Nûçeyên analîzê

Mihemed bîn Selman çima nêzî Îranê dibe

Di demên dawîn da li Rojhilata Navîn dewlet di polîtîkayên xwe yên derva yên ji ber ku çendî sal e dişopînin êdî bûye wekî kevneşopiyekî da sinyalên guherînên mezin didin.

Dr. Necmettin Acar   | 05.05.2021
 Mihemed bîn Selman çima nêzî Îranê dibe

Istanbul

 Di demên dawîn da li Rojhilata Navîn dewlet di polîtîkayên xwe yên derva yên ji ber ku çendî sal e dişopînin êdî bûye wekî kevneşopiyekî da sinyalên guherînên mezin didin. Nêzbûna Kendav-Îsraîlê, meyla nêzbûna Tirkiye û Misrê, daxwaza dualî ya ji bo xurtkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye-Îsraîlê da, hewldanên Iraq, Urdin û Misrê yên ji bo avakirina blokeke Ereban a alternatîf wekî mînanên herî girîng ên ji bo teşebûsên ji nû va verastkirina polîtîkayên derva yên welatên herêmê ne.

Dema ev geşedanên girîng ên ku di polîtîkaya derva yên welatên ku li herêmê di nav reqabetê da ne diqewimin bêguman geşedana herî girîng ew e ku nîşane tên ku di navbera Îran û Erebsitana Siûdî ku "dijminên eslî" yên herêmê ne nermbûnek çêbûye. Der barê hevdîtinên veşartî yên ku demek e li Bexdayê dewam dikin da agahî belavî nav raya giştî dibûn. Lêbelê daxuyaniyên Mihemed bîn Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî yên hefteya borî yên wekî "Îran dewleteke cîran e û em dixwazin ku têkiliyên me yên pê ra baş û bijarte bin" û "Em dixwazin ku Îran di nav gumrahiyê da be û di navbera me da berjewendiyên dualî çêbin" dibe ku wek nîşaneyeke girîng a ku dê li herêmê di demek nêz da guherînên gelekî girîng çêbin bê nirxandin. Di serî da Erebistana Siûdî meylên welatên herêmê yên ji bo ji nû va sazkirina polîtîkayên xwe yên dervaû geşedanên herêmî û kurewî yên ku di demên dawîn derketên holê nêzî hev in.

- Di heyama pêvajoya Bihara Ereban da dînamîkên polîtîkaya derva ya Siûdiyan

Dagirkirina Iraqê ya di sala 2003yan da û pêvajoya Bihara Ereban a ku piştî wê di sala 2010î da dest pê kir bû sedem ku dewletên girîng ên herêmê yên wekî Iraq, Misir û Sûriyeyê qels bibin û ji hevkêşiya hêzê ya herêmî derbikevin. Ev guherîna radîkal a di hevkêşiya hêzê ya herêmî da ji bo du geşedanên girîng derî vekir: Bi qelsbûna sê dewletên herî hêzdar ên alema Ereban ra di siyaseta Rojhilata Navîn û Ereban da destê welatên wekî Tirkiye û Îran ku Ereb nînin xurt bû û li herêma Levant, Qizildenîz, Erebistgana Başûr û Kendavê valahiya hêzê derket holê.

Di vê pêvajoyê da bloka Ereban a statukoparêz a ku Erebistana Siûdî Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebe (MYE) jî hilda ba xwe û hewl da ku ava bike hem ji bo ku pêşî lê bigire ku hêzên reqîb vê valahiya hêzê daegirin hem jî nifûza xwe ya li herêmê berfireh bikin hem jî di siyaseta Rojhilata Navîn û Ereban da bandora welatên wekî Tirkiye û Îranê ku Ereb nînin kêm bikin berê xwe dan polîtîkayeke biîdia û maceraperest. Midaxeleya eskerî ya dijî Bahreynê, plankirin/piştgiriya ji bo derbeya dijî Mihemed Mursî ya di sala 2013an da a li Misrê, midaxeleya eskerî ya dijî Yêmenê, Rehîn girtina Saad Herîriyê Serokwezîrê Lubnanê û ji bo îstifayê zordayîna wî û teşebûsa dîzayna siyaseta navxweyî ya Lubnanê, li Lîbyayê piştgiriya ku didin General Xelîfe Hefterê derbekar, abluqeya dijî Qeterê, hewldana li Sûriyeyê avakirina blokeke mixalif a a lîgirê Siûdî û herî dawî teşebûsa derbeyê ya ku meha borî li Urdinê derket encamên vê polîtîkayê bûn. Lêbelê digel ewqas hewldanên dîplomatîk, eskerî û aborî yên ku Siûdiyan xerc kir polîtîkayên biîdia û maceraperest ên hatin jimaratin piştgirî neda berjewendiyên neteweyî yên welêt û li herêmê bajarên ku hatin jimartin nekarîn ku ne Îranê ne jî Tirkiyeyê hevseng bikin. Herî dawîn tecrubeya 10 salên dawîn nîşan da ku Erebistana Siûdî herçiqas ji hêla aborî va gelek mezin be jî ji hêla eskerî va gelekî biçûk e û di tu qeyranên ku çareseriya wê xwe dispêre kapasîteya eskerî da derfeta serkeftina Siûdiyan tune.

Îşaretên germ ên ku di demên dawîn da di poltîkaya derva ya Siûdî da didin Îranê nîşan dide ku ev serneketina navborî ji hêla qedemeya herî jor a dewletê va jî êdî hatiye dîtin. Polîtîkayên maceraperest û bi îdia ên ku ji kapasîteya eskerî û endustriyel ên welêt jortir in ênkadroyên bêtecrube û ciwan ên ku welêt bi rê va dibin û hêrsa wan ji tecrubeyên wan derbas dibe ji her aliyê ve zirar da Erebistana Siûdî û welêt qels kir. Midaxeleya eskerî ya Yêmenê derfetên aborî û eskerî yên welêt qedandin û kuştina Cemal Kaşikçi zirareke mezin da îmaja welêt a li alema Îslamê û Rojavayê. Erebistana Siûdî bi piştgiriya da "Peymana Sedsalê" pişta xwe da doza Filistînê û polîtîkaya nêzbûna Îsraîlê meşand, ev yek jî bû sedem ku serdestiya xwe ya di gotinê da ya ku di salên borî da bi saya rola xwe ya pêşîkêş a ku di mijara Filistînê da lîst bi dest xistibû winda bike.

- Faktorên zora dan Mihemed bîn Selman ku nêzî Îranê bibe

Kadroyên ciwan ên ku îro Erebistana Siûdî bi rê va dibin li welêt guherînên mezin plan dikin. Armanca vê planê ew e ku welêt girêdayî dahatên neftê nemîne û kapasîteyeke xurt a aborî bê avakirin. Pêkan xuya nake ku birêvebiriya Siûdî ji bo ku hêzeke herêmî ya wekî Îranê ku çarmedorê wê bêîstiqrarî û şerên navxweyî heye hevseng bike daimî xerckirina parastinê dike di atmosfereke wiha da guherîna aborî ya tê payîn bike. Lewra ji bo ku Riyad qet nebe pêşaniyên xwe yên aborî pêk bîne gelekî hewcehiya wî bi aştiya herêmî heye.

Armanca pêvajoya nermebûnê ya bi Rîanê ra ew e ku hem rageşiya ku di sehaya eskerî da zêde ye kêm bike hem jî bêtir veberhênanê bikêşe welêt û şûna ku çavkaniyên welêt bêne parastin berî xwe bidin qadên hilberîner. Di vir da dosyeya Yêmenê gelekî girîng û krîtîk e. Siûdî dixwazin ku di demek kurt da ji vê maceraya bêmene ya ku çavkaniyên welêt xerc dike derbikevin. Dema mirov atmosfera ewlehiyê ya berdest bide ber çav mimkûn xuya nake ku veberhênanên tên payîn bên welatê ku bixwevehatina aboriya wê bêtir girêdayî veberhênan û fînansmana derva ye. Bi kurtasî heta ku şerê Yêmenê dewam bike mimkûn xuya nake ku aboriya welêt xwe bi de hev.

Ev pêvajoya nermbûnê bi siyaseta navxweyî ya Siûdî ra jî gelekî eleqedar e. Mihemed bîn Selmanê prensê Welîehd ê ku di pozîsyona birêvebirî fiîlî yê welêt da ye ji aliyekî va hewl dide ku reqîbên xwe yên di nav xanedanê da berteref bike ji aliyê din va jî mecbûr e ku bi mixalefeta ulemaya Selefî ya dijî projeyên "modernkirina" welêt ra mijûl bibe. Nifûza vê mixalefetê li ser civaka Siûdî û pergala polîtîk gelek e û ev rastî tê zanîn. Kêmbûna rageşiya bi Îranê ra dê raya giştî ya Siûdî da xizmetê kêmbûna nêrîna tehdîdê bike û destê aliyê alîgirê tundiyê jî qels bike.

Peyamên germ ên ku Siûdiyan di demên dawîn da ji Îranê ra şandin di heman demê da bi siyaseta navxweyî ya Îranê ra jî eleqedar e. Di hilbijartinên Îranê yên ku dê di demek nêz da bên kirin heke şûna kadroyên nerm ên niha şahîn di siyaseta Îranê da xurt bibin dê tehdîdên eskerî yên dualî zêde bibin û ev yek jî dê dudiliya ewlehiyê ya Siûdiyan kûrtir bike. Ji ber vê Riyad ji Tehranê ra peyamnên germ dişîne ku rageşiyê kêm bike û di siyaseta navxweyî ya Îranê da destê şaxa şahînan qels bike.

Digel geşedanên hatin jimartin ên ku di atmosfera siyasî ya herêmî da qewimîn guherînên ku di demên dawîn da di atmosfera siyasî ya kurewî da qewimîn jî zorê dide Riyadê ku polîtîkaya xwe ya derva ji nû va saz bike. Geşedana herî girîng a kurewî ew guherînên girîng in piştî ku Joe Bîden bû serok di polîtîkaya Rojhilata Navîn a Amerîkayê da derketin.Birêvebiriya Bîden rapora Kaşikçi weşand, piştgiriya ku di şerê Yêmenê da dida Siûdiyan rawestand, bi temamî ji Efxanistanê vedikêşe û ya herî girîng jî dixwaze ku bi Îranê ra vegere peymana nukleerê , ev hemû jî Siûdiyan dilnerehet dike. Birêvebiriya Riyadê berî Bîden hember Îranê ji kapasîteya eskerî, aborî û dîplomatîk a Îsaîlê ewle bûn lêbelê ji ber ku Bîden li gor Trump hember Îsraîlê sartir e mecbûr ma ku vê polîtîkaya xwe revîze bike.

Em dikarin bibêjin ku "Sendroma Obama" ya ku di heyama Obama da ji bo îfadekirina polîtîkaya derva ya Amerîkayê ya ji bo Rojhilata Navîn dihat emilandin bi Bîden ra dîsa li Riyadê derketiye holê. Obama dema ku polîtîkaya derva ya Amerîkayê ya ji bo herêmê diyar kir hesasiyetên Riyadê zêde nedabû ber çav. Digel hemû îtirazên Riyadê eskerên xwe ji Amerîkayê vekişiyabû, peymana nukleerê ya ku bi Îranê ra îmze kir, dûrmayîna ji midaxeleya eskerî ya dijî rejima Esed û bêdil piştgiriya şerê Yêmenê encamên vê helwestê bûn. wê heyamê Obama guh nedabû hesasiyetên ewlehiyê yên Siûdiyan û ev yek li Riyadê bibû sedema fikarên wekî dê Amerîka Îranê bihêle nifûza Îranê. Dema mirov li polîtîkaya Bîden a herêmê dinêhêre mirov dikar ebibêje ku polîtîkayeke manend dişopîne. Lewra Bînde bi pêngavên ku di 100 rojên ewil avêtin va nîşan da ku guh nade hesasiyetên ewlehiyê ê Siûdiyan yên hem di warê Îranê da hem jî di mijara Yêmenê da.

Dema mirov ji nêz va li polîtîkaya derva ya Siûdî a pênc salên dawîn dinihêre meylên gelekî cuda û hev nagirin dibînin. Di sala 2015an da dema ku Mihemed Bîn Selaman hê di 29 saliya xwe da hat ser peywira Wezareta Parastinê ya Siûdî polîtîkaya ewlehiyê û derva ya Siûdî ji bo hevsengkirina Îranê li ser avakirian konsensusa Sunî-Ereban sekinî. Armanca polîtîkaya derva ya herî mezin ew bû ku di vê heyamê da bi navê "Artêşa Îslamê", "NATOya Ereban" û "Hêza Mertala Kendavê" kapasîteyên eskerî yên welatên Sunî û Ereb bîne bal hev û koalîsyonên eskerî yên êzdar ava bike û Îranê hevseng bike. Lê dema em gaihşatin salê 2020î Siûdiyan dev ji polîtîkaya xwe berdan û ji bo hevsengkirina Îranê berê xwe dan polîtîkayeke bereks û nêzî Îsraîlê bûn. Sal 2021 e û birêvebiriya Riyadê vê carê daxuyaniyên wekî "Îran dewleteke cîran e û em dixwazin ku pê ra têkiliyên baş û bijarte deynin" û "Em ji bo gumrahiya Îranê dixwazin ku di navbera me da berjewendiyên dualî çêbin." dide.

Em dikarin vê teqez bibêjin ku fikara ewlehiyê ya Riyadê her ku diçe zêdetir dibe. Di vê fikara ewlehiyê da jî rojeva herî girîng berjewendiyên weltê û di wadeya dirêj da nînin, hewcehiya ewlehiyê ya rojane ye. Acîliyeta hewcehiya ewlehiyê ya rojane ya welêt dijwar dike ku dêhna xwe bidin ser berjewendiyên mawe dirêj. Mirov dikare bibêje ku di heyama dwîn da li Riyadê (di çarçoveya hin guherînin di hevsengên navxweyî da jî) pêvajoyên çêkirina polîtîkaya derva di nav kaosê da ye. Heke ne mimkûn nabe ku mirov polîtîkayên derva yên kevnar ên ku di 5 salên dawîn da evqas ji ev nagirin îzah bike.

[Dr. Necmettîn Acar Serokê Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanista Siyaset û Îqtisadê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın