Nûçeyên analîzê

“Keçên Kobanê” û rîskên polîtîkaya Amerîkayê ya PKK/PYDyê

Şîrketa produksiyonê Hidden Light Production a Wezîra Karên Derva ya berê ya Amerîkayê Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clintonê mafên bernameya TVyê ya pirtûka Gayle Tzemach Lemmon a bi navê "Keçên Kobanê

Ekip   | 16.02.2021
“Keçên Kobanê” û rîskên polîtîkaya Amerîkayê ya PKK/PYDyê

Istanbul

Şîrketa produksiyonê Hidden Light Production a Wezîra Karên Derva ya berê ya Amerîkayê Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clintonê mafên bernameya TVyê ya pirtûka Gayle Tzemach Lemmon a bi navê The Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage and Justice (Keçên Kobanê: Çîrokeke Serhildan, Cesaret û Edaletê) kirî û vê yekê li Tirkiyeyê dengvedaneke mezin bi xwe ra anî. Hat destnîşankirin, pirtûka ku dê 16ê Sibatê ji hêla weşanxaneya Penguin were weşandin û dû ra jî dê wekî rêzefîlmeke kurt were weşandin, dê ji hevpeyvînên bi "milîsên Kurd" pêk were ku hemû jin in û li Sûriyeyê bi awayekî aktîf beşdarî şerê dijî rêxistina terorê DEAŞê bûne û her wisa pirtûk dê nûçeyên qadê jî bihewîne. Îfadeya Hillary Clintonê ya der heqê pirtûkê da ya "çîrokeke muezem a jinên cesûr û jîr e ku ji bo edalet û wekheviyê şer kirin" bû sedema bertekên zêde.

Di şîroveyên gelek nivîskar, aktîvîst û saziyên weşan û ragihandinê yên li ser pirtûkê da lehengên çîrokê wekî "hevkarên me yên Kurd ên Sûriyeyî" hatin tewsîfkirin û gelekî pesnê wan hat dayîn ku mafên jinan di navendê da "şoreşek" pêk anîn, di şer da rêxistina terorê DEAŞ têk birin û rêz û piştevaniya Hêzên Taybet ên Amerîkayê bi dest xistin. Dibe ku helwesta giştî ya raya giştî ya navneteweyî ya li ser meseleyê, nûbûn û naveroka mijarê û şêweya amadekirina wê ya bi bandor tesîr li van hemû şiroveyan kiribe. Lêbelê di şîroveyên li ser pirtûkê da ev îfadeya li ser Yekîneyên Parastina Jin a şaxa jinan a YPGyê ya baskê PKKyê yê li Sûriyeyê, pir balkêş e: "Ya herî girîng jî ew e ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di şerê dijî DEAŞê da gelek carî qehremaniya xwe selimandin."

Ji weşanên navborî dixuyê ku dixwazin nêrîna "sazûmaniya bi navê Yekîneyên Parastina Jin a li Sûriyeyê yek ji serkêşên têkoşîna dijî rêxistina terorê DEAŞê ye" belav bikin. Lêbelê gava mirov wê rastiyê bide ber çavan ku YPJ, perçeyek ji sazûmaniya rêxistina terorê PKKyê ya li Sûriyeyê ye, mirov dikare wateyeke din jî li van yekan hemûyan bar bike.

Ev gotin pêşiyê dê piştgiriyê bide hewldanên meşrûkirina rêxistinê ku ji berê va dibêjin ku PYD/YPG sazûmaniyeke ji PKKyê serbixwe ye. Ya duyemîn jî rastî wan rojên ku li Amerîkayê birêvebirî dewrî Bîden bû û demeku ku polîtîkayên der barê herêmê da ji nû va hatin diyarkirin anîn rojevê, ev yek jî encama stratejiyeke bîrewer e. Di vê mijarê da tê da feyde heye ku gotina "Trumpê ku şervanên Kurd ên DEAŞ têk birin tenê hişt" jî bi hev ra bê nirxandin.

Dê rasteqîn nebe ku mirov bibêje tesadûf e ku di vê pêvajoyê da jinan bi taybetî derdixînin pêş. Mijara mafên jinan digel ku wek gotineke xwedî hêza tesîra navneteweyî ye tê nirxandin wekî yek ji mijarên ku di demên dawîn da herî zêde rastî îtibarê tê balê dikşîne. Li welatê me jî bi taybetî hesasiyeta ku ji bo şîdeta dijî jinan derketiye holê di rojevê da ye. Ji hêla navneteweyî va jî bi taybetî tevgera "Me Too" (Ez jî) ya ku Tarana Burkeya aktîvîsta civakî ya Amerîkayî di sala 2006an da bi kar anî û Alyssa Mîlanoya ku aktîvîsteke din a Amerîkayî ye di sala 2017an da populer kir, meyla pêş dibîne ku balê bikşîne ser mijara mafên jinan bi taybetî welatên Rojava tesîra xwe didomîne.

Baş e lê gelo PKK/YPJyî cara ewil e di çapemeniya Rojava da cî digirin? Helbet nexêr. Gelek kovar û rojname û fîlm û rêzefîlmên navenda wan Amerîka û Ewropa ye û navdar in jî milîtanên jin ên YPJyî ji xwe ra kiribûn mijar. Bûyerê bi vê tenê ra nema û meqamên fermî yên Amerîkayê jî di demek nêz da mijar anî rojevê. Albay Wayne Marottoyê Berdevkê "Operasyona Biryardariya Xwezayî" ya ku koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê li ser navê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li Iraq û Sûriyeyê ava kir ji ser Twîtterê peyamek parve kir û got ku "Îro roja rizgariya Kobanê ye; di 26ê rêbendana 2015an da bi piştgiriya asîmanê ya Operasyona Biryardariya Xwezayî şervanên Kurd Kobanê xilas kir, nîşan da ku DEAŞ têkneçûyî nîne û wê ji hedefeke stratejîk mehrûm kir. Ji ber ku mînakeke hevkariya ewledar û behredar nîşan dan em Kurdan pîroz dikin." Li bin peyama Twîtterê jî wêneyeke çekdar a terorîstên jin ên YPJyî hat zêdekirin.

Wisa xuya dike ku rûyê nû ya PKKya rêxistina terorê da jinên YPJyê wek "rûyên vîtrînê" ne. Li gor hişmendiya raya giştî ya Rojavayê jî ev tevgereke bi cih da ye. Navê PKKyê qet nayê gotin lê ji ber pirtûka navê wê "Keçên Kobanê" bala mirovan diçe ser YPJyê û PYD/YPGyê ku ev jî tê wê meneyê ku dixwazin hewldanên xwe meşrû bidin nîşandan.

Di rastiyê da YPGyê beriya şerê navxweyî ya li Sûriyeyê bi saya PKKyê sazûmaniya xwe ya siyasî û eskerî pêk anî, piştî şerê navxweyî navê xwe da bihîstin. Ji ber ku hêzên kurewî jî beşdarî şerê navxweyî bûn navê rêxistinê di qada navneteweyî da zêdetir hat bihîstin. Bi saya piştgiriya ku li rêxistinê hat kirin PYD/YPG di têkoşîna dijî DEAŞê da bû sifatek, li Amerîka û gelek welatên Ewropayê bi vê sifatê nûnertiyên siyasî vekir.

Wek ku tê zanîn Amerîka PKKyê wek rêxistineke terorê qebûl dike, ji bo rêvebirên rêxistinê bê girtin bi milyon dolaran xelat diyar kiriye, navê hin rêvebirên wê jî di lîsteya qaçaxçiyên hişbirê yên mueyîde lê tên kirin da eşkere kiriye. Lê Amerîka tu carê PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê û şaxa wê ya çekdar a YPGyê wek rêxistina terorê qebûl nake. Ji bo sedema vê jî mirov dikare bibêje li Sûriye û Iraqê di geşedanan da hewcedariya wê bi rêxistinên wek YPG û yên din heye. Lê ev nikare li ser PKKya ku gelek welat, YE, NY û NATO wê wek rêxistina terorê qebûl dike pêk bê. Têkiliya PKKyê bi Îran û Rûsyayê ra jî heye. Heke ev jî bê nirxandin tê dîtin ku ji bo ew hêzeke meşrû bê îqamekirin hewl tê dayîn.​​​​​​​

Divê bê zanîn ku Amerîka bo herdu rêxistin (PKK-PYD/YPG) wekî ji hev cihê bin tevdigere û ji bo meşrûkirina PYD/YPGê rê vedike û bi kêr tê. PKK rêxistina terorê ye û di raporên fermî da jî ev yek hatiye îspatkirin û sûcên di şerê navxxweyî yê Sûriyeyê da kiriye jî bi belge ne bihayê pêşxistina îmaja YPGê jî wê ji îmaja Amerîkayê bê.

Mijareke din a ku divê bê zanîn jî mijara şervanên terorîst ên biyanî ne. Li gor Biryara 2178an a Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî şervanên terorîst ên biyanî ji cihekî ber bi cihakî va birin gefeke pir bi talûkeye û ew kes bi tenê li eniyên DEAŞê nînin. Di nav YPG û HDSyê da jî endamên YTSê hene û divê bê zanîn ku piraniya wan jî ji Ewropayê ne.

PKK û baskên wê bi tenê ne ji bo Tirkiyeyê bo herêm û mirovahiyê jî gef in û Amerîka rasterast û yan jî bi çiv û qewsan piştevaniyê dide wan û ev tevgera ku xesasiyetên ewlehiya Tirkiyeya mitefîqê NATOyê ye tune tên hesibandin rewşeke ku bê qebûlkirin nîne. Têkîliya Amerîkayê ya bi rêxistinbûnên terorê yên ku mimkun e li Sûriye û Iraqê dijî Tirkiyeyê bin wê ji alî Enqereyê va gelek girîng be.

Di 14ê Sibatê da 13 welatiyên Tirkiyeyê yên mesûm û bêçek ku şeş sal berê ji ser axa Tirkiyeyê revandibûn û bi darê zorê di kampan da girtibûn awayek hovane hatin kuştin û vê yekê jî careke din nîşan da ku li herêmê di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da bi awayekî mayînde ji holê rakirina PKKya rêxistina terorê û şaxên wê çiqas muhîm e. Tirkiye di vê mijarê da hemû derfetên xwe dike rewacê û wekî ku heq e jî li benda alîkariya mutefîkên wek Amerîkayê ye.

[Îbrahim Aydin Şêwirmendê Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) e]

[Doç. Dr. Îsmail Numan Telcî di mijarên wek Siyaseta Rojhilata Navîn, şoreşên Ereban, pêvajoya şoreşa li Misrê û siyaseta Bendavê da pispor e û hîndekarê Enstîtuya Rojhilata Navîn û Beşa Têkîliyên Navneteweyî ya Fakulteya Agahiyên Siyasî ya Zanîngeha Sakaryayê ye û di heman demê da jî Alîkarê Serokê ORSAMê ye.]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.