Nûçeyên analîzê

Di peywendiyên Enqere-Washingtonê da hewla avakirina hevsengiyeke nû

Doç. Dr. Helin Sarı Ertem   | 09.11.2021
 Di peywendiyên Enqere-Washingtonê da hewla avakirina hevsengiyeke nû

Istanbul

 Doç. Dr. Helin Sari Ertemê peywendiyên Tirkiye-Amerîkayê ji bo AA Analîzê nirxandin:

Şîrovekirina pêberjêr û pêhevraziya van salên dawîn ên peywendiyên Tirkiye-Amerîkayê ne hêsan e. Pirsgirêkên ku dû hev qewimîn, ji kêşeya kûr a jihevbaweriyê bêtir, nîşaneya krîzeke mezintir e. Mirov dikare vê rewşê wekî "krîza nasnameyê" pênase bike ku çend aliyên wê hene.

- Di peywendiyên Tirk-Amerîkan da "krîza nasnameyê"

Piştî psîkolojî û sosyolojiyê, di qada zanista siyasetê da jî têgeha nasnameyê û ya krîza nasnameyê cih girt ku ev yek jî teqabulî atmosfera Şerê Vîetnamê dike. [1] "Krîza nasnameyê" ya ku mirov dikare wekî bêîstiqrariya berwext a der heqê kesayetiyê da tewsîf bike, ev demeke dirêj e ku di analîzên siyasî yên li ser netewe û dewletan da derdikeve pêşiya me. Unsûra sereke ya kêşeya di peywendiyên Tirk-Amerîkan da ew e ku hem civaka Tirk û hem jî ya Amerîkan ji ber krîzên nasnameyê yên hebûna xwe didomînin, çalakiyên cuda û berevajiyî hev dikin. Mirov dikare ji du hêlan va li ser vê yekê raweste: i) Civaka Tirk hêrs û pêbawernebûna xwe ya der heqê Rojava da nikare dayne aliyekî; ji nakokiya hestiyar a "Bereksê Rojava dixwaze bibe Rojavayî" gilîdar e û ji bo berdewamiya vê nakokiyê, Rojava li ser hev xeletiyan dike. ii) Gelê Amerîkayê yê her ku diçe dikeve dirûvekî pir-nasnameyî û li ser nasnameyên binî yên bêhejmar dabeş dibe, di sedsala 21emîn da nikare "Stratejiyeke Mezin" a nû derxe holê. Ev zexta ku bi bihêzbûna hêzên wekî Çîn, Hindistan û Rûsyayê xwe nîşan dide, vê krîza nasnameyê hartir dike.

Lewma jî, her çiqas aliyên wê yên xweser hebin jî krîzeke nasnameyê ya hevbeş a ji bo herdu aliyan heye. Ev krîz tesîreke kûr li peywendiyên dualî dike, di heman demê da di mijara "ka em ê peywendiyan çawa bidomînin" da hişan tevlihev dike. Ev yek, ramana "berjewendiyên nasnameyê jî tesîrê li polîtîkaya derva dike" [2] ya teoriya damezirîner, dike mîna gilêyeke şidiyayî.

- "Li hemberî Rojavayê Rojavayîbûn mimkun e gelo?"

Li Tirkiyeyê hewldanên li hemberî Rojavayê Rojavayîbûn beriya heyama Komarê dest pê kiriye û xwedî rabirdûyeke sê esran zêdetir e. Di sedsala 21an da her çiqas bûyerên nebaş çêbibin jî Tirkiye ji bo ku têkiliyên xwe yên bi Rojavayê va biparêze û pêşva bibe xebatan didomîne. Ji bilî vê têkiliyên wê yên bi Amerîkayê ra xwedî hin pirsgirêkan e. Di anketên dawîn ên raya giştî yên li Tirkiyeyê tên kirin da Amerîka di rêza yekem a "welatên ji bo Tirkiyeyê tehdîd in" da cih digire.

Li gor Rapora Lêkolîna Feraseta Raya Giştî ya Polîtîkaya Derva ya Tirkan a 2021ê ya Zanîngeha Kadîr Hasê, kesên wisa bawer dikin ku Amerîka ji bo Tirkiyeyê welatekî tehdîdê ye ji nîvê nifûsê zêdetir in. Ji pênc kesan sê kes têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê wek neyînî bi nav dikin û ji bo sedemê jî dibêjin di têkoşîna dijî terorê da nêrînên herdu welatan ji hev cuda ne. Ji sedî 54ê nifûsê dibêje endamtiya me ya NATOyê divê dewam bike lewra heke êrîşek çêbibe em dikarin ji NATOyê alîkariyê bibînin.

Di hewldana Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê da rê li ber Tirkiyeyê tê girtin ku ji bo jî cudatiya dîn û nasnameyê wek sedem tê nîşandan. Lê ji sedî 63yê nifûsê yên zanîngeh qedandine û perwerdeya lîsansa bilind dîtine hê jî piştgiriyê didin endamtiya YEyê.[3] Wisa xuya dike ku di navbera Tirkiye û Rojavayê da ji aliyekî va pirsgirêka pêbaweriyê heye, lê aliyê din va jî dixwaze têkiliyên eskerî, çandî û aboriyê bidomîne.

- Di têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê da kêmbûna baweriyê zêde dibe

Piştgiriya didin PKK/YPGya rêxistina terorê, di têkoşîna li dijî FETOyê da bi tenê hiştin, qeyrana S-400î û ji bernameya F-35an derxistinê va raya giştî ya Tirk mijara têkiliya îtifaqa bi Amerîkayê ra di hişê xwe da baş nade rûniştandin. Lê di têkiliyên Tirk-Amerîkan da berjewendiyên neteweyî û pergalên ji bo bidestxistina wan berjewendiyan bidestxistinê her diçe cihê dibin û ev yek jî balê dikişîne û di navbera herdu aliyan da dibe sedema cihêbûneke berbiçav. Tirkiyeyê berê ji ber tevgera li Iraqê û niha jî ji br ya li Sûriyeyê û mudaxeleya hêzên biyanî yên li wê derê ji bo yekîtiya axa xwe wek gef didît û ji bo ev nêrîna ku xwediye ji holê rabibe jî piştevaniya ji Washîngtonê hêvî dikir mixabin nabîne. Di mijara berjewendiyên neteweyî da herdu hevalbend awayê zirar bigihêje îtifaqê ji hev dûr dimînin. Digel hemû hişyariyên Enqereyê Amerîka li Sûriyeyê piştgiriya ku dide YPGê didomîne û ev jî nîşaneya vê yekê ye. Ev xeta ji hêla herêmî û gerdûnî va rîska ku Tirkiyeyê zêdetir nêzî hêzên reqîb ên Amerîkayê ne dike di nav xwe da dihewîne. Reqabeta di qada gerdûnî da çêdibe awayek xurt Çîn û Rûsyayê wek alternatîf derdixe pêş Enqereyê.

Qeyrana S-400î û yan jî ya F-35an wek pirsgirêka FETOyê hewlên rê li Tirkiyeyê birînê ye. Ev jî di nav raya giştî da dijberiya li hemberî Amerîkayê zêdetir dike. Ev tiştên di salên dawîn da diqewimin di şûna ji guherînê wêdetir tevlihevî heye.

- Di dewra kaosê da lêgerîna berjewendiyên neteweyî û hevsengiyên kurewî yên ku diguherin

Dinya li gor hinekan di kaosê da ye, li gor hinekan jî di dewreke fikarê da ye. Di vê dewra ku em dikarin bêjin "pêvajoya berwext" da Amerîka jî tengasiyê dikişîne ku Stratejiya xwe ya Mezin a sedsala 21an kifş bike. Raya giştî ya Amerîkayê jî ku gelekî parçe bûye û li hev bûne gur û agir jî pêşiya xwe nabîne û di çêkirina stratejiyeke polîtîkaya dereke ya hevpar da tengasiyê dikişîne. Sedema vê jî krîza nasnameyê ya duyem e ku me di serî da behs kiribû. Washington ne tenê bi Tirkiyeyê ra, Fransa û Almanya di serî da bi gelek mitefîqên xwe yên berê ra rojên xerab derbas dike.

Gotegotên Şerê Sar êdî di polîtîkaya dereke da kêr nayê. Li hemberî me dinyayeke ku bi dînamîkên nû tevdigere heye. Helbet "Dinyayeke nû wê ava bibe û Tirkiye jî wê di wê dinyayê da cihê xwe bigre." Lêbelê ev pêvajo li ser merivan lîstikên nû yên eqlî ferz dike ku meriv bi baldarî bileyîze.

[1] Erik Erikson, Identity: Youth and Crisis, W. W. Norton & Co., 1994; Philip Gleason, “Identifying Identity: A Semantic History”, The Journal of American History, Vol. 69, No: 4, March 1983, ss. 910-931; Roger Brubaker and Frederick Cooper, “Beyond ‘Identity’ ”, Theory and Society, Vol. 29, No: 1, February 2000, ss. 1-47.

[2] Alexander Wendt, “Constructing International Politics”, International Security, Vol. 20, No. 1, Summer 1995, ss. 71-72; Alexander Wendt, “Anarchy is What the States Make of It: The Social Construction of Power Politics”, International Organization, Vol. 46, No:2, Spring 1992”, s. 402; Ted Hopf, Social Construction of International Politics: Identities and Foreign Policies, Moscow,1955 and 1999, Ithaca, London: Cornell University Press, 2002.

[3]https://www.khas.edu.tr/sites/khas.edu.tr/files/inline-files/TDPA2021_KHAS_WEBRAPOR BASIN_08062021.pdf

[4] Samuel P. Huntington, Em Kî Ne? Lêgerîna nasnemeya neteweyî ya Amerîkayê, Îstanbul: CSA, 2004.

***

[Doç. Dr. Helin Sari Ertem Hîndekara Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Îstanbul Medeniyetê ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın