Nûçeyên analîzê

Bi 10 pirsan va bûyerên li Îdlibê diqewimin

Eskerên Tirkiyeyê li Îdliba bajarê Sûriyeyê ya li hemberî Hatayê ye ji bo ku rê li ber koçberiya 4 milyon sivîlan bigre û ew li cihekî ewle bijîn hewl dide.

Türkan Tosun,Abdullah Tel   | 05.02.2020
 Bi 10 pirsan va bûyerên li Îdlibê diqewimin

Ankara

Hêzên rejima Beşar Esed yên Rûsya û Îran piştgiriyê dide wan li Îdlibê êrîşên xwe yên li hemberî sivîlan didomînin. 

Tirkiye bi rêya eskerî û dîplomatîk hewl dide tundî û koçberî raweste.

Hêzên rejima Esed herî dawîn li "Îdlibê êrîşî eskerên Tirk kirin, 7 esker û sivîlek tevahî 8 kes şehîd kirin".

Piştî vê bûyerê hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê car din hat rojevê.

Nûçegihanê AAyê geşedanên wê roniyê bide bûyerên li Îdlibê diqewimin di 10 madeyan da berhev kir.

1. Îdlib ku derê ye?

Îdliba bajarê Sûriyeyê ya ku nifûsa wê 4 milyon e, li hemberî bajarê Hatayê ye. Li bakurê rojavayê Sûriyeyê ye.

2. Eskerên Tirk li Îdlibê çi dikin?

Gelê Îdlibê ji ber êrîşên Esed, Rûsya û Îranê direvin ber bi sînorên Tirkiyeyê. Eskerên Tirk ji bo ku rê li ber koçeke bi milyonan bigire û rewşeke aram ava bike, dixebitin. Li cihên çavdêriyê disekinin ku agirbest bi cih bê.

3. Hebûna eskerên Tirk a li wir li gorî asta navneteweyî ye yan na?

Tirkiyeyê bi Rûsya û Îranê yên garantorê rejima Esed in ra peymanên Astanayê kir û di çarçoveya van peymanan da hêzên xwe li Îdlibê bi cih kir.

4. Rûsya û Îran peymanên navneteweyî çawa bi cih tîne?

Her du welatên îmza avêtin peymanan şûna rê li ber êrîşên rejima Esed bigrin, piştgiriyê didin rejimê.

5. Rejima Esed li Îdlibê çi dike? Rejima Esed bi alîkariya Rûsya û Îranê va hewl dide hemû nifûsê Îdlibê bişîne ber sînorên Tirkiyeyê. Cihên sivîlan dixe. Îdlibiyan wek terorîst dibîne. Di nav komên çekdar da tu cudahiyê naxe navbera mixalif û radîkalan.

Ji mutebeqata Soçiyê ya ku di 17ê Îlona 2018an da li serê lihevkirin pêk hat heya niha di êrîşên rejim û piştgirên wê yên li ser Îdlibê da ji 1800î zêdetir sivîl hatin kuştin.

6. Îran Îdlibê çi dike?

Eskerên Parêzvanên Şoreşa Îranê ji Îran, Efxanistan û Pakistanê milîsan tînin, ji wan komên terorîst ava dikin û berê wan jî didin ser sivîl û komên çekdar. Komên ji hezaran terorîstî pêk tên wisa bawer dikin ku ew ji ber baweriya xwe ya mezhebî şerekî pîroz dikin.

7. Ji Îdlibê çiqas sivîl koç kirin (hatin derxistin)?

Bi tenê ji serê sala 2019an vir va milyon û 640 hezar sivîl ji ber êrîşan ber bi herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê ne va reviyan. Lê bi jimara beriya sala 2019an va ku hatibûn koçkirin ev reqam ji du milyonî jî derbas dibe.

8. Rejima Esed çima êrîşî eskerên Tirk kir?

Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan sivîlên li wê derê ditirsînin û ji bo ku berê wan wek koçber bidin Tirkiyeyê hewl didin lê eskerên Tikr jî ji bo vê armanca xwe wek astengî dibînin. Ji ber vê jî dixwaze bila Tirkiye ji herêmê derbikeve.

9. Tirkiye li hemberî êrîşan çi dike?

Li ser êrîşa rejimê hêzên Tirk ên li Îdlibê bi cih bûne ji sedî zêdetir topên hewan û firtûneyê bi ser 54 cih û warên rejimê da barand, 76 mensûbên rejimê hatin berterefkirin. Ji bo hêzên rejimê bersiveke qatbeqat hat dayîn.

10. Artêşa Tirk çawa piştgiriyê dide komên xwe yên Îdlibê?

Artêşa Tirk ji Reyhanliya navçeya Hatayê gelek tank, wesayîtên bizirx, wesayîtên personelan dibin û bi qefleyên ji personelan pêk tên va li cihên çavdêriyê yên li Îdlibê ne xwedî derdikeve û ji hêla lojîstikê va jî piştgiriyê dide wan. Balafir û firokeyên Tirkiyeyê jî bi Rûsyayê ra kordîne li herêmê difirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın