Nûçeyên analîzê

Herêma Kurdistana Iraqê di sala sêyemîn ya referanduma serxwebûnê da çi bi dest xist û çi wenda kir?

Nihat Kavşut,Abdullah Tel,Haydar Şahin   | 25.09.2020
 Herêma Kurdistana Iraqê di sala sêyemîn ya referanduma serxwebûnê da çi bi dest xist û çi wenda kir?

Istanbul

Analîz: Mehmet Alaca, Bekir Aydoğan

Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ku di dîroka xwe da bi referanduma serxwebûnê ya di 25ê Îlona 2017an da ku qederê ji sedî 93 'erê' derket nêzîkî serxwebûnê bû, di heman demê da ji ber encamên neyînî yên referandumê ku Iraq "dereqanûnî" dibîne bi talûkeya wendakirina destkeftiyên xwe ra rû bi rû ye ku piştî Amerîkayê di 2003yan Iraqê dagir kir bi dest xistibû.

Herêma Kurdistana Iraqê ji ber bertekên Iraq û dewletên li herêmê encamên referandumê da sekinandin û derbasî heyameke wisa bû ku xwest pêwendiyên xwe yên diplomatîk, siyasî û aboriyê yên bi aktoran ra xera bûbûn cardin baş bike. Di polîtîkaya navxweyî da ji xeynî sûcdarkirinên li ser bêbextiyê ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê da, tirsa perçebûn û şerê navxweyî ya mîna salên 90î û qeyra aboriyê ya mezintir dibe Herêma Kurdistana Iraqê bi pirsgirêkên wekî kêmbûna baweriya bi rêvebiriya encamên neyînî yên referandumê hesab nekir û pêşmergeyên ji Kerkûkê vekişiyan ra rû bi rû ma. Tevî Kerkûka ku hema hema nîvê dahata vejenê jê dihat û ji hêla dîrokî va li serê heq îdia dikir rêvebiriya Hewlêrê piraniya herêmên statuya wan dihatin nîqaşkirin ji dest da û ketin destê Bexdayê. Rêvebiriya Hewlêrê sê sal piştî referanduma ku pê serxwebûn dihat nîqaşkirin ji ber pirsgirêkên navxweyî û dervayî polîtîkayeke ku perçeyekî Iraqa ku ji hêla aboriyê va mihtacê wê ye, dimeşîne.

- Rêxneya ku referanduma serxwebûnê ji bona polîtîkaya navxweyî wek amûr hat emilandin

Herêma Kurdistana Iraqê ku piştî Iraq hat dagirkirin herêma herî biîstiqrar bû, dewlemend dibû û pêşketineke mezin lê hebû, ji ber ku di 2014an da bêyî Bexdayê îxraca neftê kir, Nurî Kemal el-Malîkiyê serokwezîrê wê demê budçeya Hewlêrê ya ji sedî 17 ku li gor destûra bingehîn dihat dayîn birî û miaşên karmendan neda li Herêma Kurdistana Iraqê qeyrana aboriyê derket. Ji xeynî pirsgirêka dahata neftê û budçeyê ya bi Bexdayê ra ji ber ku bihayên neftê kêm bûn, budçeya dijî DEAŞa ji sê paya payek Iraqê bi dest xist û 45 kîlomêtro nêzî Hewlerê bû hat xerckirin, barê penaber û kesên ji cî warên xwe bûn rewşa aboriyê xerabtir bû û li Herêma Kurdistana Iraqê protestoyên gel yên girseyî dest pê kirin. Di 2015an da ji ber ku partiyên siyasî li hember dirêjkirina dema wezîfeya Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê derdiketin piştî rageşiyên di navbera Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) ya di serokatiya Barzanî û partiyên din da û nedayîna miaşên karmendan di protestoyên li Silêmaniyê dest pê kirin da buroyên PDKyê hatin şewitandin û gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. PDKyê bi îdiaya ku protestoyan sor kiriye nehişt Yusuf Mihemmedê Serokê Meclisê û endamê Gorana şirîkê hikûmetê bikeve Hewlêrê û çar wezîrên Goranê ji wezîfeyê hilda, ji ber vê jî kar û barên meclisê sekinîn.

Li Herêma Kurdistanê ya ku partiyên siyasî li hev nedikirin, meclis nikaribû karê xwe bike, ji bo serokatiya Barzanî niqaşa "îllegal" e dihat kirin û mehaniya karmendan nedihat razandin protesto hebûn ji ber vê jî biryara referandumê ya Barzanî ji alî muxalifan va bi hincetên wek pirsgirêkên gel çareser nake, pêşî li rexneyên dijî PDKê tên kirin digire û daxwaza serxwebûnê ya Kurdên Iraqê dike qûrbana berjewendiyên polîtîk ên navxweyî dihat rexnekirin.

Ji hêla din va piştî ku têkoşîna li dijî DEAŞê qediya wisa hat hesabkirin ku wê Barzanî ji bo herêmên biniqaş ên di destê Bexdayê da ne gavekî biavêje û wî jî ji bo heqê Herêma Kurdistanê ya li ser wan herêmên biniqaş hene îspat bike xwest ku bila li wan deran jî referandum bê kirin û bi saya raya erê ya miletê va ew gavek din nêzîkî serxwebûnê bibe.

Piştî referandumê Bexdayê girt ser Kerkûkê û pêşmerge ji wê derê vekişiyan li ser vê jî di navbera PDK û YNKê da niqaşên bêbextiyê dest pê kirin û vê yekê jî nîşan da ku rêveberiya du serî ya Hewlêr û Silêmaniyê ya ku hêj rûneniştiye ji bo hewlên serxwebûnê zirareke mezin e û dibe ku hemû hewlan badilhewa bike. De wisa bû ku piştî referandûmê PDKê îdia kir ku YNKê bi Bexdayê ra li hev kiriye û bê şer û gule teqandin ew der teslîmî Bexdayê kiriye û ji ber van îdiayan jî hindik mabû herdû partî şer bikin û çekan biemilînin. Ji ber vê rewşê jî li Herêma Kurdistana dixwest serxwebûnê bi dest bixe şerê salên 90î ya di navbera PDK û YNKê da ku wek Brakujî dihat binavkirin ket rojevê.

- Ji mecbûrî hêsta serxwebûnê bi gotina perçeyekî Iraqê ne va cih guhert

Mesûd Barzanî piştî referandûmê ji ber zextên derveyî, zêdebûna muxalefetê ya nav welêt û tevgera Iraqê ya ku ji hêla aboriyê va Herêma Kurdistanê kir nav zehmetiyê di Mijdara sala 2017an da dev ji wezîfeyê berda, rayeyên wî jî dewrî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî, meclis û komîsyona edaletê bû. Di vê çarçoveyê da ji bo qeyrana aborî û dîplomatîk a bi Bexda û welatên derva ra qewimiye bê çareserkirin li ser encama referandumê nesekinîn û gavên erênî hatin avêtin. Nêçîrvan Barzaniyê ku di mijara referandumê da nermtir bû û têkîliyên wî yên bi Tirkiyeyê ra çêtir bûn piştî rayeyên serokatiyê hilda û bû Serokê Herêma Kurdistanê ji bo têkîliyên Hewlêrê yên bi Enqere û Tehranê ra xera bûbûn, çêtir bike hewl da û ji mecbûrî polîtîkaya ku ew perçeyekî Iraqê ne da sepandin.

Di heyama Heyder el Ebadiyê serokwezîrê berê yê Iraqê da bi rakirina ambargoya li ser qada hewayî û balafirgehên Herêma Kurdistanê va têkîliya di navbera Bexda û Hewlêrê da piçek baş bû lê Iraqê heqê Herêma Kurdistanê ya ji budçeyê ku ji sedî 17 bû di sala 2018an da daxist ji sedî 12,6an û ev yek careke bû sedema rageşiyê. Di heyama Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî da jî niqaşa di navbera Bexda û Hewlêrê da dewam kir. Serokwezîrê Iraqê Mistefa El Kazimiyê ku di meha Gulanê da dest bi wezîfeyê kir di meha tebaxê da qebûl kir ku ew ê ji budçeya federal mehê 320 milyar dînarê Iraqê (nêzî 266 milyon dolar) ji Herêma Kurdistanê ra bişîne.

Di heyama Kazimiyê ji bo çareserkirina kirîza budçeyê gav avêt da herdu alî li ser gelek mijarên bi niqaş ên wekî dahata vejenê, dahat û kontrola deriyên sînoran, budçeya 2021î, para HKIyê, qanûna hilbijartinê, herêmên bi niqaş, rola pêşmergeyan a di têkoşîna dijî DEAŞê da mizakereyan didomînin. Kazimî ji selefên xwe cuda tevgeriya di 10-11ê îlonê da bi helwesteke hembêzkirinê Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebçeya bajarên HKIyê ziyaret kir. Ziyaret dibe ku tevkariyê bide çaresekirina pirsgirêkên di navbera herdu aktoran da. Herwisa Kazimî di ziyaretê got, "Entegrasyona di navbera rêveberiya navendî û rêveberiya herêmî da girîng e. HKI parçeyekê jêneqetîn ê Iraqê ye. Diyalog û Qanûna Bingehîn dikarin pêşeroja Iraqa yek û bi îstiqrar hildin temînatê. Kazimî bi vê daxuyaniyê va hêviya çareserkirina pirsgirêkan zînde kir. Kazimî çû ziyareta rêveberiya Hewlêrê ya ku piştî referandumê dixwaze têkiliyên xwe yên bi Bexdayê ra pêş bixe û polîtîkaya parçeyekê Iraqê dimeşîne. Kazimî li poltîkaya kevneşop a Bexdayê ya ku HKIyê wekî parçeyê Iraqê dibîne xweyî derket û di têkiliyên dualî da lihevkirin derxist pêşiyê. Ev jî nîşan dide ku ji heyama referandumê cudatir di navbera Hewlêr-Bexdayê da têkilî hene.

Wekî mayîn 3 sal piştî referandumê li Silêmaniyê di navbera YNK û Goranê û PDKya reqîbê wan da niqaşên zêdekirina rayeyên malî û îdarî zêde dibin, ji referandumê vir da tê dîtin ku ji vê gotinên xwe dûr dikevin. Şîrove tên kirin ku li herêmê fikra rêveberiya duqismî tûj dibe û dibe sedema tirsa parçebûyînê.

Di salvegera 3yan a referandumê da HKI ji berê zêdetir ji hêla aboriyê va girêdayî Bexdayê bû, cudabûna di navbera PDK û YNKyê ji bo pirsgirêkên kronîk ên wekî gendelî, bêkarî, nepotîzm û bêîstiqrariya siyasî bû pirsgirêk û çareserî nehatin dîtin, dikarin ku bêjin ji ber vê HKIyê mecbûrî ji fikra serxwebûnê dûr bisekine û polîtîkaya parçeyekê Iraqê teqîb bike.

  

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın