune lêbelê qenalên çapemeniya civakî çalak bi kar tîne û hêza wê ya onlîne hêzdar e ji komên wekî Ketaîb Hizbullah, Esaîb Ehlîl Heq, Ketaîb Îmam Elî, Harekat Hizbullah en-Nuceba û Saraya el-Xoresanî yên ku di bin banê Heşdî Şabiyê da ne û alîgirên Îranê ne pêk tê. Heşdî Şabiyê her çiqas piştî merasima derbasbûnê eşkere kiribe ku eleqeya Raballah bi wan ra tuneye jî daxuyaniyên koma milîs a navborî li Telegramê di qenalên propagandayê yên Heşdî Şabiyê belav bû û ev yek jî her çiqas fermî nebe jî têkiliyeke hîsî nîşan dide. Alayên Heşdî Şabiyê yên ku di dema derbasbûnê da li pêşiya hin wesayîtên ku Raballahê emilandin da cî girt jî nîşan dide ku "Qral tazî ye." Raz nîne ku fikra piraniya hêzên milîs ên van demên dawîn derketin holê Ketaîb Hizbullah e. Her wiha di meha kanûna pêşîn da gotinên ji serokên Ketaîb Hizbullahê Ebû Elî Eskerî yên der barê Kazimî da yên wekî "Wext ji bo ku guhê wî wekî ya bizinan bê birîn bi rastî jî gelekî guncan e" di merasima derbasbûnê ya Raballahê da hat bikaranîn, ev yek jî der barê tora têkiliyê ya rêxistinê da fikir dide. Di vê çarçoveyê da pêşaniya Raballahê rastî girtina endam Ketaîb Hizbullahê yê ku ji çend roj berê kuştina serbazekî îstixbarata Iraqê berpirsyar e hat jî rageşiya milîsan-hikûmetê eşkere dike.

- Bi pêşaniya hêzê çi hat armanckirin?

Raballah di mehên dawîn da bi êrîşên xwe yên dijî dikanên eraqfiroş û hêwanên masajê yên li Bexdayê va gelekî tê axaftin. Pozên birûpoş ên ku milîsên Raballahê li navenda paytextê dan sehneya dema DEAŞê Mûsil dagir kir anî hişê mirov. Bi danezana ku wê demê xwendin va bi daxwazên ji Serokwezîr Kazimî yên wekî qebûlkirina pêşnûmaya qanûna budçeyê, kura dolarê vekişînin asta berê û neşandina para ji budçeyê ya Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) va di mijara Hewlêr û Washîngtonê da hişyariyê didin Kazimî.

Hat eşkerekirin ku civîna sêyemîn a hevdîtinên stratejîk ên Amerîka-Iraqê ku dê li ser hebûna eskerî ya Amerîkayê ya li Iraqê û têkiliyên bazirganî û siyasî yên di navbera herdu welatan da bisekinin di nîsana 2021î da bê kirin û balê kişand ku ev pêşanî demildest piştî vê daxuyaniyê hat kirin. Polîtîkaya Îranê ya Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê her çiqas diyar nebe jî ji êrîşa asîmanî ya ku Amerîkayê di 26ê sibatê da li Sûriyeyê bir sermilîsên Iraqî yên alîgirên Îranê tê dîtin ku polîtîkaya wî ya dijî milîsên navborî berbiçavtir e. Di vê çarçoveyê da wisa xuya dike ku heke di hevdîtinên diyalogê da ji bo ku hêzên biyanî ji welêt bên derxistin têra xwe înîsiyatîf hilnede dê Raballah tehdeyê li Kazimî bike. Hêzên Amerîkayê yên li welêt her çiqas piştî hevdîtina tura duyemîn ên par hatin kirin hema bêje nîvenîv eskerên xwe yên ku jimara wan kêmzêde 5 hezar e paşva kişandibe jî dîsa dibe hedefê milîsên alîgirên Îranê.

Digel vê milîsên alîgirên Îranê yên naxwazin ku rastî bersivên tund ên Amerîkayê bên bi rêya milîsên veşartî va hewl didin ku ji vê berpirsyariyê birevin. Ev rewş hem li hundir hem jî li dervayê welêt zirarê dide îtibara hikûmeta Iraqê û hikûmetê bi Amerîkayê ra tîne pêşberî hev. Bi taybetî jî piştî ku Kazimî eşkere kir ku li Iraqê tehdîda ewlehiyê nemaye û dijî dîplomatên li welêt tu tehdîd nemaye û piştî ziyareta Papa ya bê pirsgirêk. Heke bê bibîranîn Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo çendî caran gotibû ku heke hikûmeta Bexdayê di mijara êrîşkariya milîsên şiî da pêngavan neavêje Amerîka dê rêbazên xwe bi kar bîne. Di vê çarçoveyê da muhtemel e ku birêvebiriya Bîden jî di serî da mijara milîsên veşartî milîsên alîgirên Îranê bêtir hilde rojeva xwe.

Her wiha tesadûf nîne ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku partiya herî hêzdar a HKIyê ye û di van demên dawîn da rageşiya di têkiliyên wê yên bi komên milîs ên alîgirên Îranê ra her ku diçe zêde dibe di nav hedefên Raballah da cî digire. Lewra rageşiya di navbera PDK û milîsên alîgirên Îranê da ji ber sedemên wekî budçe, hebûna hêzên Amerîkayê yên li welêt û pêşnûmaya qanûnê ya der barê mehkemeya federal derdikeve.

Kurd hember Tehran û Bexdayê hebûna Amerîkayê ya li welêt ji bo xwe wekî temînatekê dibînin û digel vê yekê wisa bawer dikin ku hebûna Amerîkayê ya li welêt dê bibe hêmana hevkêşeyê. Kurd piştî ku Silêmanî hat kuştin li Parlementoya Iraqê beşdarî rûniştina der barê ji welêt derxistina hêzên biyanî nebûn, piştî vê yekê Îranê êrîşên balîstîk biribûn ser Hewlêrê. Dîsa koma milîs a bi navê Ehrarî Kurdistan di cotmeha 2020î da, koma bi navê Saraya Ewliyaû'd Dem jî di meha sibatê da baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê hedef girtibû. Her wiha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştgirî dabû pêşnûmaya qanûnê ya ku di Mehkemeya Federal a Iraqê da mirovên dînî jî di heyetê da cî bigirin lê PDK û wekîlên Kurdan ên din piştgirî neda. Koalîsyona Fethê û Koalîsyona Dewleta Qanûnê yên alîgirên Îranê ku pêşîkêşiya vê pêşnûmayê kir ji ber ku pêşnûma nehat pesendkirin peyamê didin Kazimî ku di mijara budçeyê da PDKyê tengezar bikin. Ji ber ku di mizakereyên budçeya 2021ê da aliyan hê li ser metna dawîn li hev nekiriye. Partiyên şiî yên alîgirên Îranê ji bo ku HKI bikaribe ji fonên federal para xwe hilde dixwazin ku di berpirsyariyên neft û dewirkirina dahatên dervayî neftê da guherînan bikin lê Kurd dijî vê yekê derdikevin.

Di vê çarçoveyê da helwesta milîsên alîgirên Îranê yên ku di demên dawîn da dijî HKIyê zêde bûye digel êrîşa Raballahê ya di cotmeha par da ya dijî ofîsa Bexdayê ya PDKyê peyama ku di çalakiya dawîn da hat dayîn nîşan dide ku dê zexta dijî PDKyê zêde bibe. Digel vê yekê dema mirov bala xwe dide daxuyaniya PDKyê ya wekî "Li Iraqê berpirsyar kî ye? Hikûmet e yan parlemento yan e milîs?" tê fehmkirin ku dê hember milîsan paşda gav neyê avêtin. Ji hêla din va pirsa hat pirsîn hemleyeke wisa ye ku dê zorê bide Kazimî ku der barê milîsan da pêngavekê biavêje.

- Zehmetiya li benda Kazimî ye

Kazimî piştî ku di gulana 2020î da hat peywirê ji bo ku Heşdî Şabiyê hilde bin kontrolê gelekî xebitî, di hezîranê da ji bo ji nû va sazîbûna Heşdî Şabiyê her çiqas biryarname biweşîne jî mixabin ku di vê mijarê da pêş neket. Bi taybetî guherînên tund ên di sektora ewlehiyê da û gotina wê ya divê çekên bêkontrol di destê dewletê da bin aliyan anî pêşberî hev.

Di vê çarçoveyê da ji bo Kazimî her wiha emrê ku bi hinceta êrîşa roketê ya dijî Balafirgeha Bexdayê ya Hezîrana 2020î û Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê hat kirin ji bo binçavkirina 14 milîsên Ketaîb Hizbullahê da xala destpêka rageşiya bi milîsan ra be jî li ser zextan gumanbar di demeke kurt da hatin berdan. Dîsa milîsên Esaîb Ehlîl Heq ji bo ku endamên ku bi hinceta êrîşa fuzeyê ya ku di 22yê kanûna pêşîn da li Bexdayê li Herêma Kesk Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê hedef girtin hatibûn binçavkirin li kolanên Bexdayê bên berdan hêza xwe nîşan da û Kazimî jî fermandarên Saziya Têkoşîna Dijî Terorê hilda ba xwe û li kolanên paytextê geriyabû û gotibû ku "Dema hewce bike em amade ne ku bên pêşberî hev". Pêwîstiya israra Kazimî ya ji bo ji nû va sazîkirina Heşdî Şabiyê û çek divê di destê dewletê da bin bi şova dawîn a Raballah va cardin derket holê.

Wekî ku di hedîseya dawî da jî xuya bû milîsên şiî yên her ku diçe hikûmetê bêtir tehdîd dikin bi Kazimî ra ji ser lûleya çekan mizakere dikin. Milîsên şiî her çiqas berpirsyariya êrîşan hildidin ser xwe jî ji ber ku bi awayekî fizîkî nikarin mueyideyê bikin destê hikûmetê tê girêdan û îdiaya komên navborî ji hêla komên milîs ên di bin banê Heşdî Şabiyê da tên birêvabirin vê zehmetiyê xurtir dike. Ji ber ku Heşdî Şabiya ku milîsên alîgirên Îranê piştgirê wan e li Iraqê ji sala 2016an vir va parçeyeke fermî ya mekanîzmaya ewlehiyê ne. Ev yek her çiqas bibe alîkar ku veguherîna dewlet-milîsan bê fehmkirin heman demê da dijwariyê derdixîne ku hikûmet di hedîseyên manend de hêzê bi kar bîne. Di vê çarçoveyê da Heşdî Şabî berpirsyariyê ji ser xwe diavêje ev yek jî nîşan dide ku dê Kazimî bêtir bikeve tengasiyê û ev rewş dîsa derdixîne holê şert e ku Heşdî Şabî rastî veguherîneke rasteqîn bê.

Wek encam wekî ku di pêşaniya Raballah da hat dîtin nîşandana çekên milîsan ji hêla milîsên alîgirên Îranê va merheleyeke nû destnîşan dike. Heke bersiva vê neyê dayîn muhtemel e ku bûyerên manend biqewimin û ev yek jî dê bibe sedem ku meşrûiyeta welêt bêtir bê jêpirsîn. Ji vê aliyê va divê kesên wekî Muqteda es-Sadrê ku bi tundî xwepêşandana Raballahê rexne kir bi kesên ku di siyaset û civakê da bandora wan heye ra ji ser mijara welêt divê ji meyla milîsbûnê bê paqijkirin û desthilatdariya dewletê mizakere bên kirin û bi hev ra tevbigerin. Dîsa divê piştgiriya Kurdên ku berteka tund nîşanî vê yekê dan û aktorên sunî yên ku bi Îranê ra di heman xetê da cî nagirin bê hildan. Her çiqas dijwar be jî heke koma milîs a navborî neyê cezakirin û peyama tund nedin komên alîgirên Îranê yên di nav Heşdî Şabiyê da û birêvebiriya Tehranê muhtemel e ku ev fenomena ku diguhere welatê ku amadehiya hilbijartinê dike û ji tengasiyeke aborî derbas dibe bêtir teslîm hilde. Ji ber ku digel hêza eskerî ya komên alîgirên Îranê dema mirov çalakiya wê ya di parlementoyê da bide ber çav ev îhtimal ne ji wan e ku bê paşguhkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.